Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Li Stanbolê Semînerek Da

Mustafa Ozçelîk: Gelê me li ser daxwazên acîl banga hevkarîya nevxweyî li me dike. Divê em li dengê dilê gelê xwe guhdar bikin.
 
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di derbarê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024ê û li ser rojeva her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê deroja 07.01.2024ê li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê semînerek da.
 
Li gel ku li Stenbolê baraneke gelekî zêde hebû jî, rêveber û endamên PWKyê, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanê-Surîye Mihemed Elo, Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen gelek û sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî semînerê bûn.
 
Di destpêka semînerê de rêveberê PWKyê Kasim Ergun di derbarê naveroka semînerê de kurte axaftinek kir û beşdarên semînerê ji bo şehîdên Kurdistanê rêz girtin.
 
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, bi giştî bi nirxandina rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dest bi axaftina xwe kir û got:
,
‘’Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseteke stratejîk, kûr a pir alî û bi mihendîsîya civakî, bi zext û neheqî û êrîş û sîyaseta li dijî Kurdan dixwaze, daxwaz û bîr û bawerîyên neteweyî, niştimanî, Kurdistanê lawaz bike;dixwaze pirsa Kurdistanê ji bingehê wê yê mafê çarenûsîya miletê Kurd dûr bixe. Hinek alîyên ku li ser potansîyela kurdan sîyasetê dikin jî, çi bi navê çeptîyê, çi bi navê îslamîyetê; mixabin bi sîyaseta ‘wekhevîya hemwelatîyan’, ‘netewa demokratîk, welatê hevbeş, cimhûrîyeta demokratîk’, rê ji lawazbûna hişmendîya çareserîyeke li ser bingehê hebûna miletê Kurd, Kurdistanê û mafê statuyeke milî, sîyasî, cografî xweştir dikin.
 
Li Bakurê Kurdistanê bêtifaqîya alîyên milî, demokratîk, Kurdistanî jî , hem rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê xweştir dike da ku pêşdexistin û xurt kirina hişmendîya neteweyî, niştimanî zehmettir bibe; hem jî di bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk de destê kurdan lawaz dike.
 
Li gel vê atmosfer û rastîya neyênî, negatîf jî; li gorî gelek rapirsînên ku vê dawîyê hatine kirin, dîyar dibe ku nêzî ji %80yê kurdan li nasnameya kurdî xwedî derdikevin û daxwaza fermîbûna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî dikin.Herweha di mijara êrîşên li ser rêbrê gelê Kurdistanê Şêx Seîd Efendî de jî, ji her fikir û îdeolojî û mezheb û dîn û beşên civatê, piranîya Kurd û Kurdistanîyan helwesteke yekgirtî danîn û li Şêx Seîd Efendî xwedî derketin gotin ew rêberê me yê milî ye, rûmeta me ye. Gava navê Esad Oktay Yildiran ê ku îşkencecîyê Hevsa 5 Nolû ya Dîyarbekirê bû, li Dibistaneke li Îzmîrê kirin, gelê Kurd bertekeke berfireh nîşan da û ev jî bû sebep ku, dewleta Tirkîyeyê paş de gavê bavêje û navê Esad Oktay Yildiran ji ser wê dibistanê rakin. ’’
 
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser van daxwaz û helwestên milî yên miletê Kurd û gelê Kurdistanê û got ‘’Ji bo pêşdebirina doza milî û xurt kirina hêvîyên gelê xwe, divê em îro vî alîyê erênî yê helwesta kurdan bikin destpêkekê û em li ser wan daxwaz û helwestên gelê xwe hevkarî û hevxebata hevbeş ava bikin. Gelê me li ser daxwazên acîl banga hevkarîya nevxweyî li me dike. Divê em li dengê dilê gelê xwe guhdar bikin’’.
 
Mustafa Ozçelîk piştî nirxandineke giştî ya li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, gotin anî ser mijara hlbijartinan û dewam kir: ‘’PWKyê ev rastîya û ev dengê dilê gelê me da ber çavan û dibêje werin bi sîyasetek û rêbazeke nû, em hevkarî û hevgirtina potansîyela herî berfireh a gelê xwe bihûnin. PWK dibêje, ‘Werin di hilbijartinên şaredarîyan yên ku 31ê Adara 2024ê de li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd û gelê Kurdistanê em bi hev re namzeden xwe yên şaredarîyê tesbît bikin, em bi hev re bajarên xwe îdare bikin’.
 
Belê li gorî vê rêbazê, nuha em ji bo ku bi beşdarîya potansîyela herî berfireh ya partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên civatê platformên hevbeş bêne ava kirin dixebitin. Helbete ku li gorî şerdên ku dê derkevin pêş me, em xwedîyê nexşerêyên cuda cuda ne jî’’.
 
Mustafa Ozçelîk bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku, xebat û lêgerînên ji bo hevkarîyên hilbijartinan û ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd, ne asteng in di rêya hûnandin û ava kirina tifaqeke stratejîk, milî demokratîk de; bileksê wê, rêya tifaqa milî, demokratîk xweştir dike. Xebata ji bo hevkarîya li ser daxwazên acîl, hevkarîya ji bo hilbijartinan û tifaqa stratejîk , ne alternatîfên hev in, her sê jî pêwîstîyên gelê me ne û divê em bi hev re bikaribin van xebatan bimeşînin.
 
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê hilbijartinên herêmî yên li Iraqê û hinek bajarên Başûrê Kurdistanê jî de hinek agahdarî da û weha got:
 
‘’Helbete wek partîyeke Bakurê Kurdistanê, em rast nabînin ku bibin alîyekî helwest û sîyaseta navxweyî ya Başûrê Kurdistanê. Lê wê derê jî beşeke ji welatê me, ji miletê me ye û bi xweşî û nexweşîyên xwe tesîrê li me dike. Ji ber vê yekê jî, em wî mafî di xwe de dibînin ku hinek pêşniyarî, gazind, rexne û piştgirîyên xwe yên birayane, xuşkane, pêşkêşî xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin. Mixabin, em nikarin bêjin, encamên hilbijartinên Kerkûkê, Mûsilê û navçeyên din yên ku mijara madeya 140î ne, li gor dilê me ne, li gor daxwazên neteweyî, niştimanî ne; û mixabin dil û hêvîyên gelê me yên her çar perçeyên Kurdistanê dişkînin. Bi taybetî, li Kerkûkê dîyar dibe ku beşdarîya kurdan ji ya ereban kêmtir bûye û dengên kurdan jî ji yên ereb û tirkmenan kêmtir derçûne. Ji 2005ê û heta îro di tu hilbijartinan de dengên kurdan, ji dengên ereb û tirkmenan yên giştî kêmtir nebûne. Ev wêne di eslê xwe de rastîya Kerkûkê nîşan nade. Di referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017ê de , li gel hemû lerdên neyênî û astengîyan jî gelê Kerkûkê bi Kurd û Ereb û Tirkmen û Asûrîyan bi rêjeyeke gelek mezin beşdarî referandûmê bûn û bi rêjeyeke mezin ji serxwebûnê r egotin ‘erê’. Rastîya Kerkûkê ew wêneyê ku di referandûmê de derketîyê holê ye; Kerkûk Kurdistan e. Li Kerkûkê Kurd bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinê bûn ev jî bû sebep ku bi dehhezaran dengên kurdan vala biçin û bû sebebeke esasî ku di Meclîsa Bajarê Kerkûkê de hêjmara Ereb û Tirkmenan ji ya kurdan zêdetir be.
 
Li Mûsilê jî mixabin dengên kurdan li gorî hilbijartinên herêmî yên 2013ê gelekî kêm bûne û ji %31ê daketîye %23yê. Ev jî cîhê xemê ye.
 
Helbete ku ji van hilbijartinan dê nirxandinên pir alî û berfireh bêne kirin. Lê her tişt alîyekî, ji bo ku di demên pêş de, em rû bi rûyê wênetên weha yên nexweş nebin, em dibêjin rê û helwesta herî rast ewe ku, PDK û YNK, ji bo berjewendîyên gelê me, bila wê tifaqa stratejîk a ku rêzdar Kak Mesûd û rêzdar Mam Celal de pêk anîbûn, careke din, li gorî şerdên îroyîn bicîh bînîn û bila ev tifaqa bibe bingehê tifaqa hemû partîyên Başûrê Kurdistanê. Bi vê rêbazê, Kurd dê bikaribin destkeftîyên heyî biparêzin, pêşde bibin, dezgehên dewletbûnê bikin yek û mafên Başûre Kurdistanê li himberî Bexdayê biparêzin, madeya 140î bicîh bînin’’.
 
Mustafa Ozçelîk di semînerê de di derbarê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de jî agahdarî da û ji bo herdu peçeyan jî, daxwaz û bîr û bawerîyên PWKyê yên ji bo pêwîstîya hevkarî û tifaqên kurdan anî zimên.
 
Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanê-Surîye Mihemed Elo, Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen kurte axaftin kirin, beşdarên semînerê pirsên xwe kirin, Mustafa Ozçelîk bersîva wan pirsan da û hinek beşdaran jî bîr û bawerîyên xwe pêşkêş kirin.
07.01.2024
 
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *