Li Danîmaraka 6emîn salvegera dagirîya Efrînê hat rûreşkirinê!

Îro 18.03.2024 Komela Kulturî ya Kurd ya li Danîmarka yê, bi piştgirîya Federasyona Komelên Kurdî li Danimarka yê bi bo boneya 6emîn salvegera dagirîya Efrîn ya ji alîyê Tirkîyê ve, li beramber Parlamentoya Danîmarka xwepêşandanekî girseyî rûreş kir.

Wêneyên di destên xwe pêşanaderan da, ew karesatên ku ji lîyê dewleta dagirker Tirkîyê û milîsên wî ve li Efrînê hatine pêkhanînê wek rûşeşîya dewleta terorîst û dagirker û ya cîhana beramber vîya bê deng dida rûyê raya giştî.

Di xwepêşandanê de gelek peyam hebûn ku yek ji wana jî ya Federasyonê bû ku ji alîyê  Selma Akar ve hat xwendinê.

Rûpela Nû/Danîmarka

18.03.2024

Eva jî peyama Federasyonê ye.

Îro 6emîn salvegera dagîrkirina Efrinê ye!

Ji roja 18’ê Adara 2018’an û vir ve, ku Çiyayê Kurdan û Efrînê hatine dagirkirin heta niha, rojek derbaz nebûye ku li dijî Kurdan tawan nehatibine kirin. Dewleta Tirkîyê bi rêxistinên xwe ve rojane tawanên dije mirovîyê pêktînin. Kurd li ser axa xwe rojane rûberûye kuştin, tecavûz, revandin, talan û zordestiyê dibin. Jîngeh tê talan û wêran kirinê.

Dewletên mezin yên li herêmê, di 7.10.2017an de, rê li ber Dewleta Tirkîyeyê xweşkirin ku, dewleta tirk rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Kurdistanîyên hêja;

Bi vê biryarê, Kurdistanî bi komkujiyekê ve rû bi rû man. Dewleta dagîrker a Tirkiyê  bi hinceta ku dibêje ‘xeterîya terorê’ , li ser welatê wî heye. Herkes dizane ku li rûyê cîhanê terorîsta herî mezin dewleta Tirk bi xwe ye.

Dewleta Tirkîyê, beşekî mezin ya Rojavayê Kurdistanê dagir kirî ye. Bi hezaran malbatên kurd di welatê xwe de bûne penaber. Bê şik armanca dewleta Tirkîyê guhertina demografîya Kurdistanê ye.

Dewleta Tirkîyeyê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê wek salên 60î ku ji alîyê dewleta faşîst a baas ve ‘Kemera Erebî’ hatibû pêkhanînê, bi awayekî  berfirehtir bi cîh bîne, Kurdan carekî din bê cîh û war bihêle. Kurd li ser axa xwe bibin ejnebî, bê nasname û bê maf bimînin. Niha projeya dewleta Tirkîyê eve.

Dagîrkirina rojavayê Kurdistanê û guhartina demografiya herêmê ji alîyê dewleta Tirk ve,  ne tenê asayîş û ewlekariya herêmê xistiye xeterê. DAÎŞ û komên islamî yên radikal ku, dewleta Tirk wan xwedî û perwerde dike. Li serê Ewropa û hemû cihanê jî bune bela.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê şerekî mezin, bi bedelên mezin meşand. Serkeftina Kurdan ya li himberî DAIŞê , bû sebep ku xeterîyeke terorî ya herî mezin ji ser serê hemû gelên cîhanê Kêmtir bû. Ji ber vê yekê jî  divê gelên cîhane gelê Kurd bi tenê nehêlin. Divê zextê li ser UN, Yekitîya ewrûpa, Emerîka , Rûsya û dewletên cîhanê bişidînin da ku ew Kurdan bi tenê nehêlin. 

Em bangê hemî alîyên sîyasî û sivîl yên Kurdistanîyan dikin bi bernameyekî hevpar û guncaw beramber vî karesatî bibin yek. Ku bikarin kurdan ji vî mexdûrîyetî rizgar bikin.

Em bangî UN, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka, Rûsya û hemû dewletên cîhanê û dezgehên sivîl yên  hiqûqa nevnetewî  qebûl kirine dikin ku rê nedin tawanên Dewleta Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê.

Bijî Efrîn!

Bimire dagirker!

Bijî Kurd!

Bijî Kurdistan!

Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka

18.03.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *