HEVALÊ HEMÎD KILIÇASLAN KOÇA DAWÎ KIR!

Me bi xemgînîyek mezin bihîst ku hevalê me Hemîd Kiliçaslan îro ji ber vê nexweşîya malkambax ku çi bigre tevayîya Dinyê dorpêç kirîye, koça dawî kirîye.

Me bi wefata hevalê Hemîd, heval û hogirekî xwe yê hêja û giranbiha wenda kir; lê miletê Kurd siyasetmedarekî jîr, civaknasekî hêja û zimanzanayekî bi rûmet wenda kir!

Hevalê Hemîd di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê, gundê Dêrika Smeîlaxa hate Dinyê. Ew di nav civatê eşîr, ode, doz û dawên xelkê Kurd de mezin bû. Gava tevgera Bakurê Kurdistanê bi damezrandina Partîya Demokrata Kurdistan a Turkîyeyê (PDKT) kete qonexeke nû, ew di sala 1969an de kete nav refên vê partîyê û ji bo mafê gelê xwe yê neteweyî dest bi xebata siyasî û rêxistînî kir. Gava xebata siyasî û rêxistinî li Bakurê Kurdistanê geş bû û pêwîstiya kadirên siyasî zêdetir derket holê, wî dev ji dibistana xwe ya bilind, ango Fakulteya Huqûqê berda û ked û enerjîya xwe bêtir da xebata siyasî û rêxistinî. Di warê şiyarkirina neteweyî de, di nav gundî û kedkararan de xebatek gelek hêja û bi kêrhatî kir.

Hevalê Hemîd yek ji wan kadirên PDKTyê bû ku bi hemû hêz û îmkanên xwe alîkarî û piştgirîya Şoreşa Başûrê Kurdistanê dikir. Gava di sala 1974an de Şoreşa Kurdistana Başûr şikestin xwar û xelkê me yê wî beşî ketin nav pêvajoyek zor û zehmet de, weke gelek kadirên PDKT, hevalê Hemîd jî di vî warî de ji bo alîkarî û bicihkirina malbatên pêşmergayan xebat û xizmetek gelek hêja kir.

Di sala 1975an de, PDKT jî di warê siyasî û awayê xebata rêxistînî de kete nav pêvajoyeke nû. Gava xetek serxwebûnxwaz û şoreşger di nav PDKT de dest pê kir, hevalê Hemîd jî yek ji wan kadirên pêşî bû ku pêşengîya vê xetê kir. Di kongreya PDKT ya 1977an de xeta serxwebûnxwaz û şoreşger giranîya birêvebirîya navendî ya partîyê xistin destên xwe. Hevalê Hemîd di vê kongreyê de weke endamê navendî ya PDKTê hate hilbijartin û dûre jî weke endamê Mekteba Siyasî xebata xwe ya siyasî û rêxistînî bi awakî berfirehtir û geştir berdewam kir.

Xebatên hevalên Hemîd yên di nav gundî, karker, xwendekar û ciwan yên wê demê de, herweha xebat û têkoşîna wî ya ji bo karkerên sendîqaya Batmanê û şevên ji alîyê ciwanên PDKT-KUKê de dihatin amadekirin xwedîyê cihekî taybetî û bi rûmet e.

Piştî darbeya eskerî ya 12ê îlonê ya 1980 de weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan, hevalê Hemîd jî derket dervî welat. Di Konferansa 1ê ya PDKT-KUKê ku di sala 1981ê de hate li dar xistin de, hevalê Hemîd careka din weke endamê Komîteya Navendî ya KUKê hate hilbijartin. Hevalê Hemîd piştî darbeya 1980ê jî gelek xebatên hêja yên siyasî û rêxistinî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Hevalê Hemîd di dawîya sala 1983an de hate Swêdê û demekê li vî derê cîwar bû. Di vê demê de jî bi qasî ji destên wî dihat ji alîyekî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî didomand; ji alîyê din jî xebata xwe ya li ser ziman û kultura kurdî berfirehtir û geştir kir. Di kovara Kulîlkê de ku kovara yekem li tevaya dinyê bi kurdî û tîpên latînî ya zarokan bû gelek çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî weşand. Piştî çûna Swêdê bi demekê jî beşdarî nav xebata Koma Kurmancîyê bû ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dihate birêvêbirin. Wî zêdeyî sî salî jî di vî warî de jî xebat û xizmetek bêhempa ji bo zimanê kurdî kir.

Hevalê Hemîd piştî demekê vegerîya welat û xebat û têkoşîna xwe dîsa li nava welat berdewam kir. Di van salên dawî de wî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî di nav PDK-Bakur de dida domandin û ew yek ji berpirsiyar û berdevkên vê partîyê bû.

Bila Xwedê hevalê Hemîd bi dilovanîya xwe şad bike û mekanê wî rohnî be!

Bila serê malbatê, meriv, heval, hogir û miletê Kurd sax be. Xwedê sebir û aramîyê bide malbatê, heval û hogirên wî!

Oxir be rêwîyê riya dirêj!

Em xebat û têkoşîna hevalê Hemîd ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk tu carî ji bîr nekin.

Li ser navê heval û hogirên Hemîd Kiliçaslan:

Cano Amedî, Yusuf Aydin, Îsmaîl Ay, Nuri Kılıç, Zeki Bayrak, Hamdullah Akyol, Siddik Değirmen, Suleyman Elmas, Sait Aksoy, Ali Altan, Bahattin Hoca, Mehmet Kaya, Zinar Soran, Nezîr Akat, Baran Boskan, Rifat Xoca, Şukru Xoca, Yusuf Azad Erdem, Xidir Uso, Nûrî Botan, Ferhad Bozkan, Cemil Erol, Şefik Karagoz, Ahmet Atasoy, Mehmed Selîm Uzun, Garip Ozcan, Midya Bozkan, Idris Turgay, Yahya Kaplan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *