Li Baxdayê Dawîya Hukmê Monarşiyê (1958) û Komara Îraqê 

Siddik BOZARSLAN

Wek di pratikê da hatîye dîtin, CN dema qebûl kir ku Îraq wek dewleteka nû bibe endamê wan, rê li ber hukumeta Baxda vebû ku bi ya xwe bike û mafên kurdan û zimanê wan jî binpê bike. Êdî jibo Baxdayê qet xem nebû ku ew di 1925an û 1932an da sozê bide CN da ku mafê zimanê kurdî di bin hukmê xwe da bide xebitandin. Wek li lîvayên Mûsil û Kerkûkê hat dîtin, hemî mekteb û îdareyên dewletê tam li gora politika erebîkirinê, kirin ereb. Dema salnameyê 1957 nîşan dida, mektebên keçan ên Silêmanîyê bi erebî perwerde dimeşandin. Tenê li Hewlêrê (Erbîlê) mektebeka kurdî mabû.

Li Îraqê ji salên 1932yan heta 1958an hukmê monarşiyê hebû. Lê di 14ê temûza 1958an da darbeyek pêk hat û hukmê monarşiyê li Baxdayê hilweşîya. Mele Mistefa Berzanî û hevalên xwe ku piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mahabadê, ji neçarî çûbûn Sovyetê û piştî 12 salan ew vegerîyan Îraqê û Kurdistanê. Barzanî, di gel heyeta xwe, li Baxdayê, bi merasimeke fermî hatin pêşwazîkirin. PDK, di bin serokatîya Barzanî da, dest bi xebatên legal kir û piştgirîya hukmê Baxdayê kir.

Destûra Îraqê ya muwaqet madde 3, kurd û ereban wek du neteweyên şirîk ên wekhev qebûl kiribû û di yekîtîya Îraqê da, mafên wan hatibû nivîsîn; lê bi şertê ku Îraq parçeyeke dunya erebî hatibû destnîşankirin. Ev fikrê şirîkatîya wekhev, xwedêgiravî di armeyên ordîya Îraqê da wek nîşaneyên şûrê erebî û xencera kurdî hatibû qebûlkirin. Bi vî awayî kurdên herêmê cara ewil di destûrê da bi mafê xwe yê nasnameyî qebûl bûbûn.

Lê balkêş bû ku maddeyên destûrê, di pratikê da têr nedikir jibo karanîna zimanê kurdî li mekteban û li daîreyên hukumetê ango dewletê. Bi tabîreka dî, gotin û kirinên ereban lihev dernediket. Loma gotina bapîrên me “Gotin û kirin mêr e, negotin û kirin şêr e, gotin û nekirin kerê nêr e.” ango “Yê ku kir û nepeyîvî şêr e, ê ku kir û peyîvî mêr e, ê ku peyîvî û nekir, kerê nêr e.” tam li gora qalibê dagirkerên welatê me ne. Her weha di çarçoveya destûra nû da, kurdan herî zêde mafên azadîya çapemenî- rojnamevanî- weşangerî, çapkirina kitêb û weşanên radyoyê da fêde dîtin. Lê bi karanîna kurdî jibo perwerde û daîreyên resmî, dîsa wek berê bi sînorkirî ma.

Li Baxdayê pêvajoya 1958-1959an, wek pêvajoya demokrasîya nispî bû ku ew ciyê xwe dabû sistema parlamenterîyê û ev sistem jî ket bin kontrola diktatoriya Abdul Kerîm Kasim. Loma çiqas ku dem diçû û wan cîyê hukmê xwe qeîm dikir, daxwaz û talebên kurdan jî paşguh dixistin.  Wer bû ku dema di sibata 1961ê da Kongreya Sêyemîn ya Mamostayên Kurd bicivîya; wan destûr nedan kongreyê û hemî şaxên (şubeyên) mamostayên kurd yên li Kurdistanê girtin. Kasim`ê diktator bi van hewildan û biryarên xwe yên qedexekirinê nîşan dida ku ew êdî tehemulî navê nasnameya kurdî jî nake. Jibo propaganda van dîtinên xwe yên nîjadperestîyê, di despêka 1961ê da di organa hukumetê ya rojane El Thawra da rêzemekaleyan weşandin û nivîsîn ku li Îraqê tenê neteweyek heye.

Di hezîrana 1961ê da kurdan daxwaz kirin ku maddeya 3em ya destûra muwaqet divê were bikaranîn û zimanê kurdî wek resmî li herêma Kurdistanê were xebitandin. Van daxwazên kurdan nehatin qebûlkirin û di îlona 1961ê da şerê kurd û ereban destpêkir. Digel hin agirbestan ev şer heta 1970yan berdewam kir. Di adara 1970yan da lihevhatinek di navbera Baxda û kurdan da çêbû. Wek em pê dizanin, di 1963yan da, li Baxdayê darbeyeke dî çêbû û rejima Baasî ya yekemîn (8 sibat- 18 çirîya paşîn 1963) despêkir. Navbera rejîma Baasê û kurdan da hevdîtin û gengeşeyên otonomîyê çêbûn. Yasayeka nû hat îlankirin ku ew çarçoveya otonomiyê dabû dîyarkirin. Li gora wê yasayê wîlayetên Erbîl û Silêmanîyê û herêma Çemçemal ya girêdayê Kerkûkê û girêdayê wîlayeta Mûsilê herêmên Zaho, Dihok, Îmadîye, Aqrê û Zîbar ku wîlayeta Dihokê pêktanîn û hukumeta Silêmanîyê dihat çêkirin. Yasayê van şertan jî dabû pêşîya xwe:

A)Di bin îdareya Silêmanîyê da zimanê resmî erebî û kurdî ye. B) Di mektebên sereta û ortê da zimanê perwerdeyê kurdî ye lê erebî jî wek zimanê duyemîn dê were hînkirin. C) Di lîse û mektebên dengî da perwerde bi erebî ye.

Balkêş bû ku di demeke wisa hestîyar da hem ev yasa hat weşandin; hem kurdên ku li Baxdayê muzakereyên otonomîyê pêktînin, hatin binçavkirin û êrîşên li ser kurdan hatin meşandin. Ji ber ku li ser coxrafya otonomîyê gengeşe negîhabûn encamekê. Belam sînorê otonomîyê, herêmên Kerkûkê û Dîyalayê li derve hîştibû. Ji ber ku Kerkûk, hem navenda endustriya petrolê bû, hem jî piranîya nufûsa herêmê kurd bûn û Dîyala jî navendeka biçûk ya petrolê bû, nêzîkî Xanikîn bû û rêya petrola ku ji Baxdayê diçû Îranê jî di nav ra derbas dibû.

Rojên ewil yên êrîşên ereban li ser kurdan, herêmên kurd ên Kerkûkê bi buldozeran hatin xirabkirin. Gelek gundîyên kurd ên deştên Kerkûk û Erbîlê, ji malên xwe hatin qewirandin jibo ereb werin şûnwarên wan.

Darbeya duyemîn ya Baasî, di 18 çirîya paşîn 1963an da çêbû û careka dî şer rawestîya. Di 29yê nîsana 1964an da destûreka muwaqet hat çêkirin û li gora wê, zimanê erebî kirin zimanê resmî. Maddeya 19an ya destûra nû, tişteke ecêb (wek di destûra tirkan da -ji bil gotina kurdî- jî heye) jibo kurdan xiste rojevê. Naveroka wê weha ye:

“Tevayîya Îraqîyan li pêşîya yasayê wekhev in. Ewana di warê mafên kamûyê û vatinîyan da wekhev in ku jibo cudayîyên nîjad, kok, ziman, dîn û bawerîya olî li wan nayê nihêrtin. Ereb û kurd jî di nav da tevayîya Îraqîyan, jibo parastina welatê xwe hevkarîyê dikin. Ev destûr, mafên wan ên neteweyî di nav çarçoveya yekîtîya Îraqê da dixe bin ewleyîyê (garantî dike).”

Alîyên kurdan van daxwazên xwe pêşnîyar kirin (11. 10. 1964): (a) Maddeya 19an, bi awayê : “Ev destûr, li ser esasê xweserîyê di tevayîya Îraqê da mafên gelê kurd qebûl dike” divê were guhertin. (b) Lîvayên Erbil, Kerkûk û Silêmanîye û digel qezayên Zaxo, Duhok, Aqra, Îmadîye, Şeyxan, Sincar, Tel Afar û Xanikîn, hemî nahîye û qezayên ku piranîya wan kurd in û di Lîvayên Mûsil û Dîyalayê da ne” divê bibin wîlayeteka Kurdistanê. (c) Di vî wîlayetê da divê kurdî bibe zimanê resmî, erebî jî were bikaranîn û mafên hindikneteweyan were qebûlkirin ku ew jî zimanên xwe bikarbînin.”

Hevdîtinên navbera delegasyonên kurd û ereb, di despêka sala 1965an da berdewam kir. Delegasyona kurd di 24ê kanûna paşîn da taleb kir ku; “Yasaya Zimanên Herêmî” divê dîsa were xebitandin û li herêmên ku kurd lê pirr in, zimanê herêmî jibo perwerdeya heta dereceya ortê were xebitandin. Hukumetê jî wê daxwazê di 7ê sibatê da qebûl kir.

“Naskirina kurdevînîya (nationalism) kurdî wek rastîyeka heqîqî ye. Ne nûha û ne di pêşerojê da tu kurdek nabe ereb. Zimanê kurdî, li Qeza û nahîyeyên ku pirranîya wan kurd in, heta dereceya ortê dê zimanê perwerdeyê be.“

Digel wê jî bi awayeka vekirî ji kurdî ra statuya zimanê “resmî” nehat dayîn. Belge dide xuyakirin ku, “Di tevayîya Îraqê da zimanê resmî erebî ye. Kurd, dikarin di mektebên pêşî û ortê da perwerdeya kurdî bibînin.”

Êrîşa sêyemîn ya mezin, di nîsana 1965an da despêkir. Di orta hezîrana 1966an da agirbetsa sêyemîn ya resmî çêbû. Maddeya 19emîn ya destûrê di 9ê îlonê da weha guherî: “Ev destûr, mafên kurdan yên neteweyî, di çarçoveya birayetîya neteweyî ya gelê Îraqê da qebûl dike.” Serokwezîr di 29yê hezîrana 1966an da jibo çareserkirina şola kurdî, bernameyeka 12 maddeyî eşkera kir. Bername, van nuqteyan dabû xuyakirin:

“Hukumetê, di destûra guhertî ya muwaqet da bi awayekî misoger neteweyê kurd qebûl kirîye û amade ye ku vê nuqteyê di destûra daîmî da zelal bike; di vê destûrê da neteweyê kurd û mafên wî yên neteweyî, di çarçoveya dayîkaniştîmanî ya Îraqê da wek du neteweyên bingehî – ereb û kurd- qebûl bike û dê ereb û kurd xwedîyê heman maf û vatinîyan bin.  Ne hewceyî gotinê ye ku hukumet, cîyên ku nufûsa kurdan lê zêde bin, digel erebî dê zimanê kurdî jî resmî were qebûlkirin. Zimanê perwerdeyê, li gora yasayê û konseyên herêmî dê bi duzimanî were kirin.”

Di 17yê temûza 1968an da, darbeyeka hukumetê çêbû û Hukumeta Baasî ya Duyemîn hat ser hukum. Di wê navberê da piçek pêşveçûn jibo karanîna wê bernameyê (deklerasyon) çêbû. Li ser bingehê bernama 12 maddeyî ya 1966an dîsa sozê çareserîya şola kurdî bi awayeke aştî û adil hat dayîn. Di nav karên pêşîn da li Silêmanîyê vekirina Akademîya Kurdî û Zanîngehekê bû. Lê di 1969an da dijminatî careke dî paşve zivirî; lê hevdîtinên lihevhatinê, heta Peymana 11ê adara 1970yî berdewam kir. Ev pêvajo hat asteka ku Otonomiya Kurdistanê jibo adara 1974an biryar hat dayîn. Peymana ku wek Manifestoya 11ê Adarê hatîye binavkirin, gelek daxwazên kurdan dianîn cîh ku hukumetên berê jibo peymaneke weha neamade bûn. Vê paymanê, kurdan wek neteweyek Îraqê ya duyemîn ya eslî qebûl dikir û zimanê kurdî jî zimanê resmî qebûl kiribû:

“1.Zimanê kurdî, digel zimanê erebî ew cîyên ku nufûsa kurdan di piranîyê da be, dê bibe zimanê resmî. Li wan herêman zimanê kurdî dibe zimanê perwerdeyê. Li hemî derên ku bi kurdî perwerde were kirin, li wan mekteban erebî jî dê were xwendin. Li derên dî yên Îraqê, di çarçoveya ku qanûnê da, kurdî wek zimanê duyemîn dê were hînkirin.”

Nasandina neteweyê kurd, di destûra muwaqet da cîh girt û di 16ê temûza 1970yî da qebûl bû. Madde 5. (a) Îraq, parçeyek ji neteweyê erebî ye. (b) Gelên Îraqê ji du neteweyên eslî pêk tê. Neteweyê ereb û neteweyê kurd. Ev destûr, di nav yekîtîya Îraqê da mafên neteweyî yên hemî hindiknetewan qebûl dike.  Madde 7. (a) Erebî, zimanê resmî ye. (b) Kurdî jî digel erebî di herêmên kurdan da zimanê resmî ye. Lê çi hebû ku digel van maddeyan û haydarîyan, peymanê şola Kerkûkê çareser nekir. – Hem dema hukumetên çûyîn û hem dema hukmê Baasîyan, divê li Kerkûkê referandum bihata çêkirin û li gora encamên referandumê statuya Kerkûkê bihata dîyarkirin; lê ereban tu car qebûl nekirin ku referandum çêbe.- Her du alîyan jî teahud kiribûn ku mercên peymanê pêk bînin, lê wek şola Kerkûkê û şolên heyî her ku çû zêdetir û mezintir bûn. Ev jî bi xwe ra şerê kurdan û ereban ji nûve anî û geş kir. Lê lihevhatina Îraqê û Îranê ya adara 1974- 75an, bû semedê encama têkçûna şerê kurdan. Ji ber ku Amerika û Îranê heta wê demê piştgirîya kurdan dikirin; lê piştî lihevhatina Îran û Îraqê, jibo kurdan ew piştgirî nema bidome.

Piştî têkçûna tevgera kurdan rejima Baasê, ket nav hewildanê jibo otonomîya kurdan li gora dilê xwe têxe jîyanê. Di vê hewildana hukumetê da qasî nîvê herêma Kurdistanê li dervayê sînorê otonomîyê ma. Li Muhafaza Mûsilê (Nînova) Aqrê, Şêxan û Sincar; li Dîyalayê Mandalî, Qoratu, Meydan, Xaniqîn; li pirranîya Lîva Kerkûkê. Harêmên mayî jî ji Muhafizên Silêmanîyê, Erbîl û Duhok sê grub çêbû. Ev şema dişibîya teklîfa Hukumeta Silêmanîyê ya rejima Baasî ya yekemîn. Di şûna bajarê Silêmanîyê da bajarê Erbîlê wek navenda îdara hukumetê hat bijartin.

Lê Baasîyên nîjadperest, qîma xwe bi wan kirinên xwe yên dijî kurdan nanîn. Ew li fersendan gerîyan ku ji têkçûna hereketa kurdî jî îstîfade bikin û li dij neteweyê kurd bikevin nav hewildanên qirkirinê. Parçeyeka vê qirkirinê, bê guman li ser sînorên Îran û Tirkîye çêkirina şerîda eskerî û valakirina wê herêmê ji kurdên wê navçeyê bû. Loma li gora sînorê Îraqê, di sînorê bakurê Tirkîyê û herî bakurêrojhilatê Îranê bi dirêjayî 20 km. ji kurdên herêmê vala kir; li herêmê gund, erd çavkanîyên avê û cîyên fêkîyan hatin xirabkirin ku qet meriv li wê der nehîştin.

Wan ji xwe ra kirin amanc ku têkilîyên kurdên herêmê û yên her dualîyan ku hemî xismên hev bûn, werin birîn, ku jibo pêşerojê bikaribin berxwedan û serhildanên kurdan têxin bin kontrola xwe û wd. Xwestin li wê herêmê wargehên leşkerî ji xwe ra ava bikin û bere bere herêmê bikin warê ereban. Ev proje, li bakur Zîbar, Barzan, Atrûş û Zaxo; li başurê Erbîlê heta deşta Maxmurê ku derdora ji 100– heta 300 hezar serjimar digirt nava xwe, li ser navê civandina wan jibo “gundên stratejik”, wê serjimara, di 1977an da rêkirin başûr û çolên ereban.

Di çarçoveya ziman da jî Baasîyan pirralî xebitîn ku zorbirî zimanê kurdî bikin. Mektebên kurdî ku xwedêgiravî di herêma otonomîyê da bûn, kirin erebî. Di 1978an da “Akademiya Kurdî” girtin û di Akademiya İlmên Îraqê da “Beşa Kurdî” vekirin. Hemî gotinên kurdî ku di navên rêxistin, dezgeh û yekîtîyan da hebûn rakirin û di şûna kurdî da nivîsîndina bi erebî kirin mecbûrî. Ev bernama erebîkirinê hewqas fireh bû ku navên deran jî hatin guhertin. Yanî bi awayekî xwestin kopya rejima tirkan ya qirkirinê li herêmê pêk bînin. Lê wek di pratika Baasê da hat dîtin; Partiya Baasê qîma xwe bi erebîkirina herêmên kurd jî nanî, wan xwestin kurdan bikin Baasî jî. Loma her ku hukmên xwe û qeweta xwe zêde kirin, wan zor dan rêxistina xwe di nava kurdan da jî ku wan ne tenê bikin ereb, digel erebîbûnê wan bikin Baasî jî.

Lê digel van rastîyên tazî û tal ku di pratika Îraqê da hatîye dîtin; mirov heyirî dimîne ku birayê Emîr Hasanpur,  dikare vê tespîta şaş jî bike:

”Eger em di encama lênêrîna politika rejima Baasê ya dema kurt ango rûdayîyê da şolê bigrin dest, piştî ku kurd sadiqê dewleta Îraqê û Partiya Baasê ya li ser hukum e, bimînin, kurd û zimanê wan dikarin li jîyanê bimînin û heta bibin xwedîyê talihê geşbûn û xurtbûnê.”

Balkêş e ku li ber vê tespîta şaş, mirov rastî karanîneka Partiya Baasê jî tê. Jibo projeya erebîkirina herêmên kurdî jibo zilamekî Ereb ku bi jineka kurd ra bizewice 500 dînar, yanî 1500 dolar alîkarîya pere jibo teşwîqkirinê hatîye dayîn. Bi ya min numûneyên herî balkêş di vê derbarê da pratika dewletên osmanî û ecem bûne ku di wan pratikan da qedexe li ser zimanê kurdî tunebûye. Digel wê rastîyê jî xurtbûn û geşbûna zimanê kurdî, kultûra kurdî, edebîyata kurdî û wd. nehatîye meydanê. Ji ber ku wek qanûneka xwezayî ye ev gotina pêşîyan: ”Tu nanê kê bixwe, tê şûrê wî bikêşe”. Yanî di jîyanê da ev faktora aborîyê bûye nuqteyeka esasî ku merivan ber bi xwe ve dikêşîne û hepis dike, bi xwe va d ide girêdan.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir