Pasdarşn Îranê li sînorê Bane 20 hespên Kolberan kuştin

Hêzên spaha pasdaran a terorîst ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Banê, li kiryareke hovane û li dijî hemû pirensîpên mirovî, zêdetir ji 20 hespên kolber û kasibkaran gullebaran kirin û kuştin.

Pêka rapora “Kolbernews”ê roja Yekşemî 6ê Reşemeya 1402 a Rojî hêzên spaha pasdaran a terorîst a rêjîma Îranê li sînorê bajarê Banê, zêdetir ji 20 hespên kasibkar û kolberan bi awayekî hovane û dûr ji hemû pirensîpên exlaqî û mirovî, bi gulleyên şer kuştine.

hêzên spaha psdaran a terorîst bi awayekî hovane û bi kuştina wan hespan, take alav û sermayeya kasibkar û kolberan bo peydakirina pariyek nanê helal, ji wan standiye.

Kolbernewsê bi tekezî ragihandiye ku pêka girtevîdyoyên ku li ber dest hene, zêdetir ji 20 hespî bi awayekî hovane û bi gulleyên şer, ji aliyê hêzên spaha psdaran ve hatine gullebarankirin û kuştine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *