ALMANYA – Siyasetmedarê Kurd Saît Aymaz canê xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Çewlîgê Sait Aymaz li bajarê Kolnê yê Almanyayê di 82 saliya xwe de canê xwe ji dest da.

Şaredarê berê yê Çewligê Sait Aymazê ku du sal in çareseriya pençeşêra pişikê werdigirt şeva 16ê Adarê li mala xwe ya bajarê Kolnê canê xwe ji dest da.

Siyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz ji Rûdawê re ragihand, “Saît Aymaz li mala xwe ligel zarokê xwe canê xwe ji dest daye û dê dawiya hefteyl li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi axê bê spartin.”

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Saît Aymaz dê roja 23yê Adarê denjimêr10:30î li goristana Melatenfriedhof Trauerhalle Piusstrasse ya Kolnê bê veşatin.

Herwiha taziyeya Saît Aymaz jî dê roja 23yê Adarê demejimêr 12:00 – 17:00an li Wolkenburg Maurittiussteinweg 59-61 ya Kolnê bê danîn.

Saît Aymaz kî ye?

Sala 1942yan li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1973yan ji CHPyê wekî Şaredarê Çewligê hat hilbijartin û heta 1977an berdewam kir.

Demekê li Enqerê wekî wekîlê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Bilind kar kir.

Aymaz berî derbeya 1980yî koçî Almanyayê kir. Her çiqasî rêveberiya derbeyê ya Tirkiyeyê ji Almanyayê daxwaza radestkirina wî kiribû lê Almanyayê ev daxwaz bi cî neanî.

Aymaz li Kolnê li ser tekoşîna demokratîk a gelê Kurd xebatên hêja kirin û keça wî Berivan Aymaz Parlamentera Kolnê û Cîgira Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *