RÊWÎYÊN Lİ BENDA “HESPÊ FELEKÊ”

Di van salên dawî de, civata Kurd li ber pêlên  ba û bahozan, li ber babîlosk û erdhêjên civakî serûbin bûye.Hêzên serdest bi şêweyek sîstematîk tevna civata kurd xirab dikin. Birîn û êşa civatê, her ku diçe, di bin bandora bêhêvîtîyê de nîrxên mîrovahîyê û civatê dirizîne.

Hêzên kolonyalîst û dagîrker, di hemû deman de, bi hemû derfet û qewetên xwe bi tevna civatê lîstine û dilîzin. Îro dîsa, lîstok û seneryoyên tevizandina civatê, kedîkirina gelê Kurd, di bin rêvebirîya Kemalîstan de dimeşe. Kemalîstên bêesil, bi alîkarîya paleyên hêvîşikenandinê, dixwazin  bi darê zorê û bi çavsorîyek hovane, civata Kurd ji nû ve biguherînin.

Em baş dizanin ku guhertina civatê, bi şêwazekî xwezayî pêk neyê, di dawîyê de, yên bi darê zorê dibin desthilatdar, bi darê zorê jî diçin… Ev jî rastîya qanûna civatê û jiyanê ye.

Hêzên dixwazin li ber pêlên guherandinê bi tevna civatê bilîzin, divê rastîya civatê baş zanibin. Daxwaz û helwestên hemû beşên civatê şîrove bikin û jê re rê û rêbazan peyda bikin. Em hemû zanin ku civatek yek reng, yek deng pêş nakeve û li dijî pêşketinê, di nav qalikên îdolojî û bawerîyên kor de dixetime.

Hêzên guhertinxwaz û pêşketî, divê di wargeha sîyasetê de zimanekî nû, metodên nû, bingihên nû ava bikin. Ji ber vê jî, divê em karibin bi hev ra mêjîyekî hevdem û hevpar ava bikin. Tecrûbe û keda xwe bigehînîn nifşê nû.

Em nikarin li ser nexweşî û birînên kevin dezgehekî nû ava bikin. Gava em êş û nexweşîyên  xwe baş nizanibin, rêya çareserîyê û dermankirinê zahmet e. Em êş û nexweşîyên sî sal berê, birînên bi salan e qalik girtine em bixurînin, ez bawerim emê negihîjin tu armancekî û çê dibe ku gav avêtin an helwest girtin, dikare bibe sedemên nexweşîyên nû. Ji ber vê yeke, divê mirov dîrok û jîyana derbasbûyî baş zanibe û jê dersan bigire. Helwesta herî rast ew e ku mirov rê li ber êş û elemên nû bigire û rîya hêvî û bawerîyek nû veke. Divê mirov her tiştî li gor şert û mercên demê binîrxîne û şîroveyên xwe li ser asta rastîyê ava bike.

Ger em li pey şopa gunekaran bikevin, divê berîya her tiştî em xwedîyê sazî û hûqûqekî bin, an jî “dêr û keşeyên“ me hebin da ku “gunekar” karibin “gunehên xwe” derxin! Sî û çar sal berê, em têk çûn û me hemû sazî û dezgehên xwe wenda kir.

Di demên derbasbûyî de, me têra  xwe kozik ava kir û serokên nû peyda kir, lê tu tiştek nebû dermanê birînên me. Rast e, divê em derbasbûna xwe ji bîr nekin û her tim ji kêmasî û şaşîyên xwe ders bigirin.

Ji vê seetê şunda, em bixwazin an nexwezin li ser  kozik û  konên berê carek din em nikarin tiştekî nû ava bikin. “Di çemekî de mirov du car nikare xwe bişo. Lewra av her tim diherike û di cîyê xwe de nasekine.” Bûyer û guhertinên civakî jî weke pêlên avê ne. Divê em vê rastîyê tu car ji bîr nekin. Lê li ser ezmûna pirêze û xebatên berê, mirov dikare gelek avahîyên nûjen çêbike û rê lêveke…

Ew kesên ev sîh sal in, li mala xwe rûniştine û destê xwe nekirine bin kevirekî,  weke kurmê darê her tim  bi gilî û gazinan pêşî li hêvî û daxwazan girtine! Îro jî li qada sîyasetê vî rolê xwe yê negatîf dilîzin. Gilî û gazinên xwe yên şexsî,  weke rexnên gelemperî bi lêv dikin, lê di rastîya jîyanê de, wek “Beko Ewan” her tim tovên fesadîyê û xirabîyê direşînin der û dora xwe. Ev kesên hane, tu carî nebûne hevalbendê çêkirinê. Karê xirabîyê û belavkirinê ji xwe re hêsan dîtine û li ser şopa xirabîyê her tim şûr kişandine. Gava rûbirûyî karekî an wezîfakê bûne, weke bizina peîn li tasa şîrê xwe bixe, ked û xebata xwe binpê kirine. Her tim li ber derîyan gerîyane, hêvî û daxwazên xwe sipartine hinekan. Berjewendîyên kesayetî, her tim li pêşîya berjewendîyên gelemperî girtine. Gava negihîştine armancên xwe, kon û kozik guhertine. Lê tu carî pêwîstî nedîtine rojekê ji xwe pirsekê bikin? Çewa? Çima? Ji bo çi? Ji kîjan sedeman? Gelo van kesên hanê, rojek ji rojan ji xwe pirsîne ku `ez dibêm herkes gunehkar e` lê ez çiqas melek im!?”

Divê mirov rastîya xwe û şertên tê de dijî, rastîya civata xwe baş zanibe. Em doza serxwebûna netewakê dikin. Parastina mafê dewletbûnê, parastina deshilatdarîya ser axê, parastina destkeftîyên netewî, parastina sembol, nirx û hêjayîyên Kürdistanê dikin, ne wusa?

  • Em çiqas bi van dîtin û ramanên xwe re ji dil in û pê bawer in?
  • Em çiqas amade ne ku pêwîstîyên van dîtinan bi cîh bînin?
  • Em di rastî û germaya jiyanê de, çiqas amade ne ku ked û xebata xwe bi hev re bikin bingehek hevpar?
  • Em çiqas ji îdeolojî û cûdayên sî û çar sal berê bi dûr ketine?
  • Li gor pêwîstîyên demê, li gor şert û mercên demê, bi şêwazek demî, pergalên nû pêwîst in. Em doza welatekî/netewekî dikin. Em qala guhertina sînoran dikin. Em li dijî dagîrkeran doza desthilatdarîyê dikin. Bi rastî em çiqas ji dil û bi dîtinên xwe re rast in?
  • Em çiqas amade ne ku dev ji berjewendîyên şexsî û xweperestîya “ez û ez” berdin?.

Em hemû baş zanin ku sedemên hebûn û avakirina rêxistên Kurdistanî, pirsgireka Kurd û Kurdistanê ye.

Dagîrkerîya li ser vî welatî, parastina hemû rê û rêbazên têkoşînê bi xwe re tîne. Li gor şert û mercên demê pergalên demî bi karanîn tiştekî xwezayî ye. Lê divê ji bo berjewendîyên netewî, mirov mîna eyarên zêr, kîjan rê û rêbaz fêdê dide, kîjan zirar dide, têkoşîna netewî zanibe û li gor wê  pergalên demî hilbijêre.

Reqsa li ber pêlên bayê şexsî, mirovan ji armanc û stratejîyên netewî dûr dixe. Îro problema Kurd û kurdîsatan tune bûya, wê partî, rêxistin û serokên xwe li ser ezman dibînin tüne buna! Divê tu carî neyê ji bîrkirin ku pêwîstîya çareserî û azadîya kurdîstanê, bi xwe re partî û “serokên” bi nav û deng derxistîye holê.

Lê mixabin xuya ye hêz û qewet  mirovan ji rastî û haqanîyetê dûr dixe. Mirovên xwedîyê kêmasî û nexweşîyên psîkolojîk in, wek hêsîran bi hêz û desthilatdarîyê ve girê dide! Psîkolojîya “ez û ez” nexweşîyek bêçare ye.

Bi salan e ev nexweşî, kadirên xwedî tecrûbeyên giran ji rastîya jîyanê dûr xistîye.. Weke gotina “dil dixwaze lê taqat tune”  ketine valahîyekî.  Nikarin xwe ji bin bandora egoya  “ez û ez”  dûr bixin. Ev jî dibe sedemê xetimandinê, bêbawerîyê û bêhêvîyê!.

Ev kesên di bin bandora nexweşîya xwedbînî/ezîtîyê de ne, kar û barê wan, di demên guhertinan de, her tim loda kayê belav dikin! Di demên rihetîyê de jî, dest bi tomarkirinê dikin. Tu kes napirse, `birano we çima xirab kir, we çima belav kir û we çi pêwîstî dît ku hûn îro bûne palê komkirinê!?`

Çareserîya pirsgirêka Kurdîstanê îro gihîştîye konaxek nû. Divê sîyaseta Kurd, li ser prensîbên netewî, derîyê dahatûya xwe veke û ber bi deshilatdarîya xwe ve gav bavêje…

ji bo vê jî divê kadroyên sereke û xwedî  tecrube, ji bo  bingeha jiyanek azad, karibin fedakarîyê bikin.

Gelê Kurdîstan, tu carî ewqas nêzîkî azadî û serxwebûnê nebûye.

Ger em li seranserê Kurdîstanê gav bi gav, mil bi mil piştgirî û alîkarîya hev bikin, bawer im ku di demek nêzîk de em dikarin mizgînîya rojên azad bidin gelê xwe!

Astengî û problema me a yekane, sînor û cûdayîyên di mêjîyên me de cîh girtine, derdikeve hemberî me. Ger em bikaribin li ser pîvanên netewî û hevpar li hev bikin, wê dîwar, sînor û cûdayên hene yek bi yek bê hilweşandin.

Ger em bi dil û can û li hevkirî bin, wê encamên xebatên me, pirêza hewldanên me gellek baş û bi berhemên nû, bên kemilandin…

Lê weke demên derbasbûyî, em dîsa li pey nav û rizgarkiran bigerin, ez bawer im ku emê li xwe û li derdora xwe neheqîyê bikin.

Ji bîr nekin “Hespê Felekê” her tim rastî mirov nayê! “Ji sed salî carek tê, tu ne amade be, derbas dibe diçe!”

Ji salên 1990 an vir de rûdanên li herêma me pêk tên, daye îspatkirin ku  gava kadroyên Kurdîstanî bi aqilê xwe, bi mêjîyê xwe, bi dîtin û ramanên xwe tevbigerin, li hev gohdar bikin û karibin bi hevre bimeşin, ez bawerim li herêmê, wê bibin aktorê guhertinê, nûbûnê û pêşketinê…  20/11/2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *