Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 10

Ez, CANO AMEDÎ (MEHMET CAN AZBAY) di sala 1961 an de, li navça Pasûrê (Kulp) girêdayî Diyarbekirê ji dayik bûme. Dibîstana sereta, min li gundê Xirûcê xwend. Dibîstana navîn li bajarê Meletyê xwend. Pişt re min li Diyarbekirê lîse qedend. Di Zîndanê de, min du caran ezmûnên zanîngehê bi serkeftî qezenç kir. Lê dewleta Tirk mafê xwendinê ne da. Ez di 17 Adar 1980 an de, ji ber sedemên karên rêxistîni ji doza PDKT/KUK (ku ji bo Rizgarîya Netewa Kurdîstanê min xebat dikir) ji alî hêzên dagîrker ve hatim girtin.

Ez 20 sal di zîndanên dewleta Tirk de dîl û girtî mam. Zîndana Diyarbekir ya bi nav û deng “5 nolu” de 8 sal, piştre li bajarê Aydın, Bursa, Çanakkale, Eskişehir, Ceyhan, Entab, Ermenek û di zîndana Ruha de, min 20 salê xwe bi serbilindî û bi serfirazî derbas kir.
Li hemberî dijmînê gêlê Kurd min serî dananî. Di hemû deman de weke Pêşmergeyekî Kurdîstanî, min seknandinek bi rûmet nîşanda. Dewleta Tirk, min bi cezayê darvekirinê ceza kir. Dosya min 6 sal li parlementoya Tirk, ji bo dora darvekirinê hat rawestin. Lê di salên 1991 an de, ev ceza, bi şertê 20 sal raketina hefsa girtî hat girêdan.

Piştî min 20 sal qedand, di sala 2000 an de ji zîndanê derketim. Ji bo, bi cîh bûna Ewropa hevalên min pêşnîyar kirin, lê min nexwest ji Kurdîstanê dûr bikevim. Li dijî dagirkera, li dijî dorpeç kirina pirsgirekên jiyanê weke têkoşerek Kurd radiwestim. Hêvî û daxwazên me roj bi roj ber bi armancên xwe di here. Destkeftî û serkeftinên gele Kurd hêvîyên min xurtir dike.

Ji sala 1996 an vir de, ez bi zimanê Kurdî û Tirkî dinivîsim. Nivîsên min ROJ, NÛROJ, AZADÎ, DENGÊ AZADÎ, ROJAKURD, NETEWE, DİYALOGA NÛ, RİZGARÎ Û ROJEVA KURD hatîye weşandin. Di demên dawî de, li ser rojevê nivîsên min di malpera NETEWE, ROJEVA KURD de tên weşandin.

Maila min remezan re şandibû ev e:

Cano Amedi <canoamedi@gmail.com>
22 Haziran Cum 18:59

Alıcı: rkahramaner

Kek Ramazan merhaba nivîsa te ji min xwest bû, min tekstê wê temam kir û ji te re dişînim.
Ger tu pêwîstîya guhertinekî bibînî bila haya min jê hebe. Ez naxwazim nivîsa min bê sansur kirin an jî guhertin. Gava bê redekte jî bila orjînalîya wê bê parastin. silavên germî…Cano Amedi

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *