Stoltenberg: Îran karektera serekî ya têkdana ewlehî û seqamgiriya deverê ye

Ji ber wê êrîşa dronî ya li sinorê Urdin – Sûriyeyê li dijî serbazên Amerîkayê hatiye kirin, Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg di konfiransekê rojnamevanî de li Waşintonê hevxemiya xwe ji bo gel û hikûmeta Amerîkayê diyar kir û got, “Hevpeymaniya NATOyê Îranê wekî karektera serekî ya têkdana ewlehî û seqamgiriya deverê dibîne”.

Stoltenberg herwesa ragehand, “Îran ji piştevanîkirina wan terorsitan berpirsyar e yên ku li Deryaya Sor êrîşî keştiyan dikin”.

Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê got, “Reftarên Îranê wesa diyar dikin ku cîhan bê qanûn û rêkar e, ev jî pêşhateka metirsîdar e û nayê qebûlkirin, lewma parastina ewlehiya cîhanê erkê me girantir dike”.

Pêr (Yekşem, 28.1.2024) Fermandeya Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragehand, “Ji verêja êrîşeka dronî li ser cihekê serbazî yê hêzên Amerîkayê li ser sinorê navbera Urdin û Sûriyeyê, sê serbazên Amerîkayî hatine kuştin û hejmareka serbazên dî jî birîndar bûn”.

Piştî wê êrîşê, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand ku wan dê bersiveka tund ji bo wê êrîşa dronî hebe ya ku li Urdinê hatiye kirin û sê serbazên wan tê de hatine kuştin.

Herwesa Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh jî di dawî helwestê welatê xwe de li ser wê êrîşê ragehand, “Em gomanê dibin ku ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve tên piştevanîkirin, ew êrîş kiribe”. Herwesa tekez jî kir, “Amerîkayê dê di demekê guncayî de bersiv ji bo wan hebe”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *