PAK hêza xwe ji meşrûiyeta xwe distîne û Dewleta Tirkiyê qanûnên xwe binpê dike.

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) encam û berhema xebateke bêwestan ya 2 salan e.

Li ser banga 11 kesayetiyên Kurd, li Amedê di roja 27.04.2013 an de 400 siyasetvanên Kurd hatin cem hev û bi navê ‘’Jibo Projeyeke Siyasî Ya Nû Komîsyona Diyalogê’’ ava kirin. Komisyona Diyalogê, jibo partiyeke Kurdistanî , girseyî xebatên xwe dest pêkir.

Piştî xebateke 6 mehan , dîsa li Amedê di 19-20.10.2013 an de, bi banga Komisyona Diyalogê civîneke berfireh lidarket û di wê civînê de, Hewldana Partiyeke Kurdistanî (HPK) hate bijartin. HPKê piştî xebata xwe ya salekê, di 18.10.2014 an de li Amedê Kongreya xwe çêkir. Û di wê Kongreyê de biryara ava kirina Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) hate dayin. Di roja 19.10.2014 an de jî bi civîneke girseyî me avabûna Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) îlan kir.

PAK, eve 2 salê, li ser esasê meşrûîyetê xebatên xwe dimeşîne. Ji roja destpêkê heta îro me jibo xebata xwe ya siyasî ji tu derê îzin nexwestiye û em naxwazin jî. Xebata me hêza xwe ji meşrûiyeta xwe distîne.

Dewleta Tirkiyê, heta îro nexwestiye û nehiştiye Kurd bi navê xwe siyasetê bikin.Dibêje bila partiyên Kurdan yê bi nasnemeya Kurd û Kurdistanî bila îlegal bimînin.

Em jî dibêjin ev helwesta dewletê helwesteke li dijî azadiyê ye, li dijî paymanên navneteweyî ye, li djî qanûn Dewleta Tirkiyê bi xwe ye jî. Emê vî mafê xwe jî bikarbînin. Li gorî qanûna avakirina partiyan , jibo avakirina partiyan serîlêdana resmî têrê dike.Û me jî ev mafê xwe bikaraniye.Em vî mafê xwe nahêlin ji keyfîyeta rayedarên dewletê re.

Partiya Azadiya Kurdistanê him wek partiyeke meşrû , him jî wek partiyeke fermî dê xebatên xwe bi awayekî çalak bidomîne. Dewleta Tirkiyê qanûnên xwe binpê dike û ew nuha wek dezgeheke ilegal tevdigere.

Em bangî hemû kes û kesayetî û potansiyela azadîxwaz û demokrat ya Kurdistanî dikin ku li partiya xwe, li PAKê xwedî derkevin. Em bi hevdu re, rêyeke pak, siyaseteke pak, partiyeke pak, pêşerojeke pak ava bikin. 19.11.2014

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *