Cano AMEDÎ
Êdî berbanga payîza nifşê me dest pêkir, her roj di kolanên dijital de, em bi nûçeya wefata dostekî, hevalekî an jî têkoşerekî şiyar dibin.
Weke her nifşekî, nifşê me jî li hemberî geşedan û rûdanên demê, di nav hewldan û têkoşînê de cîh girt. Bi dînamîzm û helwestên şoreşgerî nifşê me, di rojên giran û dijwar re bi hestên herî serbilind, îdealîst û têkoşer tevgerîya, rastî ba û bahozên giran hat. Ji ber kêm amadebûnek rêxistinî û ji ber serkêşîyek ne xwedî biryardar, em bi hev re rastî şikestin û travmayên mezin hatin. Niha jî endamên vî nifşî yek bi yek ji qada jiyanê vedikişe. Mîna pelên westiyayî yên ku êvareke payîzê li ber bayê dikevin; bêdeng, dilşikestî lê di heman demê de bi qasî bîr û bawerîya xwe serbilind û bi rûmet. Em ew bûn ku di zarokatî û ciwanîya xwe de, me êşa cîhaneke giran di sîngê xwe de hildigirt û li ser çiya û girên herî asê, me bi serê xwe rêya berxwedanê hilbijart. Em kedkarên dawî yên nifşekî ne ku di pêvajoyek dirêj û bêhnçikandî ya guhertin û veguherînê de, em di nav toz û paşmayên bahozan de man, lê me tu carî dest ji armancên xwe berneda!
Em baş zanin ku dîroka mirovahîyê berdewama pêlên têkoşîn û berxwedanê ye.
Her nifş li gorî derfetên xwe xwedî ked û pratîkek têkoşînê ye. Lê belê jiyan ji bo nifşê me jî her tim ew rojên xweşî û ronahîyê yên ku me xeyal dikirin, pêşkêşî me nekir an me têra xwe hewl neda ku em bigihijin menzîlê.
Em bi erdhejên civakî, şikestinên siyasî, bi problem û qeydên aborî yên ku di ruhê me de birînên kûr vekirin, rûbirû bûn û hatin ceribandin. Pirî caran, di “keştiyên tenêtiyê” de em hatin darizandin û ketin ber lêpirsînên bêpîvan; di bin giraniya nefamkirinê de, fatoreya her serneketinê li me hat birîn û em wekî “beranê qurbanê” hatin îlankirin. Sîtem, gilî û gazinde bi dawî nehatin, darizandin neqediyan. Bayê bêdengîyê û helwesta sê meymûna li taxên mesûltîyê asê ma, weke Bedena Amedê xwe li sarbûn û bêdengîyê danîn. Lêborînek an silavek, dikaribû çîyayên ji qeşayê bihelîne, lê mixabin her çû çiyayên bêdengîyê û bertekên dêrûnî bilind bûn û rê li ber derîyên dîyalogê asê kir.
Bi salan e hişmendîyek ecêb û hînbûnek cuda bi nifş û civaka me re peyda bûye, dema mirov saxin naxwazin dengê wan bê bibîstin, piştî çûyîna dostekî, dikevin pêşbaziya rêzkirina hevokên herî xemilandî. Dost û hevalên me yên ku dema saxin, em nikaribin mil bidin milê hev û destê xwe dirêjî hev bikin, li wir problemek heye. Lê gava yek dikeve bin axê, em vedigerin ser dîkê û “çîrokên dostanî û hevaltîyê” an jî “çîroka lehengîyê” ji hev re pêşkêş dikin. Helbet herkes ji paca xwe de, dixwaze çend hevokan li çîroka yê çûyî zêde dike û hewl dide ku di tenişt “leheng” de cihekî ji xwe re çêbike. Lê belê rastiya esil ew e ku mirov li dost û lehengên xwe, ne di çîrokan de; lê di dema jiyanê de, têkilîyên germ nişan bide û li gorî hişmendîya gotinên pêşîyan tevbigere:
“Dunya weke gulekê ye, bi hevalên xwe re bîhn bike û bi hevre bimeşin!”
Medyaya civakî ya dijîtal bûye wargeha polemik û bê hiqûqî yê. Heqaret, sixêf, tawanbarî, rûreşî û dengê xirabîyê her diçe di kolanên medyaya civakî de zede dibin. Ev neheqî û bêhiqûqî, li hember wijdanê me wekî bendavek mezin radiweste. Darizandina hevdu di qadên sanal de, hiqûqa pîroz a têkoşîna borî birîndar dike. Ma mîrasa ku em ê ji nifşên pêş re bihêlin, tenê bîranînên tal û şerên bêdawî bin? An jî çandeke dostaniyê ku mîna xelekên zincîrê bi hev ve girêdayî û gava xeletiyek bibe jî dikare bibêje: “hevalê min e” û hevdu hembêz bike!?
Tiştê ku divê em ji bîrnekin diyar e: Rêz girtina hiqûqa têkoşîn û keda hevbeş, pirs û lêgerina hestên hevaltîyê, rêz û rûmeta dostanîyê, çand û mîrasa hiqûqa hevaltî û dostaniyê. Divê em vê çandê bi şêwazekî pêşketî, bi civakê re parve bikin û weke pêşbirka Ala ku di maratonên de bazdidin û radestî nifşên ciwan bikin. Ger ev cewher di jiyanê de biserkeve, wê ji nifşên pêş re mîrasek berhemdar were hiştin.
Divê neyê jibîrkirin ku dostanî, hevaltî an şirîkatîya ked û xebatên kolektif an hiqûqa têkoşîna şoreşgerî, ne tenê bi bawerkirina îdeolojiyekê ve girêdayî ye. Parastina “mirov” û “kedê”, rêzgirtina hiqûqa hevbeş mesûlîyetên giran derdixe pêşîya mirov. Divê em bi destdirêjkirina, destê hevalê xwe de dereng nemînin. Lewra jiyan bi qasî ketina pelek ji darê kurt e; wefa jî ew e ku mirov wê pelê li cihê ku lê ketiye hilde û di rêgeha berdewamîya têkoşînê de, xwedî vîn û biryardarîyê be.
Ji ber vê yekê, li şûna ku em miriyên xwe bikin çîrok, werin em saxên xwe rûmetdar bikin. Şoreşa herî mezin a ku emê ji pêşerojê re bihêlin, dilsozî û wefaya me ya bêhejmar a li hemberî hev e. Ev jî bi serkeftina çanda rêxistinbûnê pêkan e!
30.04.2026 Cano Amedî


