Mesaja serok Mesûd Barzanî di heqê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û serkeftina Partiya Demokrat ya Kurdistanê ya li van hilbijartinan de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li kadir, endam û alîgirên Partî (PDK) dikim ko karî di rikeberiyeka medenî û aram de serkeftineka mezin ji bo Partiyê û rêbaza wê misoger bikin û ruhê şehîdan bextewar bikin.
Serkeftina Partiyê di van hilbijartinan de serkeftina prensîb, hêjahî û wan bingehan e ko xebata gelê Kurdistanê li ser rawestaye û peyamek e ji bo hemî aliyek ko gelê Kurdistanê li ti rewÅŸekê dr destberdarê dîrok û bihayên xwe nabe. Pêwîst e ew serkeftina Partiyê (PDK) bibe sedema wê yekê ko berpirs, kadir û endamên Partiyê zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirx ya Barzanî li bîra wan be, “Di serkeftinê de mexrûr nebin û di ÅŸikestinê de bêhêvî nebin”.
Her bi vê minasebetê spasiya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê û dezgehên emnî û hemî aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dikim ko bi şev û roj kar kirin û keda wan hebûye ji bo serkeftina prosesa hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û destxweşiyê li wan dikim. Herwiha rola birêz serokwezîr Mistefa Kazimî di encamdana hilbijartinan de bilind dinirxînîn.
Serkeftina prosesa hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokrasî ye. Her ji bo vê yekê jî hêvîdar im piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hevdu bin. Hêvîdar im hemî alî pêkve û ji bo yek armancê hevbeş û bi navê berjewendiyên bilind yên Kurdistanê û bergirîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kar bikin û li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal binyat bînin.
Careka dî spas ji bo gelê Kurdistanê û spasiyeka taybetî jî ji bo xuşk û birayên xweragir û xwedî bîr û bawerê yên li Kerkûka dilê Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
11/10 2021
<iframe src=”https://www.facebook.com/plugins/post.php?href=https%3A%2F%2Fwww.facebook.com%2Farifzerevan%2Fposts%2F3045087669082528&show_text=true&width=500″ width=”500″ height=”515″ style=”border:none;overflow:hidden” scrolling=”no” frameborder=”0″ allowfullscreen=”true” allow=”autoplay; clipboard-write; encrypted-media; picture-in-picture; web-share”></iframe>

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *