Li Şengalê PKKê tiştên gelek xirab dike / Êrîşa li Dijî Rûdawê karê PKKê ye…

Îbrahîm GUÇLU

PKKê di jiyana neteweya kurd û her kurdekî de û li her parçeyeke Kurdistanê xeterîya xwe didomîne. PKKê her roj, heta her deqîqeyekê bi karên xwe yên xirab derdikeve pêşîya me. Berîya vê demekê PKKê, li Rojavayê Kurdistanê bi xwepêşandanên xwe yên bi wêneyên Ocalan û sembolên PKKê li dijî Serokê Kurdistanê û PDKê derket pêş me. 

Disda du-sê rojan berê PKKê li Rojavayê Kurdistanê hemû nirxên mirovatîyê û hêjayîyên neteweyî yên Kurdistanê binpê kir û perçiqand.

Hiç şik tune ye ku “Siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê ji aliyê navendek taybet ve tê rêvebirin. Taybetî heta wek vê gavê, hertiştê ku rejîma Suriye li dijî kurdan, li rojavayê Kurdistanê dixwaze, bi Qendilê dide kirin.

“Van rojan ENKSê, li rojavayê Kurdistanê hinek xwepêşandan li darxistin. Milîsên PKKê bi tundî êrîşî wan kirin, Ala Kurdistanê binpê kirin,jinên kurd birîndar kirin û wan di kolanê de kaşkirin. Gelek vekirî ye ku tişta Polisên Tirk li Tirkiye, bakurê Kurdistanê dikin, tu cara wek ya ku milisên PKKê li Qamişlo kirîn ne xirabtir e.

“Babetek din ew e ku, gelek aliyên kurd, dema bûyerek rûdide di cih de daxûyanîya derdixin û bûyera şermezar dikin. Gelo çend partîyên siyasî, yan jî dezgehên sivîl, dezgehên mafê mirovan, êrîşa çekdarêm PKKê li rojavayê Kurdistanê şermezar kirin? rastî mirov mereqa van navan dike.

“Di derheqê PKKê de gelek tişt tên gotin, lê dixuye xelkek ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û rojane naxwaze rastîya heyî bibîne. Ji bîr nekin ku dê ev sîyaset ewilî serê xwedîyê xwe û duvre jî serê hevkarên xwe û yê li dûv wan diçin bixwe.

“Li hinek welatên Ewropa, kiryarên çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin.”

                                                *****

PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi dehan salan e ku karên gelek xirab dike. Karên PKKê yê xirab a serek e, xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji vê mezintir xerabîyek li Kurdistanê, li neteweya kurd nayê kirin. Lewra baş tê zanîn û dinya jî û Neteweyên Yekgirtî jî Dewleta Federe ya Kurdistabnê wek hêlîna 50 mîlyon kurdan, hemû beşên Kurdistanê, hemû kurdên li dunyayê dizane. Dema ku PKKê dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, wê demê ev tê wê wateyê ku PKK li hemberî hemû neteweya kurd û kurdan şer dike.

Gelek aşkere ye ku PKKê piştî ku DAEŞ ji Şengalê hat derxistin, bi piştgirîya dewletên kolonyalîst bi taybetî jî bi piştgiriya Îranê li Şengalê cîwar bû. Hasdî Şabî jî wek hêzeke  piştgir ya Îranê û gelek rêxistinên din yên terorîst, neyasayî, biyanî, dagirker li Şengalê cîwar bûn.

Van rêxistinan, li ser gelê me yê Şengalê zûlmeke mezin li darxistin. Şengal tarûmar kirin. Bê aramî çêkirin. PKKê, zarok û ciwanên kurdan ji Şengalê revandin birin kirin leşkerên xwe. Ew zarok û ciwanên ku siyaseta wan neecibandin, hepis kirin, êşkence li wan kirin, ew kûştin. Gor lêkolînekê hejmara zarokên PKKê ji Şengalê revandine, ji yê DAEŞê revand zêdetir in.

Lê ji bona ku rêxistinên terorîst bi tevayî û PKKê ji Şengalê derên, di bin çavderîya Neteweyên Yekgirtî de di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de peymanek hat erê kirin. Hezar mixabin ji salekê zêdetir e ku ev peymana cîbicî nebû.

Gelek fermanderên PKKê jî, ji zûlma PKKê û ji xizmeta wan ya dewletên kolonyalîst eciz bûn, dev ji PKKê berdan.

51 çekdarên PKKê li çiyayê Şingalê 25ê Îlona 2021ê dest ji sengerên xwe berdan û pêwendî bi Fermandarîya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê danîn. Fermandarê wan çekdaran jî aşkere dike: “PKKê xizmeta gelê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Pêşmerge danî.”

Berpirsê Liqê 17 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer jî ragihand, “Îro li çiyayê Şingalê 51 çekdarên PKKê ji nav refên PKKê derketin û xwe gihandin hêzên Pêşmerge yên li Fermandarîya Şingalê.”

Fermandarê wan çekdarên PKKê Şihab Qasim Hesen ragihand, “Baregehên me li navçeya Zorava ya ser bi nahîya Sinûnê bûn. Piştî 5 mehan di nava rêzên PKKê de, em gihîştin wê bawerîyê ku PKKê xizmeta miletê me nake, ji ber wê me pêwendî bi Fewca Yek a Pêşmerge ya Fermandarîya Şingalê danî.”

Ew qewimandin gelek baş û hêja ye. Lê divê hemû kurdên dilsoz yên di nav PKKê de xebat dimeşînin,  dev ji PKKê berdin.

Piştî ku fermandarên PKKê dev ji PKKê berdan, ew kesên ji PKKê re piştgir bûn jî dev ji PKKê berdidin. PKKê ji bona ku pêşîya vê bigire, 52 Şengalî revandine. Nûha ciyê wan jî ne diyar e.

Fermandarek ji Fermandarîya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê Şemo Îdo ragihand ku “52 kes li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatin revandin û heta niha winda ne. Xelkê Şingalê ji reftarên PKKê aciz in û piranîya wan dixwazin pêwendî bi rêzên PDKê bikin.”

Hîç şik tune ye ku PKKê bi dehsalan e ku karên gelek xirab li Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Di van salên dawî de li Tirkiyeyê di rewşeke gelek xirab de ye. Loma jî dê hîn zêdetir êrîşker be. Loma divê hemû kurd vê xeterîya PKKê bibînin, helwesteke zelal li hemberî PKKê dîyar bikin. Ji bona ku PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfîye bibe û bê qedandin xebat bikin.

Divê hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê jî, li hemberî PKKê xwedîyê helwesteke xurt bin. Lewra her partî û rêxistinek, xwedîyê Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Loma jî hemû partî û rêxistinên Kurdistanê, divê dewleta xwe li hemberî PKKê biparêzin û nehêlin ku PKKê zirar bide dewleta wan. Bi taybetî jî divê partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê îzin nedin ku PKKê di nav partîyên wan destwerdanê bike.

 

PKK-Ê LI ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ ÊRÎŞA XWE Lİ HEMBERÎ ÇAPEMENİYA KURDİSTANÊ DIDOMÎNE. 

PKKê bi gelek qerekter û taybetîyên xwe tê nas kirin. Taybetî û qerektereke PKKê jî ew e ku PKKê li dijî çapemenîyê cuda ye. Sedema vê yekê jî li dijî fikir û şîroveyên cûda ye. Ev jî, ji ne demokrat bûna wê tê. Tê zanîn ku PKKê bi her awayî rêxistinek totalîter, dîktatoral, faşîst a civakî ye.

PKKê ji bona ku dixwaze yek partiyek (PKKê), yek  îdeolojiyek (Faşîzm-Kemalîzm-Stalînîzn), yek serokek (Ocalan) hebe û desthilatdar be, ji fikrên cûda ditirse. Fikrên cûda, demokrasiyê, maf û azadîyên mirovî li dijî hebûna xwe dibîne.

PKKê ji bona ku ev sîstema xwe ya dîktatorîya faşîst ava bike, bi giştî li dijî çapemenîyê; bi taybetî li dijî, rojname, kovar, telewîzyonên ne dibin bandor û kontrola wê de ye. Loma jî di van salên dawî, li Rojavayê Kurdistanê êrîşî telewîzyonên Başûrê Kurdistanê dike. Xebata wan qedexe dike. Êrîşî peyamnêr û rojnamevanên wan dikin, wan brîndar dikin, ofîsên wan dişewitînin.

Heman tiştî li hemberî rojname, kovar, radyo, telewîzyonê Rojavayê Kurdistanê yên serbixwe û yên partî û rêxistinên Roavayê Kurdistanê jî dike.

Berîya demekê ofîs û xebata Telewîzyona 24an qedexe kir. 

Dûho jî Ofîsa Telewîzyona Rûdawê şewitand. Lê ev çar car e ku li hemberî Rûdawê êrîş pêk tên.

Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişloyê, ragihand ku derengîya şevê kesên nenas bi bombeyên molotof êrîşî ofîsa Rûdawê ya li bajarê Qamişlo kirin û di encamê de beşek ji ofîsa Rûdawê agir pêket.

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo Berzan Ferman got “Sêşemê di demjimêr 00:30an de heta niha kesên ku nasnama wan nehatîye zanîn, bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê kirin û di encamê de beşek ji Ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hat şewitandin.”

Peyamnêrê Rûdawê, da zanîn ku di derbarê kesên ku heta niha nasnameya wan nehatîye zanîn de hêzên Asayîşa Rêveberîya Xweser dest bi lêkolînê kirine.

Ev metoda bi her awayî metoda PKKê ye. Molotof jî çeka PKKê ya bi navûdeng e. Loma jî Asayîş dizane ku ew kî ne. Lê Asayîş ji tirsa nikare navê wan kesan diyar bike. Dê navê wan veşêre.

Divê hiqûq û dad li benda asayîşa PKKê nemîne. Civata Rojavayê Kurdistanê û hemû rêxisin û partiyên Rojavayê Kurdistanê, komeleyên wan, pêşengê civakî li dijî vê çalakîya faşîst ya PKKê derkevin.

Herwiha peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah jî di derbarê bûyerê de got “di demjimêr 00:30an de ji alîyê grûpeke ku heta niha nasnama wan nehatîye zanîn bi molotofan êrişî ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê hatiye kirin.”

Peyamnêra Rûdawê da zanîn ku “dema êrişî ser ofîsê hatiye kirin, tu kes tê de tune bûye lê zirareke zêde ya madî çêbûye.

Heta niha ev cara çara ye ku êriş li ser ofîsa Rûdawê ya Qamişloyê pêk tê. Cara yekem di 08.05 2021an de, cara duyem di 22.08.2021an de, cara sêyêm 05,09.2021an de û cara dawîn jî di 28.09.2021an de êrişî ser ofîsa Qamişloyê ya Rûdawê hatine kirin.”

Diyarbekîr, 01.10.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *