Numûneyên qirkirinê li ser zimanê kurdî (linguistic genocide)     

Siddik BOZARSLAN

Politika Kolonyalizma Îranê jibo Kurdî

Li Îranê di 1906an da yekem car destûrek (serqanûnek) çêdibe û zimanê farisî wek zimanekî resmî (fermî) qebûl dike ku berîya wê destûrê li Îranê gelek ziman û kultûrên cuda jîyana xwe didomandin ku yek ji wan jî kurdî bû. Bêguman ev politika dewleta Îranê, politikayeke nû bû û politika nîjadperestîyê ango bi tabîreka dî, politika qirkirina zimanekî (linguistic genocide) bû, jibo kurdî û her weha jibo hemî ziman û kultûrên cuda ku li dervayê farisî ku li herêmê hebûn.

Pir vekirî û zelal e ku di destûra Îranê ya pêşî da politika înkarkirin, qedexekirin û tunekirina ziman û kultûrên cuda, her çiqas hatibû nivîsîn jî; di pratikê da pêkanîna wê politikayê ne hewqas hêsan bû. Loma dewlet û hukumeta navendî heta salên 1920an nikarîbû wê politika nîjadperest têxe jîyanê. Di 1921an da li Îranê darbeyek ji alîyê Xanedanîya Pehlevî ve çêbû û bi wî awayî Riza Xanê Pehlewî hat ser hukum û xwe Qralê Îranê îlan kir (1925- 1941).

Di 1923an da ferman hat dayîn ku zimanê farisî li daireyên hukumetê, dan û sitandinên bi nivîskî û ne nivîskî pêk were. Ev fermanname jibo Eyaletên Azerbaycan û Mahabadê (Kurdistanê) jî hat şandin ku tê da  weha hatibû nivîsîn:

”Li ser fermana serokwezîr, li hemî bajaran û bi taybetî li hemî daîre û mekteban, farisî wek zimanê perwerdeyê divê mecbûrî were bikaranîn. Loma di hemî daîre û mektebên ku di bin berpirsîyarîya we da ne, jibo karanîna farisî, herkes rîayetê bike û lazim e hemî xebatkarên daîre û mekteban jî (mamosta, memur û wd), di nav xwe da farisî bipeyîvin.”

Piştî ku Şah Riza cîyê textê xwe qeîm kir; li ser kurdan tade û zulmeke nedîtî pêkanî. Zimanê kurdî, cil û bergên kurdî, edebîyat û kultûra kurdî qedexe kir. Ev politika nejadperestîyê hat radeyeke hewqas dijwar ku gelek kes jibo kurdî axiftine, hatine girtin, şikence dîtine û ketine zîndanan. Şaîrê navdar Hêmin, van numûneyên nejadperestîyê destnîşan kirîye. Dîsa, şaîrê navdar Hejar jî di ”otobiyografiya” xwe da nivîsîye ku ew û bavê xwe çend kitêbên kurdî birine gund û di nav qutîyeke teneke- hesin- da xistine bin erdê, veşartine. Wan, tenê bi şev wan kitêban xwendine û bi roj di bin erdê da veşartine. Şaîrekî dî Xala Min jî, mecbûr maye ku şiîrên xwe ezber kirîye da ku bi nivîskî nekevin destê karmendekî û ew were girtin. Wer dibe ku rojek, şaîr Hejarê xort, di camîyekî da şiîreke Xala Min ji devê xortekî guhdarî kirîye û xwestîye ku wê şiîrê bibîne û jibo wê sê roj rê çûye heta Mahabadê; lê ji tirsan şaîr Xala Min, ew înkar kirîye û gotîye ku wî, wê şiîrê nenivîsîye.

Hukmê Şah Riza, qîma xwe tenê bi pêkanîna qetlîama li ser kurdî û kultûra kurdî neanîye; herêma Kurdistanê jî parçe kirîye, kirîye sê bajar û wan bi Tahranê ve daye girêdan. Van hewildanan hemî, li dijî nasnameya kurdî û Kurdistanê bûne û xewstine ku kurdan bikin faris. Rejima şah Pehlewî, politika xwe ya qedexekirinê anîye qonaxeke bilind ku zimandirêjî li ser kovarek (Misyona Rojhilat ya Lutherîyê- The Lutheran Orient Mission-) jî kirîye ku ew li Amerîkayê derçûye û jibo kilîseyê her jimareyek şandine Eyaleta Kurdistanê. Di despêka sala 1929an da, wergêra jimareya  kovarê ya pêşî, weha nivîsîye:

”THE KURDISTAN MISSIONARY, nav diguherîne, ev ne amanc e û ne politika ye. Dostên me yên Îranî, yanî hukumeta Tahranê, zêdetir nejadperest xuya dikin. Ew difikirin ku ji bajarek ra ango ji herêmêk ra navkirina Kurdistanê, ne minasib e, cîyêwazîyê dike. Berê me li ser posta xwe ya ku dişand, Kurdistan dinivîsand. Ev nav hat betalkirin. Ev coxrafya ku me Kurdistan bi navdikirin, êdî Azarbaycan e…”

Dagirkerîya rejima Îranê, qîma xwe bi tade û zulma ku li ser gel û neteweyên bindestê xwe kirine, neanîne û di demên cuda da û li derên cuda bûne midaxilê dewletên ku şola kurdî lê hebûye. Mîsal, di 1927an da Sefîrê Îranê li Tirkîyeyê Muhammed Alî Foroughi, jibo wezareta derve ya Îranê pêşnîyarek kirîye û digel wê pêşnîyarê analizek li ser kurdan kirîye. Li gora Sefîrê Îranî, tirk wer dihesibînin ku heterojenîya etnikî (yanê etnikîya pirneteweyî) ya Tirkiyeyê, ji qedera xirab ya buhurî ya welatê wan peyda bûye, ew naxwazin ku li ser erdên wan çû unsûrê rizîyayî bijîn. Wan li Tirkîyeyê qetlîama ermenan pêk anîne. Ew nikaribûne kurdan jî wek ermenan hel bikin û wek ku anîne serê ruman, kurdan jî biqewirînin (biqewtînin) derve. Kurd jî musulman û ji Asyayê ne û ji heman dînê tirkan in û xwedîyê nufûseke pir in û ji ber wan semedan in ku ew nikaribûne şola (pirs- gelş) wan hel bikin.. Loma sefîr ji wezîrê xwe ra pêşnîyar dike ku Îran û Tirkîye divê digel hev li dijî şola kurdî tifaqê çêkin, tedbîran bistînin û bixebitin.

Bi heman mantiqê Hukumeta Tahranê, destdirêjîyê Îraqê jî kirîye. Mîsal; dema Taslaxa Qanûna Zimanên Herêmî li parlamentoya Baxdayê di 1931ê da hatîye gengeşekirin û li ser biryar hatîye wergirtin, çapemenîya Tahranê ku di bin bandora hukumetê da bûye, di rûpelên xwe da wê destdirêjîyê nîşan daye. Çapemenîya Tahranê, nivîsîye ku divê parlamento wê neke qanûn ku ew proje ji alîyê Îngilîzan ve hatîye teşwîqkirin, bi wê qanûnê zimanê kurdî jî dibû zimanê resmî. Di 25. 12. 1931 an da Îran, ”Qebûlkirina zimanê kurdî wek resmî, fêdeya wê ne ji kurdan ra û ne ji Îraqîyan ra heye…” nivîsîye.

Piştî Şah Riza Pehlewî, Şah Muhammed Riza hat ser hukum (1941- 1979). Her çiqas wî jî xwest ku wê politika hişk li ser zimanê kurdî bidomîne jî; bivê nevê di dema wî da ji neçarîyê be jî piçek nermayî çêbû ku bi taybetî ev di navbera salên 1941- 1953an da bû. Gelek numûne nîşan didin ku rejima Tahranê, timî xwestîye politika xwe ya qirkirina etnikî (de- ethnicizasyon) bidomîne; lê hin deman mecal ji wan ra tunebûye ku wê politikayê pêk bînin. Loma car caran nermayî li hemberî kurdan nîşan dane.

Li Tahranê, weşangêrên kurd du kovarên farisî amade kirine. Kovara Hefteyî Daxistan (1945- 1960) û Mad (Medya) 2 hejmar di 1945an da derçûne. Di wan weşanan da şolên bajarên Kurdistanê û gilînameyên wan hatibûn nivîsîn. Gelek makale di derbarê şiîr û edebîyat û dîroka kurdî da hatin weşandin.

Dema fikrên kurdevînîyê geş bûne, wek di salên 1952an da hatîye dîtin; hukumeta Tahranê bi xwe jimarek kovara Daxistanê bi farisî û kurdî derxistine ku tê da cî dane nirxandinên kultûr û dîroka herêmên kurdî. Di 1953an da bi girêdayê Zanîngeha Tahranê ve Beşa İlmê ziman, di derbarê zimanê kurdî da du ders hatine avakirin; bernama radyoya kurdî hatîye firehkirin û bi sînorkirî be jî weşangerîya kurdî çêbûye. Lê digel van kirinan jî eşkera bûye ku Tahranê xwestîye herêmên nufûsa kurdî parçe bike bo herêmên ku kurd lê nebûne, yanî bi awayek politika surgûnkirinê xwestine pêk bînin.

Pêvajoya piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, bi xetên qalind tê zanîn. Di 1946an da komarên Azarbaycanê û Kurdistanê hatin damezrandin. Bi wan hewildanan ve hem kurdî û hem azerî bûn zimanên resmî yên komarên nû. Mixabin herdu komar jî emirdirêj nebûn û jîyana xwe tenê salek domandin û ji alîyê rejima Tahranê ve hatin hilweşandin (rûxandin). Rejima Îranê, piştî ku van herdu komaran hilweşand; hemî wesîqeyên nivîskî yên komaran îmha kirin. Wek mîsal, li Tebrîzê kitêbên tirkî li pêşîya avahîya beledîyê hatin civandin û şewitandin. Berpirsê kovara Ayande Mahmut Afşar, jibo asimilasyona li ser kurdan bernameyek pêşnîyar kirîye û weha gotîye:

”Ev karê ku kurdên Îranê bibin faris, dema ev bi serket; kurdên osmanî eger bibin serbixwe jî êdî jibo Îranê nabin xeterek.”

Bêguman ev politika hovîtîyê ku ji alîyê rejima Tahranê ve pêk hatibû; ne tenê çapemenîya Îranê, digel wan zanîngehan jî piştgirîya wê hovîtîyê kirine. Mîsal; li Zanîngeha Tahranê M. Moghadan, ket nav hewildana îspatkirinê ku xwedêgiravî tirkî, zaravayeke farisî ye. Serokê duyemînê Akademiya Ziman Sadik Kîya jî ket nav hewildana tespîtkirinê ku tirkî û erebî, lehçeyên (zaravayên) farisî ne. Endamên Zanîngehên Tahranê û derên dî jî ketin nav hewildanan û îddîa kirin ku li seranserê cîhanê farisî zimanekî herî mezin e û li Îranê jî yek zimanekî ye.

Piştgirîya van hewildanan di nav nejadperestên Îranî da jî her ku çû xurt bû. Van hewildanên zanîngehan hat radeyek ku zilamek li ser navê fîlolojîya Îranê îddîa kir ku zimanê Suryanî ku li Îranê, li Îraqê û li deverên dî dixebitînin, ”Ew zimanê çend hezar serserîyan ne ku pê dipeyîvin…” Bi navê Basir, profesorekî dî jî di kitêbêka dersê da beşek jibo psikosomatikê, ketîye nav versiyona ”Teoriya Zimanê Rojê” ku li Tirkîyeyê ji alîyê Kemalistan ve hatibû formulekirin. Çawa tirkan bi wê teoriya xwe ya beredayî, çavkanîya hemî zimanan tirkî nîşan dabûn; Basir jî ket nav heman sosretîyê û jibo farisî heman tişt rêz kir û got ku ”Roj, xulqandoxê (ango çavkanîya) axiftinê” ye.

Rojnameya Kayhanê ya rojane li Tahranê di 1960an da, hevpeyvînek bi sê fililogan ra çêkirîye û weşandîye. Ji van sê kesan yek jê S. Kîya ye ku di 7ê sibata 1960an da gotîye; li Îranê tenê zimanek heye. Kesekî dî Dr. Safa jî di 10ê sibata 1960an da dibêje ku li Îranê ji dervayî hin zaravayên tirkî, hemî zaravayên dî xwedîyê ”kokên Îranî” ne. S. Kîya, bi navê ”Sînorên Zanînê” di bernameyeka radyoyê da dibêje ku; ”Ji ber gelek sedeman… hewildan çêbûne jibo avakirina edebîyateka taybetî ku hin lehçeyên wek paştû, belûcî û kurdîya bakurê Îraqê, di nivîsînê da werin xebitandin… Divê ferqîyetên gramatikî yên navbera farisî û van lehçeyan werin biçûkkirin…

Paşê, termên wek lurî û kurdî, di warê nerîna zanîna ziman da qîmetek (ercîyayîyek) çênake, ya giring ne ew e ku jibo her lehçeyek nav lê bê danîn; di xebatên zanînê da ji alîyê van navan ve şaşîtî nebe. Edebîyata farisî, afirandina mejîyê hemî Îranîyan e. Tenê ne ji alîyê lehçeyan ve, ji alîyê gelek zimanên cîhanê ve jî, bi awayeke lez û hêsan afirandina edebîyateka weha biriqandî ne mumkun e…”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir