Girtî: Çîrokên salên 80yî

Çîrokên pêşî yên Firat Cewerî ku di salên 80yî de nivîsandibûn û wek kitêb bi navê ”Girtî” di 1986an de li Swêdê derketibûn, careke din ji nû ve di nav weşanên Avesta de derketin.

Di pêşgotina çapa 2yan de Firat Cewerî wiha dibêje: ”Çîrokên di vê kitêbê de di destpêka salên 80yî de hatine nivîsandin û piraniyan wan di kovarên wan salan de hatine weşandin. Mîna kitêb jî di sala 1986an de derket. Demeke dirêj di ser nivîsandin û çapkirina van çîrokan re buhuriye; lê belê bûyerên çîrokan, rewşa zarokên kurdan, rewşa welêt, tirs û zilma leşkeran hê berdewam e.

”Gava ez berî niha bi çend salan seriyekî çûbûm welêt û min rewşa welêt bi çavên xwe dîtibû, min ji nû ve çapkirina van çîrokan ji xwe re mîna berpirsiyariyekê dît. Digel ku nêrîna min ya derheqê forma çîrokê de hatiye guhertin jî, dîsa ez bawer nakim ku ez ê îro bikaribim bigihîjim zimanê van çîrokan, germahiya wan, jidiliya wan…”

Girtî

Firat Cewerî

ISBN: 978-605-9082-15-0
13×19.5, 196 rûpel, 16 TL

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *