Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dehan mamosteyan li ber avahiya Birêvebiriya Perwerdeyê xwenîşandaneke nerazîbûnê li dar xist. Mamosteyan biryara Wezareta Perwerdeyê ya li ser zimanê Kurdî red kir. Di çalakiyê de qala girîngiya zimanê dayîkê hat kirin. Her wiha mamosteyan daxuyaniyek xwend û hinek daxwazên xwe yên sereke anîn zimên. Wan xwest ku perwerde bi zimanê Kurdî were misogerkirin û Kurdî ne tenê wekî dersekê were dayîn. “Divê mafê fêrbûna zimanê dayîkê were garantîkirin” Xwenîşanderan xwest ku mafê hemû xwendekarên Kurd ên li Sûriyeyê ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê were garantîkirin. Mamosteyan got ku divê planek were danîn da ku gav bi gav perwerdeya bi zimanê Kurdî derbasî pratîkê bibe. Dersên çand û dîroka Kurdan Yek ji daxwazên wan ên sereke ew bû ku dersên çand û dîroka Kurdan di nav bernameyên niştimanî de werin bicihkirin. Her wiha wan xwest ku di xwendina bilind de jî beşên taybet ji bo amadekirina pisporan werin vekirin û yasa vê yekê garantî bike. Daxuyanî wiha ye: “Me ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê nirxand ku 27ê Tebaxa 2026an derketiye. Ev biryar li ser sererastkirina rênimayên pêkanîn e û bi taybetî qebûlkirina zimanê Kurdî di dibistanên navîn de wekî zimanekî xwendinê li xwe digire. Ev gav ji bo naskirina fermî ya zimanê Kurdî bipêşketineke girîng e. Lê em tekez dikin ku tevî girîngiya wê, ev naskirin pêwîstî bi pêşxistina qanûnî û perwerdeyî heye. Bi vî awayî dê bikaranîna mafê zimanî bi awayekî bêkêmasî were misogerkirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê…
Categorie: Pêşandan
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan RÛDAW RÛDAW 12 DEMJIMÊR BERÊ Guhdarî bike
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo redkirina biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî xwenîşandanek hat lidarxistin. Bi sedan xwendekar, mamoste û malbat tevlî xwenîşandanê bûn. Xwenîşanderan pankartên wekî “Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hildan. Meş ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewam kir. Daxuyanî hatin xwendin Li Qada Jina Azad piştî rêzgirtin û xwendina sirûda “Ey Reqîb”, daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were garantîkirin. Xwenîşanderan diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji nişka ve biryareke nû daye. Li gorî wê biryarê, zimanê Kurdî dê tenê 3 demjimêran wekî dersekê were xwendin û materyalên din dê li gorî bernameya niştimanî bin. “Nabe keda 15 salan têk biçe” Gelê Amûdê ev biryar red kir û anî zimên ku ev 15 sal in xwendekar ji pola yekem heta zanîngehê bi Kurdî dixwînin. Wan tekez kir ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û nabe ev keda 15 salan têk biçe. Xwenîşanderan xwestr ku materyal û pergal wekî sala borî bimînin. Her wiha wan bangî rayedaran kir ku bi lez destwerdanê bikin û bi paşeroja xwendekaran nelîzin. (RN)
Bang Jibo hemû Kurdistanîyan!
Bang Jibo hemû Kurdistanîyan! Ji bo azadî, demokrasî û wekhevî li Îranê werin em bihevre bimeşin!…
‘Astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê qedexeya li ser zimanê Kurdî ye’
MED-DER, DILKURD û Egîtîm-Senê bi daxuyaniyên hevdem bang kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê wekî mafekî…
Wêneyên Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê gelekî rengîn e
Festîvala Sêyemîn a Şal û Şepikan a Zaxoyê bi gelek çalakiyên cuda û rengîn berdewam dike.…
Di xwepêşandana li Qamîşlo de HSDê bê posterên Öcalan û ala PKKê bûn
Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamîşlo ji bo destekê bidin HSDê xwepêşandan hat kirin û di…
VİDEO – Tahir Elçi, katledilişinin 9. Yılında anılıyor
Ardil Batmaz Diyarbakır Barosu Başkanı Tahir Elçi, katledilişinin 9. yılında anılıyor. Diyarbakır Adliyesi önünde toplanan grup,…
ÇEWLÎG – Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên zanîngehê meşiyan û li dijî tundûtûjiya li ser jinan…
Li Amed û Dêrsimê xelk li dijî kuştina jinan meşiya: ‘Hêrsa me mezin dibe!’
Li parêzgehên Amed û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê li dijî kuştin û tundûtûjiya li jinan xwepêşandan…
IDLIB – Tirkiyeyê rojnameger girtin: ‘Di bin şkenceyê de ne!’ -Video
Li parêzgeha Idlibê ya bakurrojavayê Sûriyeyê, roja Sêşemê hejmarek çalakvanên sivîl û medyakaran xwepêşandanek kir.…
Haberler Gündem Roboski İçin Adalet Girişimi: 4 bin 627 gündür adalet arıyoruz
Roboskî İçin Adalet Girişimi, Şırnak’ın Uludere ilçesine bağlı Roboskî köyünde 28 Aralık 2011 tarihinde savaş uçaklarının gerçekleştirdiği bombardıman…
Şemzînan – 30 sal di ser kuştina 14 kesên gundê Bêgalte re derbas bûn
Şewket Herkî Li gundê Bêgalteyê yê navçeya Şemzînanê 30 sal berê 14 kes ji aliyê artêşa…
PWK ŞAXA BATMANÊ DI SALVEGERA 99 EMÎN DE ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BIBÎRANÎN
Rêvebirîya Batmanê ya PWKê 29.06.2024 an de li Batmanê saet 16.00an de li sere Şara(caddeya)Gulistanê…
DEDAŞ’a bir tepki de iktidara yakın STK’lardan: ‘Dayanacak sabrımız kalmadı’
Urfa’da iktidara yakınlığıyla bilinen STK’lar da elektrik kesintilerine tepki gösterdi. DEDAŞ önünde gaz lambalı eylem yapan…
Li Danîmaraka 6emîn salvegera dagirîya Efrînê hat rûreşkirinê!
Îro 18.03.2024 Komela Kulturî ya Kurd ya li Danîmarka yê, bi piştgirîya Federasyona Komelên Kurdî li…