Efrîn 6 sal berê hat dagirkirin: Dagirkeran heta îro çi bi serê Efrînê aniye?

Efrîn herêmeke Çiyayê Kurmênc e, herêmeke çiyayî ye, bi dar û berên xwe gelekî dewlemend e.

Efrîn berî were dagîrkirin, li wê derê rêjeya Kurdan ji sedî 97 bû.

Roja 18ê Adara 2018an ji aliyê Enqerê û çekdarên Mixalefeta Sûriyeyê ve hat dagîrkirin.

Tenê di rojên operasyona leşkerî de 300 hezar welatî neçar bûn, mal û milkên xwe bicih bihêlin û koçber bibin.

Kurd koçber bûn

Zilma berdewam a li dijî Kurdan piştî şer jî wiha kir koçberbûn berdewam bike.

Meh li pey mehê, Ereb û Tirkmen zêdetir şandin Efrînê û li mal û cihên malbatên Kurd hatin bicihkirin.

Di Kanûna Pêşîna 2020î de 13 hezar kes çûn Efrînê.

Wê mehê hejmara xelkê Efrînê 442 hezar û 828 kes bûn, 157 hezar û 278 kes Kurd bûn, 285 hezar û 550 kesên din jî hawirde bûn.

Rêjeya Kurdan kêm bû

Wê demê rêjeya Kurdan ji sedî 35 bû, rêjeya Ereb û Tirkmenan jî ji sedî 65 bû.

Niha hejmara xelkê Efrînê 840 hezar kes e, 647 hezar ji wan Ereb û Tirkmanên hawirde ne, tenê 193 hezar ji wan Kurd in.

Rêjeya Kurdan daketiye ji sedî 23, rêjeya Ereb û Tirkmanên hawirde bûye ji sedî 77.

Metirsiya herî mezin

Metirsiya herî mezin li ser Efrînê guherina demografîk e.

Erebî zimanê fermî ye, Tirkî jî zimanê duyem e, nivîsînên li ser tabloyan bi Erebî ne, hinek carana jî bi Tirkî ne.

Navên sembolên diyar hatine guherin.

Wan Meydana Newrozê ya li bajarê Efrînê kiriye Meydana Selahedînê Eyyûbî.

Herwiha wan navê Meydana Kawayê Hesinkar jî kiriye Meydana Şaxê Zeytûnê, ew jî navê operasyona dagrkirina Efrînê ya sala 2018an e.

Avakirina komelgehan

Pişta Efrînê bi avakirina komelgehan hat şikandin.

Niha zêdetirî 20 komelgehên niştecihbûnê li Efrînê hene.

Tirkiye, Qeter, Kuweyt û Filistîn di avakirina wan de bûne alîkar.

Piraniya wan komelgehan li sînorên nahiya Bilbilê û Cindirêsê ne.

Li Bilbilê 7 komelgehên niştecihbûnê hatine avakirin, niha li wir ji sedî 82 xelkê hawirde ne, tenê ji sedî 18an xelkê resen in.

Li sînorê Cindirêsê jî 6 komelgeh hatine avakirin, niha ji sedî 79ê xelkê wê navçeyê Ereb û Tirkmen in, tenê ji sedî 21 Kurd in.

Li navçeya Şerayê jî 3 komelgehên niştecihbûnê, li navçeya Şiyê jî 2 komelgeh hatine avakirin.

Rêjeya Ereb û Tirkmanên hawirde li Şerayê bûye ji serdî 75, li Şiyê jî bûye ji sedî 67.

Kurd li wê herêma Rojavayê Kurdistanê bûne kemîne, Ereb û Tirkmen li cihên wan hatine bicihkirin.

Lê xelkê Efrînê ti caran hêviya xwe ji vegerê qut nekirine û dibêjin, zû be dereng be, rojekê vegerin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *