Li Rojavayê Kurdistanê Êrişa PKK/PYD, Li Başûrê Kurdistanê Tifaqa PDK û YNKê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Parçebûna kurdistanê  dibe sedem ku li her parçeyekî bûyerên civakî, siyasî û dîrokî, xwediyê qerekterên  cûda biqewimin.

Heger li beşekî Kurdistanê qewimandineke erênî pêk û li beşekî din qewimandineke neyênî pêk . Loma kurd tu wext bi giştî demeke kêfxweşî derbas nakin. Li aliyekî û beşekî Kurdistanê girêdayî qewinmandinankêfxweş bin, li beşekî din yên Kurdistanê qewimandinê nexweş kurdan xemgîn dike.

Di qonaxê de kurd di nav psîkolojiyê û rewşê de ne.

Hezar mixabin qewimandinên li Rojavayê Kurdistanê kuredan xwemgîn dike û diêşîne.

Li Başûrê Kurdistanê qewimandineke baş heye, loma kurd kêfxweş in.

LI ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ ZÛLMA PKK/PYD DIDOMÎNE…

Piştî ku li Sûriyeyê serhildana siwîl pêk hat û pişt re pêvajoya şerê hûndir dest kir, hîç şik tune ye ku liRojavayê Kurdistanê guhertinên esasi û balkêş hatin rojevê.

Dema ku li Suriyeyê serîhildanê dest kir neteweya kurd ji hemû mafên xwe bêpar .

li Sûriyeyê di jiyana siyasî de her demê hêza mûxalîf ya xûrt, kurd bûn. Tevgera milî ya kurd; ji bona kudewlet guhertin û neteweya kurd ji aliyê îdarî, siyasî, civakî, milî de mafên xwe qezenç bike têkoşînmeşandiye.

Loma , ji Dewleta kolonyalîst ya Suriyeyê zûlm dîtiye. Kurdperwerên Kurdistanê hatine hepis kirin û hatinekûştin.

Tevgera milî ya Kurdistanê, dema ku serhildana siwîl dest kir, ji bona ku rejîma Baasê ya dîktatore û dewletwek qarekter guhertin, partiya baasê fesih kirin û desthilatdariya dawî ; rejîm demokrat, desthilatdarî plûral, parlamenterîst bibe; neteweya kurd mafên xwe xwe yên milî qezenç bike, çarenivîsiya xwepêk bîne, li Kurdistanê desthilatdar û serwer be, stratejiyek pejirand û gorî starejiyê tavgeriya.

PKK/PYD,  guhertina rejîma baasê ya dîktator nexwest, ji baasê û Beşar Esat re piştgir.

Li Kurdistanê du stratejî derketin holê. Di navbeyna wan de dijitî û nekokî roj bi roj xûrttir .

PKK/PYD, girêdayî stratejiyê û piştgiriya ya Rejîma Baasê û Beşar Esad, hat xelat kirin.

Rejîma Baasê ji bona ku li hemberî mûxalefetê barê xwe sivik bike, Li Rojavayê Kurdistanê ji bona xwe fedayî çêbibin, PKK/PYD ji xwe re kir şerîk. Dîktatorî bi hev re meşandin. Nûha ev sîstema dom dike.

Wek zanîn beriya PYD ava bibe , PKKê bi Dewleta Suriyeyê re di nav pêwendiyeke stratejîk de û xizmetîberjewendiya dewletê dikir. Ji bona ku partiyên Kurdistanê bên û  tasfiye kirin û bên îtibar kirin, bi rejîmê re tevgeriyan. Ji bona ku potanmsiyala Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê helandin û berteraf bibe, bi salan xebat kir.

Ez dikarim bibêjim ku di ev xebata xwe de , ji gelek aliyan de serkeftî .

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê PKK/PYD bi deshilatdarî re şerîk , li hemberî partiyên Kurdistanê û kurdperweran zûlm û zordariyek domand. Kurdperwer û berpirsiyarên partiyên Kurdistanê girt, hepis kir. Dihepsê de eşkence   kir û ceza kir.

Nûha ew zûlm û zordariya PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê dom dike. Her roj di derbarê zûlm û zordariyaPKK/PYDê de  xeberên tên rojevê û belav dibin.

PKK/PYD, di van rojên dawî de dest daniyê ser beregeha Partiya Yekîtî ya Kurd Li Sûriyeyê (PYKS).

Komîta Navendî ya PYKS di daxuyaniyekê de ragihand, kuGrûpeke ji çend kesan bi zora hêzê dest daniye ser baregeha partiya wan a li Qamilşo û prose bi serperiştiya asayişa PYDê birêve çûye.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, kuDestdanîna ser baregeha partiyê li gor hemû yasa û rîsayênnavdewletî yên mafên mirovan, binpêkirineke berçav e û destdirêjiyeke metisîdar e û wek destdanîna bi zorê ya ser mal û milkên welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve ye.”

PYKS bang li civaka navdewletî û welatên ku hewla dîtina çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re dikin kir, “Kiryar û riftarên dijminane yên PYDê li hember gelê Kurd û hêzên yên siyasî û bi taybetî ENKSê ji girtinaserkirdeyên , girtin û şewitandina baregehên partiyan rawestîne.”

Loma li Rojavayê Kurdistanê nexweşî û xerabî û texrîbar heye; didomîne.

LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ TIFAQA PDK Û YNK DI DERHEQÊ AVAKIRINA HIKÛMETA FEDERAL Û HİLBIJARTINA GIŞTÎ YA LI KURDISTANÊ DE, KURDAN KÊFXWEŞ DIKE…

Beriya Hilbijartina Giştî ya li Dewleta Federal a Iraqê (12ê Gulana 2018an) PDK pêşniyar kir ku hemû kurd, bilîsteyekê, bi tıfaqekê, bi hev re beşdarî hilbijartinê bibin. Hezar mixabin ev hewldana PDK neçû serî û her partiyeke Kurdistanê xweser beşdarî hilbijartinê bûn.

Piştî ku hilbijartinê encam da, li ser encama gengeşiyên mezin çêbûn. Loma daxwaz hat kirin ku deng bidestan bên hejmartin. Lewra hat îdia kirin ku dema, ku deng bi awayê elektronîk hatiye hejmartin, hîle hatiyekirin. Loma pêşiyê meclîsê bi awayekî nehiqûqî û pişt re Dadgeha Bilind ya Federal biryar da ku deng bidestan hejmartin. Hezar mixabin hîn problem bi her awayî çareser nebûye.

PDK, piştî hilbijartinê dîsa ji hemû partiyên Kurdistanê daxwaz û pêşniyar kir, ku partiyên Kurdistanê diavakirina hikûmeta federal de û hilbijartina serokkomar de bi hev re û di nav tıfaqê de tevbigerin.

Hezar mixabin, ji derveyî YNKê partiyên din ev pêşniyara erênî pêşwazî nekirin.

Loma PDK û YNK ji bona bi hev re  di derbarê kûmeta federal de tifaq bikin, dest bi xebat û civînan kirin.

Di encama  xebata herdu partiyan de encameke baş hat girtin. PDK û YNK di derbarê avakirina HikûmetaFederal de biryart dan ku bi hev re bibin teref û bi hev re tevbigerin.

Herdu partiya dîsa bi hev re biryar dan ku partiyên din yên Kurdistanê di nav tifaqê de bigrin.

Di heman dem de herdu partiyan (PDK û YNK) di derbarê hilbijartina giştî ya Kurdistanê de li hev kirin.

Ev biryara PDK û YNKê kurd kêfxweş kirin.

Berpirsiyarên PDK û YNKê ev tifaqa ji raya giştî re diyar kirin.

Piştî bidawîbûna civîna PDK û YNKê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed û Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre dikonferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kirin û bersiva rojnamevanan dan.

Seidî Pîre derbarê naveroka civînê de ragihand, civîn bi awayekî heftane dibin û armanc , dirustkirinaprojeyeke hevbeş a niştimanî ye, derî vekirî ye heger her aliyek bixwaze tevlî hevpeymaniya wan bibe.

Derbarê nêzîkbûna aliyên Kurdî ji aliyên Iraqî de, Seidî Pîre got: “Ti vetoya me li ser ti kesî yan postekî nîn e, ew kesên mafên me ên rewa bide, ji me nêzîk dibe.”

Ji aliyê xwe ve berpirsiayrê PDKê Mehmûd Ehmed diyar kir, ku deriyên wan ji hemû aliyên Kurdistanî re vekirîne û projeya wan a niştimanî ligel Bexdayê derbarê xelkê û siyaset û pirsên netewî de ye.

Derbarê ecindaya PDK û YNKê ji hikûmeta dahatî ya Iraqê de, Mehmûd Ehmed got: “Divê em bi yek şandê û yek peyamê bin. Divê di diyarkirina serokwezîrê dahatî de ji me pirskirin û aliyên siyasî karnemaya hikûmetêdiyar bike, ne ku ew kesê bibe serokwezîr karnamê diyar bike.”

Li ser pêwemdiyên PDK û YNKê , Peyvdarê PDKê got: “Pêwendiyên PDK û YNKê di asteke baş de ye. Mebehsa rêkeftina her du aliyan kiriye, reng e hin kêm û kurtî hebin, hêvîdar in di pêşerojê de pêwendiyên mebaştir bibin.”

Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de, her du alî hevnerîn bûn ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de (30î Îlona ) bêne kirin.

Li ser xwepêşandanên li başûrê Iraqê, Peyvdarê YNKê Seidî Pîre got: “Em bi daxwazên gel ên rewa re ne bobaşkirina xizmetguzariyan û jiyanê, li dijî kontrolkirina dezgehên hikûmî û partîtî ne.”

Amed, 20. 07. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *