Ji bona mixalefetek xurt û guhertineke nû modeleke rêxistinî û têkoşîneke mobîl pêwîst e (II)

Îbrahîm GUÇLU

Min di nivîsa xwe ya yekemîn de diyar kir ku:

“Dewleta Tirk ya kolonyalist, ji bona vê sîstema xwe li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê bidomîne, wek apareteke xwe û wek rêxistinek konter-gerîllayê PKK jî ava kir. Bi hev re, di nav pêvajoyekê de, Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfîye kirin.”

DIJMINÊN NETEWEYA KURD LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Ev jî diyar dike ku dijminên Kurdistanê û neteweya kurd gelek aşkere ye. Ev dijimin jî: Dewleta Tirk a kolonyalîst û aparata wê PKKê ye.

Hîç şik tune ye ku PKK, li hemû beşan jî dijmînê gelê kurd û Kurdistanê ye.

Loma jî divê modeleke nû ya rêxistinî û awayê têkoşîneke nû bê tespît kirin. Divê em Bakûrê Kurdistanê vê rastîyê baştir bizanin. Divê armanca me têkbirin û rûxandina Dewleta Tirk a kolonyalîst û aparata wê PKKê be.

Dema ku ev armanca stratejîk neyê tespît kirin, modela rêxistinî û awayê têkoşîna nû tespît jî nabe; di hemandem de encam nagire.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ TEVGEREKE NETEWEYÎ TUNE YE…          

Tespîteke din ya girîng heye ku divê kurdperwer di vê tespitê de jî li hevûdu bikin. Ev tespîta girîng û stratejîk jî:

“Merhelaya em tê de dijîn, li Bakurê Kurdistan Tevgereke Neteweyî ya Kurd tune ye. Potansîyela heyî vê yekê terîf dike. Lê li Bakûrê Kurdistanê gurubên siyasî hene. Beşekî wan jî, ji xwe re dibêjin partî. Potansyeleke neteweyî û kurdperwer ya xurt kesayetî heye.”

Hîç şik tune ye ku piştî salên 1974an Tevgereke Neteweyî ya Kîtlewî ya Bakûrê Kurdistanê ava bû. Ev tevgera çewa ji aliyê Dewleta Tirk a kolonyalîst û aparata dewletê PKKê tasfiye bû, min di nivîsa xwe ya yekemînde nivîsand.

Ev jî diyar dike ku ji bona ku modeleke stratejîk û awayê têkoşîneke stratejîk biqewime, divê li Bakûrê Kurdistanê Tevgereke Neteweyî ya xurt ava bibe.

Lewra li hemberî kurdperweran û neteweya kurd jî dewleteke xûrt û kolonyalîst û dagirker, aparata wan PKKê heye.

Li hemberî Dewletê û PKKê, potansîyala heyî ya kurdperwer, partî û rêxistinên heyî; li hemberî dewleta kolonyalîst û PKKê mixalefeteke xurt ya rizgarî û serxwebûnê nikare bimeşîne.

ARMANCA NETEWEYA KURD…

Hîç şik tune ye ku rastîya Kurdistanê û neteweya kurd diyar dike ku armanca neteweya kurd dewlet ava kirine. Li dinyayê bes Neteweya kurd xwediyê dewleta xwe nîne. Loma jî armanca esasî ya Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê, dewlet avakirine. Lê di qonaxa yekemîn de mimkun e ku berîya dewletek serbixwe ava bibe, kêmtirîn avakirina dewletek federal be. Guhertina radîqal ya Dewleta Tirk ya kolonyalîst bibe. Bi dewleta federal, neteweya kurd, tirk; grıubên din yên neteweyî bibin xwedîyê dewletê. Dewlet dibe dewletek hevbeş û mişterek.

Bı dewleta federal, neteweya kurd hemû Mafên xwe yên neteweyî qezenç dike. Dawî li dagirkerî û kolonyalîzma dewleta Tirk tîne. Li Kurdistanê serwerbûn û desthilatdarî neteweya kurd pêk tê.

Ji bona Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê armanceke stratejîk jî, parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

JI BONA TEVGEREKE NETEWEYÎ LI BAKURÊ KURDİSTANÊ AVA BIBE, DIVÊ ÇI BÊ KIRIN…

Ji bona dewleta Kurdistanê ava bibe, divê hêzeke xûrt hebe. Ew hêza pir reng be. Ji hemû beşên cıvata kurd ava bibe. Ev hêza xwe organîze bike. Têkoşîneke layiqî armanca neteweya kurd bikare bimeşîne.

Ji bona vê yekê:

1-Divê kurdperwer, partî û rêxistinên heyî, zihniyeta xwe biguherînin. Divê baş bizanin ku bi zihniyeta berê ya kozmolîtîk û ne neteweyî nikarin bigihîjin armanca xwe û armancên neteweya kurd ya pîroz. Gelek aşkere ye ku divê ji kevneşopîyê bi awayekî radîqal xwe qût bikin.

2-Kurdperwerên xweser û partî û rêxistinên heyî bi her awayî  ji helwesta xwe ya berê dev berdin. Divê baş bizanin, ji bona ku helwest û zihniyeta xwe ya kevn û heyî bişopînin nikarin Tevgereke Neteweyî ya Kîtlewî ava bikin. Di nav civatê de bibin hêz. Bi neteweya kurd re bibin xwediyê pêwendîyeke watedar.

3-Divê li Bakûrê Kurdistanê, sinifa siyasî ya kurdperwer bê guhertin. Dema ku  sinifa siyasî ya heyî, ji bona rizgarî û serxwebûna Kurdistanê tevbigere, avakirina rêxistineke ku xizmetê ji armancên pîroz re bike, guhertina zihniyetê jî têrê nake, divê naverok û qerektera sinifa siyasî jî bê guhertin.

4-Dewleta Kurdistanê ava kirin, bes karên xwendevan, rewşenbîran nîne. Pirsa kurd, dewlet avakirina Kurdistanê, karên hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê ne.. Loma jî ji bona ku hemû sinif û tebeqeyên Kurdistanê beşdarî Tevgera Neteweyî kurdistanê û dewlet avakirina Kurdistanê bibin, jê re serokatî bikin; divê sinifa siyasî ya kevnare ji hişmedîya berê ferqtir hişmendîyekê bimeşîne.

5-Divê her kurdek berjewendiya neteweya kurd di ser her tiştrekî re bigre. Helwest û riya xwe gor wê tespît bike û bimeşîne. Ev nayê wê wateyê ku em zirarê bidin mirovatîyê û neteweyên din. Dewlet avakirina neteweya kurd, zirarê nade tu kesî. Bes neheqîye ji holê radike, dagîrkerîya li welatê xwe Kurdistanê dawî tîne û dawîya kolonyalîzmê tîne û neteweya kurd desthilatdar û serwer dike.

6-Divê li hemberî dewleta Tirk û aparata wê PKKê, bi metod û hişmendîyeke rûberûbûnê xebat û têkoşîn bê meşandin. Di têkoşînê de riyeke aktîf bê meşandin. Bi awayên gelek rengîn têkoşîn bê meşandin.

JI BONA MİXALEFETEKE XURT Û AVAKIRINA TEVGEREKE NETEWEYÎ YA NÛ Û RÊXISTINEKE NETEWEYÎ YA BARÊ NETEWEYA KURD RAKE: DI VÊ QONAXÊ DE MODELEKE RÊXISTINÎ Û TEKOŞÎNEKE MOBÎL BÊ MEŞANDIN.

Loma jî divê di vê merheleyê de modeleke mixalefeteke xurt ya rêxistinî û guhertina hişmendîyê û awayê têkoşînekê bê dîtin. Gorî vê tevbêgerandin.

1-Bi hejmareke mezin kurdperwer xweser û li ciyê xwe û li mala xwe û li karê xwe têkoşîna neteweyî dewletavakirina Kurdistanê dimeşînin. Xwe di medyaya civakî de îfade dikin. Ew bi tevayî jî li dijî Dewleta Tirk ya kolonyalîst û PKKê ne. Serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Hîç şik tune ye ku di xebata hişmendî de, têkoşîn û xebata wan xwedîyê rolekî mezin e. Lê di pratîkê de, li hemberî Dewleta Tirk û aparata wê PKKê, xwedîyê giranîyek û bi tesîr û bi bandoreke mezin nînin. Loma divê xebata xwe hevbeş bikin. Ev hevbeşbûn dikare di medyaya civakî de pêk bê. Divê ji bona vê teknîkek bê dîtin. Bi vê teknîkê û bi qeweteke xurt û girseyî li dijî Dewleta Tirk û PKKê helwest nîşan bidin, têkoşînê bimeşînın, rojane midaxeleyî bûyeran bikin, mafên meteweya kurd biparêzin û dewletbûna Kurdistanê, li hemberî Dewleta Tirk û aparata dewletê PKKê têkoşîneke bi tesîr û bandor bimeşînin.

Di encamê de divê kurdperwerên serbixwe, bi hev re rêxistineke mobîl têkoşîneke mobîl ya bi bandor bimeşînin.

2-Li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistin û partiyên Kurd û Kurdistanê hene. Ew rêxistin û partiyan, li hemberî dewleta Tirk ya kolonyalîst û aparata dewletê PKKê mixelefetekê xurt nameşînin û têkoşîneke bi bandor birêve nabin. Ji bona serxwebûna Kurdistyanê û avakirina Dewleta Kurdistanê, li hemberî tahribatên dewlet û aparata wê PKKê bi bandor projeyan çê nakin. Dewleta Federe ya Kurdistanê, li hemberî PKKê bi bandor naparêzin. Li hemberî Dîktatorîya Baasê û PKK/PYDê ya hevbeş, hîç mixalefetekê nikarîn bimeşînin.

Siyaseta rojane nikarin biafirînin. Di nav civatê de jî qiymeteke wan tune ye.

Divê ev rewşa bê guhertin.

Divê hemû partî û rêxistin di destpêkê vê rastiye qebûl bikin. Bibînin ku ji bona Tevgereke Neteweyî ya ya Bakûrê Kurdistanê nikarine gav bavêjin.

Xweser û an jî bi hev re, divê xebateke mobîl û bi bandor bimeşînin. Li hemberî dewleta kolonyalîst û aparata dewletê PKKê, siyaseta heta îro dimeşînin û awayê xebata xwe bi awayekî radîqal biguherînin.

3-Divê her kurdek jî, li hemberî xirabîyên li dijî Kurdistanê û neteweya me pêk tê; li dijî dewleta Tirk ya kolonyalîst û aparata wê PKKê; ji bona qezenckirina mafên neteweyî aktîftir bin. Bi taybetî jî karbidestên Kurdistanê, berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji Kurdistanê re xwedî derkevin.

Ji bona vê divê kes û rêxistin kurdperwer jî xwedîyê têkiliyê bin û wan teşwîk bikin û bi wan re danûstandin bikin, ew jî berpirsiyarîya xwe pêk bînin.

Diyarbekîr, 31. 12. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *