Divê bêyî qeyd û şerd ev şer raweste.

Li gor agahdarîyên heyî, îro PKKê êrîşî pêşmergeyên PDKİ(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê)  kirî ye. Di encama van êrîşan de kuştî  û birîndar hene.Û li gorî agahîyan  şer berdewam e.

Berîya vê êrîşê ev çend rojin  ku hêzên PKKê hêzên PDKİ yê dorpêç  kiribûn. PKKê  nerazîbûna  xwe ji bicîhbûna pêşmergeyên PDKİ yê li wan cîh û waran de daxuyandibû. PDKİ yê  jî  gotibû em li ser axa Kurdistanê nin û em amade nin  li gel PKKê danîn û stendinan bikin da ku, em zerarê negihînin hevdu, meseleyê bi hevdudîtinan hal bikin. Lê mixabin, hîna bersîva PDKİ yê nehatibû dayin, PKKê êrîşî pêşmergeyên PDKİ kir.

Ev êrîşa careke din birîna ‘’birakujîyê’’ zindî dike. Ev êrîşa ne di berjewendîyên gelê Kurdistanê de ye.Ev erîş nayê qebûl kirin. Nayê qebûl kirin ku tu hêzek xwe li ser hêzeke din ferz bike. Destpêka her tiştî rêzgirtin û hevdu qebûl kirin e. Kurdistan ji nuha ve divê cîh û warê azadî, pirengî û demokrasîyê be.

Di demeke ku Dewleta Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê dike, di demeke ku piştgirîya navneteweyî  jibo gelê Kurdistanê li çar perçeyên Kurdistanê jî xurttir dibe, di demeke ku DAIŞ êrîşê Kurdistanê dike, ev şer dê zerarê bigihîne Dewleta Başûrê Kurdistanê jî, dê bi giştî zerarê bigihîne doza azadîya Kurdistanê jî.  Ev êrîş li ser axa Başûrê  Kurdistanê rûdaye.Divê berîya her tiştî, rêz li desthilatdarîya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê girtin.

Parlemena  Başûrê Kurdistanê bangî herdu alîyan kir û got ‘’Werin di bin sîwana Parlemanê de em vê meseleyê çareser bikin’’.

Em piştgiriya vê banga Parlemena Başûrê Kurdistanê dikin. Berîya her tiştî divê   bêyî  qeyd û şerd ev şerê di navbeyna PKKê û PDKÎyê de raweste. Kuştina Kurd bi destê Kurd, divê jibo hemû Kurd û Kurdistanîyan re heram be.

Divê li gel  Parleman û Hikûmeta Başûrê  Kurdistanê, Komîteyeke hevbeş  ya ji nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê pêk hatî bê damezrandin. Û PKK jî, PDKİ jî li gel vê Komîteyê rûnin,  jibo çareserkirina meseleyê rê û rêbazeke bêyî  şer û pevçûn bê peyda kirin.

Belê, ev şer û pevçûn ne di berjewendîya gelê Kurdistanê de ye, ne di berjewendîya gerîlla de ye, ne di berjewendîya pêşmerge de ye,ne di berjewendîya azadîya Kurdistanê de ye. Ev êrîş bes dê kêfa dijminên gelê Kurdistanê bîne, dê rê ji destwerdana dijminên Kurdistanê re xweştir bike.

Divê hemû Kurd û Kurdistanîyên  cîhanê  jibo ev êrîş raweste û bêyî şer û pevçûn ev meseleya  çareser bibe, dengê xwe bilind bikin. Hêza xwe bikin yek. 24.05.2015

Buroya Çapemenî  û  Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *