Serok Barzanî: Hevpariya xelkê ezîz ê Kurdistanê di xem û behî û nexweşiyan de cihê rêz û teqdîra me ye

Bi helkefta bidawîhatina behiya Xanim Zekiya Mistefa Barzanî, Serok Barzanî peyamek belav kir û tê de bi navê xwe û hemî endamên malbata Barzanî spasiya wan kesan dike yên ku tevlî behiya wan bûne.

Serok Barzanî îro (Duşem, 26.02.2024), bi helkefta bidawîhatina behiya Xanim Zekiya Mistefa Barzanî peyamek belav kir û tê de ragehand, “Hevpariya xelkê ezîz ê Kurdistanê û dostên me di xem û behî û nexweşiyan de herdem cihê rêz û teqdîra me ye. Min rêz ji bo tevaya wî xelkî heye yê ku ji dûr û nêzîk hatibû û zehmet kêşa û tevlî xema me bû”.

Herwesa di pareka peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ez spasiya welatiyên xweşevî yên bajarkê Pîrmamê dikim ku di wan çend rojan de hedar li ser zehmetî û qerebalixa behiya me kêşa û mêvandariya xelkî kir. Herwesa ez spasiya erk û westiyana hêzên Pêşmergeyan û dezgehên ewlehiyê û hêzên navxwe û tîmên tendirustî dikim, ku erkê rêkxistina rê û rêbaran û ewlehî û hêsankariyan ji bo mêvanan li ser milên wan bû”.

Deqê peyama Serok Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Ez bi navê xwe û hemî endamên malbata Barzanî spasiyeka bêhempa arasteyî berpirsên fermî û hikûmî û hizbî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê, endamên Civata Nûnerên Îraqê, balyoz û kunsol û nûnerên welatan, rêkxistinên navdewletî, hêzên hevpeymanan, rêberên olî, nûnerên pêkhatên neteweyî û olî, serok û nûnerên eşîretên başûr û naverast û rojavayên Îraqê, nûnerên rêkxistinên civaka sivîl, kesatiyên siyasî, civakî, ferhengî, akademî û werzişî, fermande û hêzên qehreman ên Pêşmergeyan, dezgehên ewlehiyê, hêzên navxwe, berpirsên îdarî û siyasî, medyakaran û hemî tex û çînên Herêma Kurdistanê û Îraqê û tevaya Kurdistaniyên ezîz li her çar parên Kurdistanê û derveyî welatî dikim, ku zehmet kêşaye ji bo ku tevlî behiya xûşka me ya Xudêjêrazî Zekiya Mistefa Barzanî bibin û dilsozî û hevxemiya xwe ji bo me diyar kir û xemên me kêm kirin.

Herwesa ez spasiya hemî wan serok û berpirs û kesatiyên welatan û dostên biyanî û hemî wan rêzdarên derve û navxweya Kurdistanê û Îraqê dikim, ên ku bi rêya tilefon û biroske û peyamên serexweşiyê bûn hevparên xema me.

Hevpariya xelkê ezîz ê Kurdistanê û dostên me di xem û behî û nexweşiyan de herdem cihê rêz û teqdîra me ye. Min rêz ji bo tevaya wî xelkî heye yê ku ji dûr û nêzîk hatibû û zehmet kêşa û tevlî xema me bû. Li vê derê ez spasiya welatiyên xweşevî yên bajarkê Pîrmamê dikim ku di wan çend rojan de hedar li ser zehmetî û qerebalixa behiya me kêşa û mêvandariya xelkî kir. Herwesa ez spasiya erk û westiyana hêzên Pêşmergeyan û dezgehên ewlehiyê û hêzên navxwe û tîmên tendirustî dikim ku erkê rêkxistina rê û rêbaran û ewlehî û hêsankariyan ji bo mêvanan li ser milên wan bû.

Ez daxwazê ji Xudayê dikim ku xêra hemiyan binivîse û ji bela û nexweşiyan dûr bin, rehma Xudê li miriyên hemî aliyan be.

Mesûd Barzanî

26ê Sibata 2024ê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *