Li Rojhilatê Kurdistanê gireva seranserî hat destpêkirin

Li ser daxwaza rêkxistinên parastina mafên mirovan, xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi daxistina dikan û sûkan dest bi gireva giştî kir, ji bo şermezarkirina bidarvekirina çar ciwanên siyasî yên Kurd ji aliyê Hikûmeta Îranê ve. Ev diyarkirina nerazîbûnê di demekê de ye ku hêzên ewlehiyê yên Îranê termê wan her çar ciwanên Kurd nedane malbatên wan.

Şeş rêkxistinên girêdayî mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê di ragehandineka hevpar de daxwaz ji xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê kiriye ku dest bi gireva giştî û seranserî bikin û bidarvekirina wan her çar ciwanên siyasî yên Kurd şermezar bikin.

Piştî belavbûna wê ragehandina hevpar, serê sibeha îro (Sêşem, 30.1.2024) xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi daxistina dikan û sûkan dest bi girevê û şermezarkirina bidarvekirina çalakên siyasî û sivîl ên Kurd ji aliyê Hikûmeta Îranê ve kir.

Rêkxistina Hengawê ya Mafên Mirovan belav kiriye, hêzên ewlehiyê yên Îranê termên wan her çar ciwanên Kurd ên ku bidarve kirine nedane malbatên wan, lê ji malbatên wan re ragehandiye ku ew bi xwe dê wan bi rengekê nihênî li cihekê nediyar vebişêrin. Hikûmeta Îranê ji wê yekê ditirse ku termên wan bide kesûkarên wan û di dema veşartina wan de merasîmên rêzgirtinê bên kirin û paşî xwenîşandan bên kirin.

Daxwazkerê Giştî yê Tehranê jî ragehandiye ku, ji ber belavkirina mijara piştevaniyê ji bo wan her çar ciwanên ku hatine bidarvekirin, skala li dijî rojnamevanekî livandiye, bê ku navê wî rojnamevanî eşkere bike, lê ajansa nûçeyan a Farisê eşkere kiriye ku, ew rojnamevanê Daxwazkerê Giştî yê Tehranê sakala li ser tomar kiriye, navê wî Şêrzad Hîmetî ye û Birêveberê Pişka Civakî ya Rojnameya Şerqê ye ku li Tehranê derdikeve.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo rêzgirtin li canê her çar ciwanên bidarvekirî û piştevanî û dilxweşkirina malbatên wan bi tacegulan serdana malbatên wan kiriye û tevlî merasîmên behiya wan bûye.

DM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *