Danasîna Mem û Zînê: Newroz

Siddik BOZARSLAN

”Xanî, ji bil salixdana dewleteka Kurdî ya xweser, salixê komeleka Kurd a gelek dinamik û livok jî daye, ku ew komel li ser bingehê toreyên Kurdistanî yên kevnar hatîye avakirin. Di serê wan toreyên neteweyî da, toreya pîrozkirina Newrozê tê. Xanî di beşên 11´an û 12´an da qala cejna Newrozê kirîye û ew wek cejneka Kurdî û Kurdistanî nasandîye. Sernivîsara beşê 11´an weha ye:

”Dastana qalkirina Newroza mîranî

Navdanîna mewsimê kêfxweşî û şadimanî

Bi awayê toreyên kevnar ên Kurdistanî

ku wan navê wê Sersal danî 

û wek cejna hevgîhana yaran bi hesab danî”  

Wek ku eşkera dixuye, Xanî di vê sernivîsarê da pîrozkirina Newrozê toreyek ji toreyên kevnar ên Kurdistanî qebûl kirîye û wisa nasandîye.

Xanî di beşê 11´an da, berê qala stêran û tevgerên wan kirîye; daye zanîn ku di dema buharê da hinek ji wan ku tên nîveka asîman, jibo me salê nû dikin. Paşê jî qala pîrozkirina Newrozê kirîye û ragîhandîye ku ji berê ve gel Newroz pîroz kirîye, di roja Newrozê da keç û xort, pîr û kal hemî ji heyşetan (avadan) derketine û çûne nava bax û baxçeyan, mêrg û gulistanan, deşt û yabanan; li wan deran jibo pîrozkirina Newrozê ketine hengê, ketine kêf û şayî û şênayîyê.:

”Xasma keçên bakîre û xortên ezeb ên bêjin

Bi kurtî, ew cewherên giranbuha yên ku kêm peyda dibin

Têkda cilwergirtî, xemilandî û kildayî

vêkra li temaşekirinê destûrstandî û destûrdayî

 Lê belê, ne bi îftîra û tomet û minet

Li gora ku ferman dike şerîet û sinet  

Lewra amanca wan ji wê geştê

mexsed û daxwaza wan ji çûyîna deştê 

Ew bû ku, çi daxwazkirî û çi daxwazkar

yanî her du alî, hem evandî û hem evîndar 

Ew her du celeb ku hev bibînin

û hevtengên xwe jibo xwe bînin”   

Wek ku ji van malikan tê zanîn, di Kurdistana berîn da, di heqê hevdîtina keç û kuran da û di heqê biryara wan a zewacê da Kurd gelek lîberal bûne, bi azadî fikirîne û bi azadî tevgerîyane; toreya zorkirina dê û bavan li keç û xortan, toreya biryardana dê û bavan di heqê zewaca keç û xortan da ne toreyeka Kurdistanî bûye; paşê ji nava hin gelên cîran ew tore hatîye nava Kurdan.

Di despêka beşê 12´an da jî Xanî ji toreya Newrozê ra gotîye ”toreya pîroz”. Ev jî peyveka gelek balkêş e û nîşan dide ku Xanîyê nemir çi qas giringî daye toreyên neteweyî, rûmeta toreyên Kurdistanî çi qas bilind girtîye. Despêka beşê 12´an weha ye:

”Dewra felekê, ji bextê vekirî û zelal û pîroz

dîsa ku nîşan da ji nû ve Newroz 

Li gora toreya pîroz û adetê mubarek

bajarî û esker gişt, hemî bi carek   

Derketin ji bajêr, ji xanîyan û keleyan

wek nêçîrvan û rêbirr û talankar û çeteyan 

Sef bi sef meşîyan çîya û deştan

ref bi ref xuşîyan jibo temaşe û geştan”

Xanî daye zanîn ku pîrozkirina Newrozê bûye parçeyek ji jîyana gel a komelî, bûye toreyeka wisa ku ji alîyê her kesî ve hatîye pîrozkirin. Di dûwayîya beşê 12´an da weha gotîye:

”Keçên bakîre û xortên nûgîhîştî û hemî sersalî

ji ciwanan heta bigîje pîr û kalên sedsalî 

Sersal li gora rê û awayên toreyî

pîroz kirin di cîyê wê da, ew kar anîn cî” 

Wek tê zanîn, bingehê hevdîtina Memê û Zînê jî cejina Newrozê ye. Memê digel Tacdîn, Zînê digel Sitîyê diçin cejna Newrozê û li wir hev dibînin; ew hevdîtin dibe despêka evîna Memê û Zînê, dibe despêka wê bûyera Kurdistanî ya ku Xanî dastana xwe li ser wê ava kirîye.” (eynê eser, r. 34-36)

Leave a Reply

Your email address will not be published.