Erdoğan– Öcalan- Bayık û wêneyên sosretê

Siddîq Bozarslan

Di 15´yê adarê da li bajarê Balikkesirê Serokcumhurê Tirk R. T. Erdogan got ku pirsa Kurdî tune ye. Van gotinên Erdogan bûn semedê gengeşeyên cuda. Hevserokê KCK Cemil Bayik jî di makaleyeke xwe da rexne li Erdogan girt ku ew nivîs di Azadîya Welat da çap bû. Ez dê di şiklê nivîsa xwe da piçek guhertin çêkim û orijinala gotinên Bayik û Erdogan ên Tirkî jî binivîsim. Her weha pêwistî pê hebû ku ez cih bidim hin gotinên Ocalan jî ku ew di destpêka pêvajoya Îmealîyê da anîye zimên. Bi vî awayî wêneyeke giştî wê derkeve holê ku ev mijara vê nivîsê ye.

Bayık; ‘’ Wextek Rauf Tamer jıbo kesên ku ligor dewleta klasik bûn digot ´ser ê´. Vaye ew serê ku Rauf Tamer digot ´ser ê´ tam serê Erdogan e.  Jibo van gotinên Erdogan gelek tişt dikarin werin gotin ku! Heta di warê tendurustîya civatî ya gelên Tirkîyeyê da meriv dikare bêje ku Tayyip Erdogan dikare têkeve timarxaneyê.  Belam Tayyip Erdogan  bi mejîyê civatê ra dileyîze.” dibêje.

Bayık; ‘’Bir zamanlar Rauf Tamer klasik devlet anlayışında  olanlar için ‘o kafa’ diyordu. İşte Rauf Tamer´in ‘o kafa’ dediği kafa tam da Erdoğan´ın kafasıdır. Erdoğan´ın bu sözleri için o kadar çok şey söylenebilir ki! Hatta Türkiye  halklarının toplumsal sağlığı açısından Tayyıp Erdoğan tımarhaneye bile kapatılmalıdır denilebilir.  Çünkü Tayyip Erdoğan  toplumun aklıyla oynamaktadır.’’ diyor.

Meriv dikare bêje ku Bayik di jîyana xwe ya sîyasî da belkî cara ewil e rastîyek tîne ser zimên. Rast e Erdogan zilamekî welê bêdenge ye ku cezayê timarxaneyê heq kirî ye. Lê wer xuyaye ku Bayik  naxwaze gotinên xwe û yên serokê xwe bîne bîra xwe ku van gotinan di çapemenîyê da jî hatine nivîsîn. Werin em digel hev gotinên Ocalan û Erdogan binêrin ku cudayî di navbeyna wan da tuneye.

 ‘’… Ben şimdi düşünüyorum son günlerde ‘neden siyasal haklar istemenin anlamı yoktur.’ Çünkü siyasal haklar zaten Anayasa’da güvence altına alınmıştır. Bu haklar kullanılmıyorsa suç rejimde değildir, partilerin yapısındadır, liderliklerdedir. Yani şunu söylüyorum, Kürtler için anayasal hakları istemenin ne anlamı vardır. İstenecek hak zaten siyasaldır ve zaten vardır.”(İmralı´daki Öcalan diyor ki)

“Ez niha difikirim di rojên dawîyê da ´çima maneya xwestina mafên sîyasî tune ye´. Jiber ku mafên sîyasî jixwe di destûrê da heye û ketîye bin ewleyîyê. Heger van mafan nayên bikaranîn, suc ne di rejimê da ye, di rihê partîyan da ye, di serokatîyan da ye. Yanê ez wê dibêjim, çi maneya   xwestina mafên destûrî bo Kurda heye. Mafê ku were xwestin jixwe sîyasî ye û heye.” (Ocalanê Îmralîyê dibêje)

‘’Kardeşim, ne Kürt sorunu ya! Neyin eksik senin? Bir Kürt olarak sen bu ülkede cumhurbaşkanı old’un mu? Oldun. Başbakan çıkardın mı? Çıkardın. Bakan çıkardın mı? Çıkardın. Devletin en üst kademelerine yönetici gönderdin mi, gönderiyor musun? Var. Türk Silahlı Kuvvetleri’nde var mısın? Var. Allah aşkına, bizden farklı neyin var, her şeye sahipsin!.. Ne istiyorsun daha, ne istiyorsun?’’ (Yavuz Baydar, bugun.com.tr – 16.03.2015)

Birayê min, çi pirsa Kurdî lo! Çiyê te kêm e? Wek Kurdek tu li wî welatî bûyî serokcumhur? Tu bûyî. Tu serokwezîr derxistî? Tu derxistî. Tu wezîr derxistî? Tu derxistî. Tu jibo rêveberîya qedemeya dewletê ya herî bilind rêvebir rêkir, rêdikî? Heye. Tu di nav Hêzên Çekdarên Tirk da heyî? Heye. Jibo xatirê xwedê, çiyê te ji me cudatir heye, tu xwedîyê her tiştî!.. Tu hê çi dixwazî, çi dixwazî..?” (Y. Baydar, bugun.com, 16.03.2015)

Merivek xwedî ucdan û piçek zana dema gotinên Ocalan û Erdogan bide ba hevdu; dibîne ku di navbeynê da ferqek tune ye û di wê çarçoweyê da wê ji Bayik bipirse: Baş e heger ciyê Erdogan timarxane be, ciyê te û Ocalan li kê derê ye? Heger di warê fikir û ramanan da meriv Erdogan, Ocalan û Bayik miqayese bike; bi hêsayî meriv dibîne ku cîyê hersêyan jî li nik hev in. Lê wêne, ne hewqas piçuk an teng e. Li jêr bi çend nimuneyan ez dê wêneya giştî raxînim pêşberî we xoşevistan. Ji ber ku rewşa heyî pir cidî û piralî ye û jibo me Kurdan jî pir xeternak e.

 

Li gorî Erdogan Kurd dikarin bibin her tişt û xwedî her mafî ne; di pratika 95 salên dewleta Tirk da  Kurd, ne wek Kurd lê wek Tirk dikaribûne bibin her tişt. Ocalan jî dibêje mafên Kurdan di destûrê da heye. Li vir di esasê xwe da dîtinên Ocalan û Erdogan wek hev in. Li gorî dîtinên van her du aktoran, divê Kurd koletîya Dewleta Tirk bidomînin û hew. Niha bala xwe bidin gotinên Ocalan ên herî dawî ku jibo Newroza Amedê şandibû. Di mesajên Newrozê da jî Ocalan ji Kurda dixwaze ku li gorî rihê Eşmeyê tevbigerin û dewletên dagirkerên welatê xwe biparêzin. Yanê divê Kurd bi tabîreke dî xulamtiya Tirk, Ereb û Fariza bikin û li hemberî Amerika, Israil, Almanya, Fransa, Britanya, Italya û wd. têbikoşin û nekevin pey dewleteke Kurdî. Ew 10 madeyên ku li Dolmabahçeyê hat xwendin jî daxwazên demokratik jibo Turkîyeyê ne. C. Bayik jî yek ji wan rêvebirên Qendilê ye ku van tiştan diparêze. Ew baş dizanin ku bi saya alîkarîya pêşmerge û hêzên hevpeymanîyên hewayî Kobanê ji hovên DÎ hat rizgarkirin.Lê Bayik û rêberê wî Ocalan dikarin bêjin ku dijminatîya hêzên hevpeymanî bikin. Heger tu kes di nav sefên PKK da nikaribe li hemberî vê şaşîyê derkeve, ku heta niha tu kes dengê xwe nekirîye; ev tê wê wateyê ku mejîyê hemîyan hatîye hepiskirin. Di serî da Dewleta Tirk û hemî dewletên dagirkerên Kurdistanê jî hewildane ku Kurd nebin xwedî dost û hevkarên hêzên navdewletî û ew di vî politika xwe da jî serkeftî bûne. Bêguman pirs ne ev tenê ye. Divê hin tişt careke dî em bînin bîra Bayik û hevalên wî.

Pêwist e careke dî em pêvajoya İmralîyê bînin bîra xwe. Piştî ku Ocalan cezayê îdamê girt û ew ceza bû razana li zindanê jibo hetahetayê; Qendîl, rêxistinên girêdayê PKK yên Ewrupa û Turkiyeyê bi yekdengî gotin ku iradeya wan İmralî ye û ev mîsala sosretê ku li seranserê cîhanê qet çênebûye, hê jî berdewam e. Li vir du nuxtên girîng hene. Heger Ocalan li hemberî hevalên xwe û li hemberî doza xwe zilamekî dilsoz bûya; roja ku ew ket zindanê dê bigota ku heta ew zindanî be nikare rêveberîya partîya xwe bike. Nuxteya duyê jî hevalên wî yên Qendîl, Ewrupa û li hundir dê bigotana ku heta serokê wan li zindanê be, ew kesekî dîlketî ye û nikare rêveberîya wan bigre ser xwe.Heger welê bibûya; wê qedir û rûmeta Ocalan û hevalên wî bi giştî neketaya merhaleya sosretê ku îro hemî dinya dibîne. Ev rewşa traji-komik li ber çavan e û li gorî Bayik her tişt normal e ku dibêje cîyê Erdogan tîmarxane ye.Normal insanek ku aqilî di serî da be û vê wêneya sosretê temaşe bike wê çi bêje. Wêne hewqas jî nîne. Li ser navê sîyaseta Kurdî yên çûne Meclisa Tirka (95 sal e ku ev wêneya sosretê berdewam dibe) û roja ewil sond xwarine ku ew dê Prensibên Ataturk û yekparetîya dewleta Tirk û miletê Tirk biparêzin. Siyasetmedarên ku bibin aşiqê qatilê xwe û bi serê qatilê xwe sond bixwin, eslufeslên xwe înkar bikin û di çarçoweya wê sondê da siyasetê bikin, ev tiştek ne normal e û bihna genî ji wê tê. Wek em pê dizanin di damezrandina Meclisa Ewil da M. Kemal bi 73 giregirên Kurd ra nivîsek dabû imzakirin ku meclisa çêbûyî ya Tirk û Kurda ye û loma di wê hewildana xwe da Ataturk ji raya giştî ya navdewletî piştgirîya meşrûbûnê sitand û bi serket. Paşê polîtîka yek milet, yek ziman, yek dewlet, yek ala ket jîyanê û Meclisa Tirk bû dezgeha herî mezin ya Ankarayê ku înkarkirin, qedexekirin û tunekirina miletê Kurd û kêmneteweyên dî ku di bin bandora Tirk da dijîyan. Kurdên me yên ku di vî 95 salî da çûne meclisê; ew hemî bûne kişikên (piyonên) setranca Ankarayê û bûne sedemê berdewamîya meşrûbûna sîstema Turkiyeyê. Bi vegotineke dî ew cerdewanên sistema Ankarayê ne. Nîyet çi dibe bila bibe, ev rastîyeke tal e û jibo gelê Kurd trajediyek e.

Di serî da C. Bayik û hemî rêvebirên PKK di bin serokatîya Îmralîyê da qîma xwe bi xulamtîya Tirk jî naynin. Wek Ocalan di pêvajoya Îmralîyê da dibêje; ew amade ne wek taşeron li Îranê, Iraqê û Surîyeyê jî bixebitin. Wek Ocalan bi caran dubare kirîye; êdî PKK ne tenê yên Tirk, digel wê yên Îran, Îraq û Surîyeyê jî hene û loma ew dixwazin taşeronîya xwe li her derî bidomînin. Di encama vê politika xulamtîyê da çareserîya pirsa Kurdî bi avakirina kantonan xwe nîşan da.Hêza pêgirêdayê PKK li Efrîn, Qamişlo û Kobanê kantonan êlan kirin û encam li ortê ye. Heman hêz li Hewlêr û li Dihokê du car peyman digel   hêzên din çêkir, lê wan peymanan nexistin jîyanê. Bêguman di van hewildanan da kêmasî û gunehên hêzên din jî heye, lê ya mezin para wê rêxistinê dikeve ku ew nêzîkî PKK ye. Xort û keçên Kurd bi mêrxasî li Kobanê şer kirin; lê ger alîkarîya pêşmerge û hêzên hevpeymanî yên hewayî nebana, Kobanê bi tevayî ji dest çûbû. Niha jî bajareke wêrankirî maye û ew benda jinûve avakirinê ye. Rêxistinek bifikirin ku bi rêxistinên dî ra hevkarî neke, her tiştên xwe li yên din ferz bike; ew bixwaze nexwaze dê xulamtîya dagirkeran bike û ev jî azadîyê jibo gel nayîne. Ji xwe rihê Eşmeyê ku Ocalan dibêje ev bixwe ye. Ev rihê Tirkbûyînê, Erepbûyînê û Ecembûyînê ye. Di heman çarçeweyê da PKK ket nav hewildanan ku li Şengal jî qanton ava bike.

Lê divê neyê jibîrkirin ku ev weneyê sosretê bi PKK û rêvebirên wê û bi Erdogan û rêvebirên AKP- hukûmat û dewletê ve sînorkirî nîne ye. Helqe gelek firehtir e. Divê Bayik êdî rastîyek bibîne ku rêveberîya dewleta Tirk, ji 1938´an virve ji alîyê Ataturk ve ji goristanê ve tê îdarekirin.Ev mîsal tenê bes e jibo Tirk û Kurda ku di çi haletî da ne. Rêxistinên dervayê PKK yên Kurdî jî ne masum in. Di warê xeta Kurdî û Kurdistanîyê da hema bêje hemî xwedîyê guneheke mezin in. Lîsteya ku Ocalan dibêje 15.000 infazên di nav PKK da çêbûye; bi tena serê xwe felaketek e. Rêvebirên PKK hewqas Kurdperweran bi fizikî kuştine; lê rêvebirên rêxistinên dî jî belku hewqas kesên Kurdperwer bi sîyasî kuştine û nehiştine ku xeteke Kurdistanî li beşa welatê me çêbe. Divê em bawerîyê bi qanûnên diyalektikê bînin û loma wê roj bê, gelê me yê kole jî bigihîje azadî û serxwebûna xwe û xuya dibe ku dê wê rojê muhasebeya vî 40-50 salên dawîyê were kirin. Bila C. Bayik û kesên dî yên xwedî selahîyet bûne û li hemberî vî gelê mezlum sucdar in, pê bizanibin ku ew cezayê ku Bayik dibêje tîmarxane; dibe ku gel qîma xwe pê neyne û cezayê zindanê yê hetahetayê bide wan. Ez nizanim, lê wê dîroka vî gelî hemî qirêtên ku hatine kirin, nirxandina wê bike û biryareke adil bide.

Bi çend rêzên jêrîn ku Bayik û Ocalan dibêjin, ez dê nivîsê bidawî bînim. Di van rêzên jêrîn da jî xuya dibe ku Ocalan û Bayik dewleta Tirk diparêzin û wek Ocalan dibêje, ew dikare xwe Tirkeke herî esil bihesibîne; ew mafê wî û wan e. Lê divê destên xwe yên gemarî ji pêsîra vî gelê bindest berdin û wek Tirka  ji xwe ra sîyasetê bikin, kes pêşîya wan negirtîye. Jibo avakirina xeteke Kurdistanî, ne tenê , qadroyên Kurdperwerên PKK´yî; her weha hemî qadroyên kevneşopên rêxistinên cuda divê fatiheyek li rihê partî û rêxistinên xwe bixwînin û li ser şopeke nû têkevin nav hewildanan. Dervayê wê rîyeke dî tune ye. Ev rastîyeke gelek tal e, lê divê em vê rastîyê qebûl bikin.

Gotinên Ocalan û Bayik waye li jêr e:

“Ez weha xalis muxlis ne Kurd im. Ez xwe ji Tirkek baştir Tirk hîs dikim.  Bila tu Tirkek netewî ji min baştir xwe Tirk nehesibîne. Tevayîya jîyana min, her tiştê min bi Tirkî ye. Wek pratik ez Tirkekî herî baş im.” (Ocalanê Îmralîyê dibêje ku) 

“ öyle halis muhlis Kürt değilim. Türk’ten daha iyi Türk hissederim. Hiçbir milliyetçi Türk kendini benden daha iyi Türk saymasın. Benim tüm yaşamım, her şeyim Türkçedir. Pratik olarak en iyi bir Türküm”. (İmralı´daki Öcalan diyor ki)

Loma Ocalan di salên 90´î da ji D. Perinçek ra gotibû ku eşqa Kurdistanê pê ra tuneye. Loma ew li hemberî sembolên Kurdî û Kurdistanî ye. Loma dilxwazên wî yên kedîkirî di Newroza Amedê da êrîşên Cuwanên Kurdistanê kirin ku çima ew bi alayên Kurdistanê beşdarî kirine. Di heman çarçoweyê da Ocalan ji malbatên eskerên Tirk lêborînê xwestibû ku zaroyên wan di şer da hatine kuştin.Lê qet xema .Ocalan nîne ye ku di encama vî şerê qirêj da nêzîkî 100 hezar Kurd hatine kuştin, bi hezaran cîuwarên Kurd wêran bûne û bi milyonan Kurd mehkûmê jîyana koçberîyê bûne. Jimareya eskerên Tirk li gorî hesabê 15 sal berê ku hatine kuştin 10 hezar e. Ev mîsala lêborînê bi serê xwe nîşan dide ku qasî ku Ocalan aşiqê Tirka ye; hewqas ew neyarê Kurda ye û dixwaze koka Kurdan bîne. Mixabin meriv nikare vê rewşê bi awayeke dî şirove bike. Ji ber wê ye ku Ocalan di pirtûka xwe da pesnê xizmeta xwe jibo Dewleta Tirk dide û dibêje ku wî 2 milyon Kurd jibo Tirkbûnê kedî kirîye û xistîye nav sistema Tirkbûyînê. Divê heqê Ocalan neyê xwarin ku ew di xizmeta xwe da heta niha serkeftî ye. Lê divê Ocalan û mirûdên wî û efendîyên wî yên Ankara jî ji bîrve nekin ku bi dehhezaran xort û keçên Kurd jibo  serxwebûna Kurdistanê wek lehengan şer kirin û rihê xwe yê pak kirin qurbanî û di wê rîya miqedes da şehîd ketin; wê Kurdistan li ser xwîna wan şehîdan ava bibe û tu qewetek nikare li pêşîya vê qanûna dîrokî raweste.

  1. Bayik jî Ocalan tenê nahêle û ew jî di rîya serokê xwe da eşqa xwe ya Ankarayê di heman nivîsê da weha tîne zimên: “… Wey li halê Turkîyeyê ku kesekî wek wî bibe serok. Herhal wê wek Hitler û Enwer Paşa Turkîyeyê ber bi macerayek ve bide meşandin ku encama wê felaket be.”

Bayık Erdogan için; ‘’…Böyle birisi Başkan olursa vay Türkiye´.nin haline. Herhalde Türkiye´yi Hitler ve Enver Paşa gibi sonu felaket olan maceralara sürükler.’’

Wek em li jor dibînin Bayik li berdikeve ku Erdogan felaketek bîne serê Turkîyeyê. Ji ber ku ew xwe wek dilsozek û hezkiroxekî Turkîyeyê dibîne; ew di nav fikaran da ye ku Erdogan tişteke xirab bîne serê dewleta wî. Bila rîya Bayik û hevalên wî yên Tirkhez vekirî be, ma wekî dî em çi bêjin!…

12.04.2015 /Swed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *