Têkilîyên Mustafa Kemal û kurdan

Siddik BOZARSLAN

Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn (1914-1918) da têkilîyên Mustafa Kemal û Kurdan çêbûne. Herêma Serhedê ku parçeyek ji Rojhilatê Kurdistanê yê di bin hukmê osmanîyan da bû, di şer da ji alîyê rusan ve tê dagirkirin. Wê demê M. Kemal li Edirnê fermandarê Kolorduya 16. an e ku ew girêdayê orduya 2. yem bûye. Jibo ku ew ordu bibe alîkar jibo orduya 3. yemîn ku li herêma Dîyarbekir- Elazizê ye; ferman hatîye dayîn û li ser wê fermanê M. Kemal cara ewil çûye herêma Kurdistanê.

Di 26ê adara 1916an da M. Kemal, bi rîya Halebê digihê Dîyarbekrê û di 1ê nîsana 1916an da dibe paşa (rutba wî bilind dibe jibo mirlivayiyê-tuğgeneral). Wê demê Albay Ali Fuat (Cebesoy) jî wek Fermandarê Tumena 5.an nû hatîye Farqînê (Silvan) û piştî ku hêzên orduya rusan ji Bedlîsê vedikişin; di 07. 11. 1916an da A. Fuat digel M. Kemal heyetek diherin Bedlîsê û dora 20 roj li wir dimînin. M. Kemal di wê gera xwe ya sê hefteyî da têkilî bi hin giregirê Kurd ra pêktîne. Wek numûne mirov dikare, Şêx Zîyaeddînê Norşînî (Hezret); Reîsê Eşîreta Mutkî Hacî Mûsa û birayê wî Nuh; Reîsê Eşîreta Pencînarê Cemîlê Çeto bijmêre.

M. Kemal di navbera 27ê adara 1916- 9yê temûza 1917an da, yanî derdora salekunîv li Farqînê û Dîyarbekrê dimîne û ´dostanî!´ bi gelek giregirên kurd ra çêdike. Wek numûne li Farqînê, mala ku lê dimîne ya Mehmet Budak ê Hazroyî ye; xwedîyê avayîya Karargeha Eskerîyê jî Sıddık Üstün e û  Axalerên wek Hüseyin û Alî Azizoğlu jî di nav wê helqeya dostanîyê da em dikarin bijmêrin. (Şevket Beysanoğlu, ”Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi”, cild 2, Diyarbakır Belediyesi Y. 1990 û Şükrü Tezer ”Atatürk´ün Hatıra Defteri”, Atatürk Kültür Dil ve Tarih Kurumu Y.)

Ez dê paşê di pêvajoya avakirina dewleta tirk da nîşan bidim ku M. Kemal çi qas ji wan têkilî û dostanîyê fêdeyê dîtîye û heta ez dikarim bêjim ku bi xêra serê wan kurdên me yên bêaqil dewleta tirk çêkirîye.

M. Kemal dema li Dîyarbekirê ye, jibo Fermandarîya Orduya 7. an tê tayînkirin ku here Enîya (cephe) Filistinê. Lê berî ku ew here cîyê xwe yê nû, ew dihere Stanbolê û ji wir beşdarîya heyeta Veliaht Vahdettin dike ku diçin Almanya. Piştî ku ew dizivire  enîya Filistinê û Halebê; ewil di 1ê oktobra 1918an da Şam û paşê di 25ê oktobra 1918an da jî Haleb ji destên osmanîyan dertên. Piştî wan bûyeran M. Kemal dihere Adanayê. Li wir ew dibe fermandarê Gruba Yıldırımê. Di 30. 10. 1918an da Peymana Mondrosê tê îmzakirin û bi vî awayî dawî li şer tê. Di 07.11.1918an da jî orduya 7.an û gruba M. Kemal bi fermana sultan tên belavkirin. M. Kemal didin bin fermandarîya Wezareta Herbîyê.

Li Stanbolê di 7ê oktobrê da Hukumeta Talat Paşa îstîfa dike û karê serokwezîrîyê didin Tevfik Paşa. Lê Tewfik Paşa serfiraz nabe ku hukumetê çêke û jibo wê di 11.10.1918an da karê çêkirina hukumetê didin Ahmet İzzet Paşa ku berê Wezîrê Herbîyê bû. A. İzzet Paşa, dostê M. Kemal ê nêzîk e û loma ew telgrafek jê ra rê dike û jê dixwaze ku ew divê bi lez were Stanbolê da ku hev bibînin. Ji ber wê telgrafê M. Kemal roja 11.11.1918an bi trênê ji Adanê ber bi Stanbolê dikeve rê û du roj paşê digihîje Stanbolê.

M. Kemal hêvî dikir ku di hukumeta A. İzzet Paşa da bibe wezîrê herbîyê. Lê A. İzzet Paşa mecbûr maye ku di 08.11. 1918an da îstîfa xwe bide. Tewfik Paşa dikeve nav hewildanê ku hukumeta nû ava bike. M. Kemal jî dikeve nav hin têkilîyan ku Tewfik Paşa di karê xwe da serfîraz nebe û di şûna wî da careka dî karê çêkirina hukumetê bidin A. İzzet Paşa, lê ew di wan hewildanên xwe da bi sernakeve. İsmet İnönü wê rewşê di kitêba ”Bîranînan” (Hatıralar) da weha dinivîse:

”Atatürk dema hat Stanbolê, Ahmet İzzet Paşa îstîfa kiribû, lê ez texmîn dikim ku hukumeta nû hê ava nebûbû. Jibo wê Atatürk ket nav hewildanên sîyasî. Wî xwest ku ewil îstîfa A. İzzet Paşa bide sekinandin, paşê jî hukumeta Tewfik Paşa di Meclisa Mebûsan da raya bawerîkirinê nesitîne û careka dî A. İzzet Paşa hukumetê çêke. Pilana wî ew bû ku bi tedbîrên sîyasî Tirkîye di rîya sîyasî da bi serkeve.

Ew dema li enîyê (cepheyê) bû, fikirîbû ku bibe wezîrê herbîyê û wê daxwazê bi telgrafek pêşnîyarê A. İzzet Paşa kiribû. Wekî dî wî ji padîşah ra jî nivîsîbû… Li gora fikrê Atatürk, hukumeteka baş, hedefa xwe, rewşa xwe baş dizane, hêza welat di mercên (şertên) musaît da dinirxîne û gelek kar dikaribû bike. Ew ji roja ku hatibû Stanbolê virde, jibo pêkanîna wê pilanê xebitî… Li gora wê pilanê eger hukumet çêbe, ew jî bibe wezîrê herbîyê, li hemberî dewletên di şer da serketî ne, politikayeke nû were çêkirin, xilaskirina Tirkiyê mumkun dibû, jixwe erdên ku ne tirk bûn, Tirkiye jê  derketibûn. (İsmet İnönü, Hatıralar, Bilgi Y. Cilt 1, 2006)

M. Kemal, qasî şeş meh (13.11.1918- 16.06.1919) li Stanbolê di Otêla Perapalasê da dimîne û têkilî û hevdîtinên xwe hemî li wir pêktîne. Ew bi hevalên xwe yên kevin ra, bi berspirsên hukumetê, gelwekîlên li Meclisa Mebûsan ra û bi kesayetên ingiliz (Balkêş e ku wê demê Britanyayê Stanbolê xistibûn bin dagirkerîya xwe) ra têkilîyan çêdike. Ew dikeve nav hewildanan ku hukumeta Tevfik Paşa bi sernekeve, lê piştî ku serfîraz nabe, îcar hêvî dike ku di hukumetê da bibe wezîrê herbîyê û jibo wê dikeve nav gelek têkilîyan, lê dîsa serfîraz nabe.

Balkêş e ku muxabirê Rojnameya Dail Mail ya ingiliz G. Word Price, di 1957an da di Kovara Extra-special Correspondent da nivîsek nivîsîye û behs kirîye ku wî di 14.11.1918an da li Perapalasê digel M. Kemal hevdîtinek pêkanîye û bi dirêjayî behsa wê hevdîtinê dike ku M. Kemal li dijî ingilizan nebûye û weha dibêje:

”Di vî şerî da me di enîyeke şaş da şer kir, me qet nedixwest ku li dijî dostê xwe yê kevin ingilizan şer bikin; ev şerê nexwestîyayî, ji ber dostanîya Enwer Paşa û alman bû ku em zorbirî kirin. Eger ingilizan jibo Anadoluyê berpirsîyarî qebûl bikin, walîyên tirk ku di bin rêbirîya Britanyayê da ne, em pêwist dibînin ku bi wan ra bixebitin. Ez dixwazim bizanibim ku rewşeke munasib heye an na da ku di çarçoveyeka weha da xizmetên xwe pêşkêş bikim.” (Gothard Jaeschke, Kurtuluş Savaşı ile ilgili İngiliz Belgeleri, cilt II, Yeni Gün Haber Ajansı (Cumhuriyet), 2001, s. 10-12; Doğan Avcıoğlu, Milli Kurtuluş Tarihi, cilt I, İstanbul 1974, s. 121-122; Jêdergirtî: Celal Temel 1918- 1923, Mondros´tan Lozan´a Kürtler, İsmail Beşikçi Vakfı İstanbul, 2017, s. 76)

Balkêş e ku Word Price, wê daxwaza M. Kemal ji zabitê istixbarata ingiliz Albay Heywood ra gotîye, lê wî jê ra weha bersiv daye: ”Generalên tirk ên bêkar, ji xwe ra li kar digerin.”

Hin çavkanî didin xuyakirin ku M. Kemal bi Komiserê Sîyasî yê Stanbolê yê italî Kont Sforza û istixbaratvanê ingiliz Rahip Frew ra hevdîtin çêkirîye û dostanî danîye. (Şevket Süreyya Aydemir, Tek Adam, cilt I, Remzi Kitabevi 1999 Ankara)

M. Kemal, di 15.11.1918an da hevdîtineke dirêj bi Padişah Vahdettin ra çêdike da ku hukumeta nû bawerîyê nesitîne û ew jî di hukumetê da bibe wezîrê herbîyê, lê tiştek bi dest naxe. Ew di Perapalasê da di 16.11.1918an da hevdîtinek digel General William Birdwood ku di Şerê Çanakkalê da fermandarekî ingiliz bû, çêdike. Ew digel rojnameya xwe Minberê hevpeyvîn çêdike ku di 17.11.1918an da çap bûye. Di hevpeyvînê da M. Kemal daye xuyakirin ku wî di enîyên şerên Arıburnuyê, Anafartayê û Filistinê da li hemberî ingilizan şer kirîye û wî tenê di wan şeran da parastina welatê xwe pêkanîye û ew li hemberî ingilizan xwedîyê kîn û dijminatîyê nebûye. Wî daye xuyakirin ku ne tenê ew, hemî osmanî bawerîyê dikin ku ji ingilizan bêtir dostê wan nîne ye. Lê hevpeyvîna 18.11.1918an li rojnameya Vakitê weha ye:

”Ez naxwazim şupheyê bikim ku Hukumeta Britanyayê li hemberî osmanîyan xwedî nîyeteka baş e ku ew li ser navê dewletên ku peymana lihevhatinê kirine, dike. Eger di pêkanîna hukmên şertnameyê da şaşîtîyên werin kirin, hebin, em sedemên wan dikarin bi muxatabên xwe ra hel bikin. Bê guman vatinî (wezîfe) ji hukumetan ra dikeve. Qasî ku ez dizanim, hukumeta me di vî derbarî da hewildanên pêdivî kirîye.” (Atatürk´ün Bütün Eserleri, cilt 2)

Gelek balkêş e ku piştî vê hevpeyvîna M. Kemal, haydarîyên rojnamevan G. Word Price di rojnameya Minberê da di 01.12.1918an da derçûye weha ye:

“Ez nuha êdî li hemberî tirkan giham encameka têgihîştinê. Ez dema herim Britanyayê, karê min ê ewil ku bikim, dê nasandina mezinatîya tirkan be. Ez bawer dikim ku ev xebata min dê tesîrên baş çêkin.” (Jaschke, Kurtuluş Savaşı, s. 13)

Hatiye xuyakırın ku van haydarî, hewildan û têkilîyên M. Kemal, hem kêfa ingilizan û hem kêfa Sultan Vahdettin anîye ku ji dostanîya Britanyayê kêfxweş e. Loma tê zanîn ku M. Kemal sê car (15/22.11.1918, 20.12.1918) bi Fahri Yaveriyê Sultan Vahdettin ra hevdîtin pêkanîye. Van têkilîyên M. Kemal û padişah, bala ingilizan jî kişandîye. Balkêş e di demek da ku kelek kesên Îttîhatvan hatine girtin û bo surgûnê hatine rêkirin; wek zilamekî Îttîhatê xisarek nagihê M. Kemal. Ev rewş dibe sedemê encamek ku bi haydarîyên ingilizan Sultan Vahdettin, M. Kemal wek Fahri Yaveriyê xwe rêdike Samsunê da ku ´ewleyîyê (asayîşê) çêke.´ ”Meazallah rijandina xwîna Îslamê, gelek kurdên birayên me yên bêguneh û reben ku ji alîyê eskerên osmanî ve werin kuştin, ew dê bibe semedê çêbûneke xemgînîyê (elim) li axretê û li dinyayê. Guman nîne ku mezinên xwedî dînî (ol) û namûsê heta ku bijîn, kurd û tirk wek du birayên heqîqî dê ji hev neqetin û bi hev ra jîyanê bidomînin û li derdora xîlafetê bibin vucudek.” (Mustafa Kemal) (Koçgirî Halk Hareketi, Komal Y.s.41)

Van dîtinên M. Kemal di 15yê îlona 1915an da bi rîya Mutasarrifê Malatyayê jibo Haci Kaya û Şahzade Mustafa hatine şandin. Balkêş e ku M. Kemal di çarçoveya canbazîyê da van dîtinan ji H. Kaya û Ş. Mustafa ra pêkêş dike da ku ew di navbera kurdan û M. Kemal da bibin navberkar; bi gotineka dî bibin alîkarê M. Kemal. Balkêştir jî ev e ku di heman demê da M. Kemal jibo Fermandarê Alaya Malatyayê Îlyas Beg ra  vê fermanê dide:

”Divê meqamên kurdevînîyê ji kokê ve werin birîn û avêtin, revokên (qaçaxên) xaîn ku bi rîya perên ingiliz kurdan dixapînin da ku li dijî padîşah û esker xelkê fît dikin, yên ku ketine nav wê hewildanê, bi awayeke herî dijwar divê werin cezakirin û ji navê rakirin, jibo wê divê bilez ev ferman ji her derî ra were rêkirin.” (Nutuk III. Cilt, 1919- 1927 Belgeler, Belge no: 68, s. 40, jêdergirtî F. Başkaya, r. 63)

Pir balkêş e ku M. Kemal û hevalên xwe bi alîkarîya kurdan li rojhilat serkeftineke ewil bi dest xistin û bi wê serkeftinê Peymana Gumruyê çêkirin. Di Maddeya 1ê ya Protokola Tamima Amasyayê jibo kurdan ev tespît cî girtîye: ”Mafên kurdan ên neteweyî û civatî dê were qebûlkirin.”

M. Kemal û gruba xwe jibo xapandina kurdan, piralî  ketine nav hewildanan. Ji alîyek ve di hin peyman û protokolan da mafên kurdan parastine, ji alîyek ve nakokîyên navbera kurdan ku hebûne, fêdeyê ji wan sitandine û hin alîyên kurdan birine alîyê xwe û jibo şerê li dijî yunanîyan kurdan birine cepheyên şer û bi xêra kurdan di şer da serfîraz bûne. Di alîyeke dî da jî wek di hewildana Koçgirîyê da hatîye dîtin; hewildanên kurdan ên serxwebûnxwazîyê bi xwînê pelçiqandine, li Dîyarbekir Kluba Kurdî qedexe kirine û ketine pey endam û rêvebirên wan. Ji alîyek ve bi daîmî propaganda hatîye kirin ku; ”Li ser bingehê wekhevî û biratîya kurd û tirkan” dewletek dê were çêkirin. Lê pir balkêş e sê hefte piştî serfîrazbûnê Mustafa Kemal di 01.11.1922an da li Meclisa Tirk, ”dewleta ku çêbûye, dewleteka tirkî ye” gotîye û bi vî awayî rûyê xwe yê rastîyê yê qirêj û bi xwînî derxistîye meydanê. M. Kemal weha dibêje:

”Bavê hestên (hîsên) min Namık Kemal e û bavê fikrên (an ideoloji) min jî Ziya Gökalp e.”

Lê nuqteyeka balkêş ew e ku heta M. Kemal cîyê hukmê xwe qewî nekirîye, vê lixwemikurîya jorîn eşkera nekirîye. Ji ber ku ew eskerek bûye, ne ku serokekî teorisyen bûye; lê wî bi her awayî hewil daye ku wek Bonapartizmê hukmê xwe yê diktatorîyê li darxe û qewî bike, heta di wê rê da bi serketîye xebitîye. Lê di lixwemikurîyê da jî M. Kemal samîmî nîne. Loma wî nexwestîye navê Kazim Karabekir Paşa jî li wan du navên jorîn zêde bike. Wek me li jor behsa hevdîtinên K. Karabekir Paşa û M. Kemal kir; yê ku şewqeke mezin dide M. Kemal û wî îkna dike da ku here herêma Kurdistanê û rêxistinkirina ordîyê bike û rêvebirîyê bike; Kazim Paşa bi xwe ye. Bi qeneeta min, M. Kemal nexwestîye navê wî jî bêje, ji ber ku ew jî wek M. Kemal eskerekî bûye, wî bi awayeke psikolojik nexwestîye di wê nuqteyê da lixwemikurîyê bide xuyakirin û Kazim Paşa mezin nîşan bide.

M. Kemal: ”Hin serî dê werin jêkirin” Bi minasebeta feshkirina (ilga) Seltanata Xelîfetîyê li meclisa Tirk (TBMM), gengeşeyên dijwar çêdibin. Bêsebrîya M. Kemal gîhaye tîtalekê û ew ji nîşka ve derdikeve ser maseyek û diqîre:

”Mesele (şol), ji xwe ji heqîqetek çêbûye ku ew ji emrîwaqî peyda bûye. Ev, miheqqeq dê çêbe. Yên li vir kom bûne (civîyane), meclis û herkes, eger xwezayîya şolê bibîne, li gora fikrê min ev rastîyek e. Berewajê wê, dîsa di çarçoveya usûla heqîqetê da dê were famkirin. Lê mikun (mumkun) e ku dê hin serî werin jêkirin.” axiftina xwe temam dike.

Di bin wê atmosferê da meclis, di şeva 02.11.1926an, seet 03.00an da dîsa dicive û biryara rakirina (feshkirin-ilga) seltenatê digre. Gelwekîlê (mebûs) Lazistanê Ziya Hurşit, bi israr xwestibû ku li dijê wê biryarê bipeyîve, lê mafê axiftinê nadin pê. Z. Hurşit, herî dawîyê pêşnîyar dike ku di biryarê da bila di şûna ”tevayîya dengan” da ”piranîya dengan” were nivîsîn û ew bikeve protokola meclisê, lê ew pêşnîyar jî nehat qebûlkirin. Pir balkêş e ku bi tohmetbarîya (sucdarîya) ”Suiqest jibo M. Kemal li Îzmirê”, Zîya Hurşit di 1926an da tê bi dardakirin (idamkirin). (Ayşe Hür)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir