HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga ‘Kurdî-Kurdî’ ji PeyamaKurd re axivî

Ev demek e li Rojavayê Kurdistanê dîsa êrîşên ser ofîsên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di bin banê wê de zêde bûne. Li aliyekî jî qala hewldanên destpêkirina danûstandinên aliyên Kurdî tê kirin ku Amerîka û Fransa navbeynkarên wê ne. 

Herî dawî şeva 14ê Gulanê li Qamişlo ji aliyê heman komên nêzî Rêveberiya Xweser ve ofîsa Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) ya Qamişlo rastî êrîşê hat û hate şewitandin.

Serokê ENKSê Nîmet Dawud, li ser zêdebûna êrîşên bi ser navend û nûnertiyên partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, hewldanên ji bo destpêkirina dîyaloga navbera aliyên Kurd û helwesta Amerîka û hevpeymanan bersiva pirsên PeyamaKurd da.

‘Du sedemên van êrîşan hene’

Herî dawî ofîsa PDK-Sê ya li Qamişloyê hate şewitandin. Sedema ku di van rojên dawî de dîsa êrîşên ser ofîsên we zêde bûne çi ye?

Ev kiryar û êrîşên li ser ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurdî ti car nerawestiyane, lê belê carina zêde dibin. Wek hûn jî dizanin, di van demên dawî de jî zêde bûne. Bi raya min du sedemên wê hene.

Yek jê; Her dixwazin gel bi kiryarên wiha mijûl bikin da ku metirsiyekê di nav dilê xelkê de çêkin.

Ya duduyan jî ji Îstahqat û danûstandina Kurdî direvin. Ji ber destpêkirina diyaloga Kurdî, kêşûhewayeke baş divê bê peydakirin û di rewşeke wiha de zehmet dibe ku diyaloga Kurdî bê kirin. Di dema dawî de Amerîkiyan û Ewropiyan daxwazek wan hebû ku danûstandinên navbera aliyên Kurdî berdewam bikin.

‘Şermezarkirin têr nake divê êrîşan rawestînin’

Tevî ku demek berê Rêveberiya Xweser û hin berpirsên wê nerazîbûna xwe ji van êrîşan re anîn ziman hê jî êrîş dewam dikin. Gelo naxwazin ew êrîş rawestin yan jî hêzeke pê nikarin li pişt van êrîşan e?

Hinek berpirsên Rêveberiya xweser ew kiryar şermezar kirin. Ev helwest jî piştî helwesta Amerîka ku bi tundî li hember van kiryaran dengê xwe dan, hat. Lê belê divê ne tenê helwest, ji be ku ew berpirs in, ji wan tê xwestin ku ne tenê şermezar bikin, divê bi rastî van kiryaran rawestînin.

‘Dizanin bê kî êrîş dike, nabe bêjin kesên nenas in’

Divê wan muhasebe bikin û ew dizanin kî kirine. Yanî ne maqûle bêjin ew ên van karan dikin kesên nenas in. Bi şev, ne yek û dudu, bi grûp êrîşî van ofîsan dikin, dişewitînin û nahêlin xelk nêzîkî wan bibe. Ew dizanin kî dikin. Divê van kiryaran rawestînin. Yanî helwesta şermezarkirinê tenê têr nake.

Bêguman xêrxwaz jî hene, lê belê li aliyê din ên ku tim dixwazin nakokî zêde bibin jî hene û ew jî wê li dû bin.

‘Tirk dibin siya behaneya PKKê de her dem gefa êrîşê dixwin’

Hûn helwesta Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li ser van êrîşan çawa dinirxînin? Wekî tê zanîn beriya niha banga tawestandina êrîşan li Rêveberiya Xweser kiribûn û hişyarî jî dabûn.

Ji ber du meseleyan ji Amerîka û dewletên hevpeymanê yên li Sûriyeyê şerê DAIŞê dikin re gelekî pêwîst e ku li vê derê îstiqrarek çêbibe:

Yek jê; ev dever, devereke pir netew e, Kurd in, Ereb in, Suryan in, gelek pêkhate li vê deverê dijîn.

Ya duduyan; sînorê Tirkan heye û Tirk her dem tehdîd dikin ku êrîşî vê deverê bikin, di bin siya behaneyên ku PKKê li vê deverê ye.

Amerîka û hevpeyman dixwazin nakokî ji holê rabin

Ji ber vê yekê Amerîkî û ew dewletên han her diwxazin ev nakokî tunebin, ev kiryar rawestin û ji bo bingeha îstiqrara vê deverê Kurd bixwe bixwe jî li hev bin. Encumena Niştimaniya Kurdî û PYD û berpirsên vê îdareya han bigihîn îttifaqekê, îttifaqeke ku bi rastî dikaribin îstiqrarekê li vê deverê peyda bikin û li ser vê esasê jî alîkar bin da ku danûstandinên me bi ser bikevin.

‘Pirsgirêka me ya herî mezin ji ber van kiryaran koçberiya bêserûber e’

Ji xwe helwesta wan; her behsa van kiryaran dikin. Cara dawî helwesta wan tund bû xurt bû û negotin tenê bila ev kiryar bisekinin, gotin nabe berdewam jî bibe. Divê kesên van kiryaran dikin bêne muhasebekirin. Bi qasî ku îstiqrara vê deverê ji van dewletan re girîng e, wek xelkê deverê, wek Kurd û wek hemû pêkhateyên deverê jî gelekî muhîm e ku îstiqrar li vê deverê çêbibe.

Ji ber mişkula herî mezin ku em dijîn koçberiya bêserûber e ku miletê me koçber dibe; yek ji sedema vê koçberiyê bêîstiqrariya vê deverê ye û ev kiryar li dijî Encumena Niştimanî ya Kurd tê kirin û ofîs têne şewitandin, ev sedemeke esasî ye ku metirsiyekê li cem xelkê çêbibe û bifikirin û kar bikin da ku berê xwe bidin welatên derve.

Di daxuyaniya ENKSê ya şermezariya êrîşa ser ofîsa PDK-Sê de, wek sedema zêdebûna êrîşan hewlên pêşîgirtina diyaloga Kurdî-Kurdî tê nîşandan. Gelo niha ji bo vê çi amadekarî hene? Mimkun e danûstandinên ENKS û PYDê van deman ji nû ve dest pê bikin?

Me di beyana xwe de gotiye; yek ji sedemên van kiryarên li dijî Encumena Niştimanî ya Kurd têne kirin astengkirina pêşiya diyaloga Kurdî Kurdî ye û tê bîra me, di dawiya sala 2020an de, dema hevdîtinên navbera ENKS û PYNK rawestiyan, yek ji sedemên rawestandinê ew bû ku êrîşeke tund ji aliyê çekdarên PYDê li ser ENKSê hate kirin û hinek heval hatin girtin û di ragihandina xwe de jî êrîşî encûmenê kirin û gotin; encûmen xayin e, Pêşmergeyên Roj murtezek in. Îlamek, ragihandinek gelekî xerab li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin.

‘Êrîşên ser ofîsan piştî daxwaza Amerîka û Fransayê zêde bûn’

Îro, wê demê tîne bîra me. Yanî Amerîkî û Fransiyan xwestin ku careke din ev diyalog berdewam bibe û ev êrîş destpê kirin.

Ji serê Adarê heta îro ev êrîş berdewam in û nasekinin. Em jê fêm dikin ku naxwazin ev diyalog here serî.

‘Em ji sifirê dest bi hevdîtinan nakin’

Ji ber taahudek, belgenameyek hebû li cem Amerîkiyan ku ger diyalog destpê bike em ê ji xalên ku me li serê li hev kiribûn berdewam bike, yanî em ji sifirê destpê nakin.

Yanî tiştên berê hatibûn bicihkirin wê berdewamî li ser wan bê avakirin. Xuya ye ew xal ne li gor madê hinek kesên ku naxwazin îttifaqek Kurdî çêbibe, her dixwazin ev nexweşî û neîstiqrarî li deverê hebe û pê dikaribin sulta xwe berdewam bikin.

‘Em ji bo serketina diyalogê amade ne pirsgirêkan rakin’

Ê me wek Encûmena Niştimanî ya Kurdî, me helwesta xwe daye xuyakirin ji Amerîka re û ji van dewletan re. Ji miletê xwe re jî ê me, ji bo îstiqrar li mintiqê çêbibe û ji bo em dikaribin miletê xwe biparêzin ji aliyê siyasî û emnî ve, em dibêjin lihevhatinek Kurdî pêwîst e, çi di warê siyasî de, çi di warê emnî û îdarî de li ser îttifaqa Duhokê ku me berê li serê li hev kiribû û em her amade ne ku em pirsgirêkan ji pêşiya vê diyalogê rakin û bihêlin ev diyalog bi ser bikeve.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *