Rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê, zêdetir ji 21 kolber birîndar kirin

Hêzên çekdar yên rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de êrîş kirine ser komek ji kolberan û dane ber guleyan  ku di encama teqa hêzên rêjîmê de, zêdetir ji 21 kolber birîndar bûn.

Pêka rapora Ajansa mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, demjimêrên şevê, Şemî 5ê Reşemeya 1402 a Rojî, hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li bajarê Newsûdê, êrêş kirine ser komek ji kolberan û dane ber gulleyan û zêdetir ji 21 kolberî birîndar kirine.

Pêka vê raporê nasnameya hejmarek ji wan kolberan hatitye zanîn ku ewin “Mobîn Keremî” yê xelkê bajarê Sinê, “Bêhnam” xelkê bajarê Merîwanê, “Foad Feyzî” ê xelkê gundê “Hişmîz”ê ser ber bajarê Sinê, “Mîlad” ku nasnavê wî nehatiye zanîn û “Ferzad Rostemî”, û zanyariyên zêdetir dê piştre bêne belavkirin.

Pêka rapora Kurdpa yê hêzên çekdar yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê, teqe li wan kolberan kirine û pişt, serî, dest, pê û serûçavên wan kolberan birîndar kirine.

Ew kolberane bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Herwisa Kolbernewsê jî ragihandiye ku yek ji wan kolberên birîndarbûyê zarok e.

KM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *