PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî

‘’Kek Feyyaz di dilê me de, di têkoşîna me de dijî’’

PWKyê bi minasebeta 5emîn salvegera wefata , welatperwerê kurd, hevalê me Feyyaz Ekmen, li ser mezelê bibîranî.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên ku ji Amed, Batman, Mêrdîn,Hezo, Kerboran û Stenbolê hatibûn li gel kesayetên welatperwer û nûnerê PDK-Sûrîyeyê Veysel Nesîb, roja 30.04.2026ê, li Kercewsê, li ser mezelê , welatperwerê kurd, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, damezrane PWKyê Feyyaz Ekmen, li gel malbata bibîranîn.

Heyeta PWKyê Alaya Kurdistanê danîn ser mezelê Feyyaz Ekmenî û mezelê bi gulanxemilandin.

Di destpêkê de endamê PWKyê Ramazan Kahramaner bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr peyama Serokê Giştî PWKyêMustafa Ozçelîk ya di derbarê jîyan, têkoşîn û keda Feyyaz Ekmen ya di doza azadîyaKurdistanê û di xebata PWKyê de xwend.

Nûnerê PDK-Sûrîyeyê Veysel Nesîb kurte axaftinek kir.

Bibîranîn bi şiklî bi dawî hat.

Peyama Serokê Giştî Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li xwarêye.

Peyama Serokê Giştî Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

‘’Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî

Hevalê me hêja, kek Feyyaz Ekmen di roja 30ê Nîsana 2021ê de, ji ber nexweşîyakoronoya ji nav me koç kir.

Wan kesên ku kek Feyyaz nas kirine, baştir dizanin ku em behsa dikin, behsa kesayetekîçawa dikin.

Rast e, kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. ew di dilê me de, li her çar alîyê cîhanê, didilê bi hezaran kesî de dijî û her bijî.

Kek Feyyaz bi kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa xwe ve ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir, wek kadroyekî, wek rêberekî PDK-Tyê, KİP-DDKDyê û PAKê bifedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo doza zzadîya Kurdistanê, bêwestanher di nav refên têkoşînê de . Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat a Partîya Azadîya Kurdistanê .

Ji ber ku Kek Fayyaz kultur û hişmendîya ku Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) liser hatîye ava kirin, her ji dil diparast; heger îro ew sax bûya, kedkar û kadroyekî pêşengê PWKyê bûya.

Kek Feyyaz Ekmen, bi can û dil Kurdistanî ; netewperwerî, welatperwerî, edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û empatî bingehê felsefeya jîyana .

Herweha kek Feyyaz, bingehê şexsîyeta xwe ji malbata xwe ya welatperwer wergirtibû.

Em soz didin ku alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz tu carî li erdê nexist, emê her liba bidin û emê her di rêya ya bi şeref, bi rûmet û pîroz de bimeşin.

Tu şika me tuneye ku Kurdistan azad bibe û di Kurdistaneke azad de, gelê me mizginîya azadî û serxwebûnê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê.

Tu gotin têrê nake ku em xem û êşa xwe , hezkirina ji Kek Feyyaz , rûmet û serbilindîya binaskirina tarîf bikin.

Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.

Gelê Kurdistanê tu carî kek Feyyaz û keda ji bîr neke.

Bi minasebeta 5emîn salvegera wefata kek Feyyaz, em careke din sersaxîyê ji Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî û ji hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê, ji me hemûhevalên kek Feyyaz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Ruhê şd, cîhê biheşt be.’’

30.04.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *