“BELÊ TIRKIYE DAGIRKER E. LÊ ÎRAN ÇIMA NE DAGIRKER E?”

Îbrahîm GUÇLU

İbrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de li ser leşkerên Tirkiyeyê yên Başîkayê minaqeşeyek dijwar heye. Irak  dibêje ku “leşkerên tirkan ji derveyî  îrade û biryara me li Başîkayê ne. Loma jî dagirker in. Divê ji Başîka Derkev in.”

Tirkiyeyê dibêje ku “em bi biryar û bi daxwaz serokwezîrê Irakê li Başîkayê nî. Li Başîkayê bûyina me, ji bona ewlewî ya Tirkiyeyê û şerê li dijî terorîsta (PKKê û DEAŞê) pêwîst e. Em ne dagirker in. Em yekîtiya Iraqê diparêzin. Ji aliyê din de, ji hemû welatan (qesta wan Îran û Emerîka û welatên Ewrupayê ne) zêdetir xwediyê maf in ku leşkerê wan li Iraqê ne. Hebûna me jî mafek e. Li Iraqê berjewendiyên me yên dîrokî hene. Hebûna Tirkan  û parastina Tirkan jî, hebûna me rewa dike.”

Berpirsiyarê PDKê Sefîn Dizayî jî teyîd kir ku “leşkerên Tirkiyeyê bi îcaze ya hikûmeta federal a Iraqê hatin Başîka ye.”

Emerîka jî di minaqeşeyê de bû teref. Emerîkayê pêşî got ku “leşkerê Tirkiyeyê li Iraqê îllegal in.”

Pişt re ew nêrîna red kir, nêrineke hîn oportûnîst pêşkêş kir. Got ku “Li Iraqê hemû karûxebat û operasyon dibin koordinasyona Iraqê de dibe.”

Yanî diyar kir ku dema ku hikûmeta Iraqê nexwqze Tirkiye beşdarî operasyona Mûsûlê bibe, ew nikare beşdar bibe..

Îran bê deng bû. Lê vekirî bû ku piştgiriya Hikûmeta Iraqê dikir. Lewra li ser Hikumeta Iraqê wesayeta wan heye.

Di encamê de Hikûmeta Iraqê biryar girt û serîlêdan li Konseya Ewlewî ya Neteweya Yekbûyî kir.

Ev pirsa dê kîngê di konseyê bê niqaşe kirin, nayê zanîn.

                                                *****

Lê mijar bi cumbuş û bi govenda beşek partiyên Kurdistanê hat qonaxeke nû. Di bin serokatiya YNK û Goranê de beşek partiyan civînek pêk anîn.Di encama civînê de diyar kirin ku “Tirkiye li Başîkayê dagirker e. Divê leşkerên xwe ji Başîkayê derxe.”

PDK, ew nêrina ne eciband. Ew nêrîna red kir.

Gelek aşkere ye ku hedefa vê daxuyaniyê ji Tirkiyeyê zêdetir, PDKê ye. Heger ew daxuyaniya bi PDKê jî bidana qebûl kirin, wê demê pêwendiyên PDKê û Herême Federê ya Kurdistanê ya Tirkiyeyê gelek xerab dibû.

Ew partiyan ewqas biçûk difirin ku dema ku nevbeyna PDK bi Tirkiyeyê  xerab bibe, dê zora PDKê bibin. Dê Serok Barzanî ji serokatiyê bixin.

Nizanin ku li hemberî qeweta Seokê Kurdistanê ew ne hêsan e. 

Dema di 15ê Tirmehê de li Tirkiyeyê derba leşkerî çêbû, loma Goranê û beşek YNKê govend girtin ku derbe serkeftî be: Wan difikirî ku ewê wê demê bi hêsanî zora PDKê jî bibin.

PKKê jî bi salan e ku dixwaze vê yekê pêk bîne. Lê bi ser nakeve.

Serokatiya vê plan û projeyê, Dewleta Kolonyalîst ya Îranê ye.

Îran naxwaze ku Kurdistana Serbixwe ava bibe. Loma jî dixaze ku navbeyna partiyên Kurdistanê xerabtir bibe.

Loma jî ev biryar û daxuyaniya bi daxwaz Hîkûmeta İraqê û di esas de jî bi daxwaza Îranê ji aliyê partiyên Kurdistanê de hat girtin û pêşkêş kirin.

Îranê berê jî gelek vekirî bi destê van partiyan xwestin ku destwerdana karên Kurdistanê bikin û loma jî hatin Meclîsa Kurdistanê ya pîroz.

Ji aliyê din de Îran gelek vekirî destwerdan nav YNK û Goranê dike. Vê yekê jî bi dizî ne û aşkere dike.

Ev plana li hemberî PDKê ji bona ku pêşiya referandûma Kurdistanê û avabûna Dewleta Kurdistanê bê girtine, tê çêkirin.

                                            *****

Partiyên ku navên wan derbas dibin, diyar kirine ku Tirkiye li Başîkayê dagirker e.

Baş e Îran li Iraqê ne dagirker e?

Tu ji min bipirsî, di vê qonaxê de îrak jî dagirker e.

Gelek aşkere ye ku Dewleta Îranê bi her awayî li Iraqê dagirker e.

Dinya jî vê yekê qebûl dike ku  li ser hikûmeta Iraqê  wesayetek wan ya xûrt heye. Heta mirov dikare bibêje ku Iraq ji aliyê Îranê de tê îdare kirin.

Leşkerên wan bi hezaran li Iraqê ne. Hêzên bi wan re girêdayî û terorîst in li Iraqê ne.

Îran gelek aşkere li dijî Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê ye. Bi her awayî deswerdanê dike. Goran û YNKê jî qeda wan ya dagirkeriye.

Helwesta van partiyan ji bona ku samîmî û milî û li berjewendiya miletê kurd û axlaqî bihata şirove kirin, divê van partiyan di derbarê Îranê de jî biryara dagirkerî bigirtana.

Divê baş bê zanîn ku ev partiyan nikarin gelê kurd bixapînin.

Amed, 09. 10. 2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *