Jenosid û Hovîtîya li Dêrqamê (Licê- Hênê- Dîyarbekir) (1925)

Siddik BOZARSLAN

Di serhildana Şêx Seîd (1925) da rojek li herêma Licê û Hênê (qezayên Amedê – Dîyarbekirê ne), bi hezaran eskerên tirk davêjin ser Gundê Dêrqamê. Ewil Dêrqama Jêrîn tê dorpêçkirin. Jin û mêr, kal û pîr, zarûk û heta bebikên qumatkê, hemî gundîyan dicivînin; wan bi ben û werîsan bi hev girêdidin û paşê wan dibin li dervayê gund di newalekê da didin ber guleyên tifingan. Haya Gundîyên Dêrqama Jorîn ji bayê felekê tune ye. Bi dengên gurmîna modelîyan (tifing) ve gundîyên Dêrqama Jorîn jibo hewarîyê ber bi Dêrqama Jêrîn ve dikevin rê. Di rê da rastê eskerên tirk tên. Wê çaxê ew fam dikin ku tofan li ser serê wan rabûye. Dema gundî dest bi revê dikin; esker tek u tek wan digirin û bi hev girêdidin û diçin heta nav gund. Gundîyên manin jî ji malan derdixin û wan dibin newalekê û wan jî gulebaran dikin. Bi vî awayî ew roj însanên li Dêrqamê dijîyan; di nav golên xwînê da ji teyr û tilûran ra, ji gur û hirçan ra dibin xwarin. Di nav wê welweleyê da tenê dayîkeka ciwan digel bebika xwe ya qumatekê xwe davêje nav dara çilo û vedişêre; lê ji dûrve eskerek wê dibîne. Esker ji fermandarê xwe ra behsa veşartina wê dike. Esker digel fermandar dikin nakin, xanim ji nav dara çilo nayê der. Di dawîyê da li ser fermana zapitê cendirme benzînê lê dikin û kibrîtê vêdixin. Li ber çavên bi hezaran leşker û serleşker, dayîka ciwan û zarûka wê dişewitînin. Li hemberî vê hovîtîyê çend esker dîn dibin û çend ji wan jî xwe dikujin.

Dîsa li Licê, gundîyekî derdora 50 salî ji alîyê eskeran ve tê girtin. Li hemberî qereqola cendirme û miqabilê camîya mezin, li ser cadeyê, li gundî êşkence dikin da ku navên hevalên xwe û gundîyên xwe bibêje. Lê gundî înadê dike û tu tiştekî nabêje. Bi tabîra êşkencevanan ew, ”Nûh dibêje, pêxember nabêje”. Di dawîyê da, gundîyê reben davêjin nav sîtila ava kelandî ku li ser cadeyê ye û li pêşberî çavên xelkê bûye û gundî, di nav ava kelandî da, xatir ji Licêya wêran dixwaze!

Min bixwe ji gelek kal û pîran û salmezinan bûyerên hovîtîyê ku di nav wan da qirkirina Dêrqamê û kuştina kalê 50 salî, li herêma Licê di 1925an da qewimîne, bihîstîye. Ew bûyera hovîtîya Dêrqamê û êşkenceyan, min ji devê fermandarekî qereqola cendirme ya Licê bihîst ku ew di bûyera Şêx Seîd da li Licê fermandar bûye. Di 1978an da li bajarekî metropola tirk,  nasîna min û fermandarekî tirk çêbû. Dema nebîya vî fermandarî kalê xwe bi min da nasîn; kalo hêdîka ji cîyê xwe rabû ser pîyan, min hembêz kir û dest bi girînê kir. Dema kalo ji nebîya xwe bihîst ku ez Licî me; qirkirina hovîtîyê ku wî û hevalên xwe û eskerên tirk li Licê pêkanîne, wek şerîda sinemayê hat ber çavên wî û loma wî dest bi girî kir.

Ji ber ku xirabîyek neyê serê nebîya wî kalî, ez naxwazim bajarê wan û navên wan jî bidim. Nebîya wî kalî bi dostekî min ra zewicîye û xwedîyê zar û zîç in. Lê wek wesîyeta wî kalî ez dixwazim gotinên wî yên dawîyê li jêr rêz bikim ku min di kitêba xwe ya tirkî da jî nivîsîye. Gotinên dawîyê yên wî kevne-fermandarî weha bûn:

”Binêre kurê min, dema ez pêhesîyam ku tu ji Licê yî, min di carek da xwe di nav qetlîama 1925an da dît û hovîtîya ku me li Licê pêkanîbû, wek şerîda sînemayê hat ber çavên min. Jibo wê ye ku divê di derbarê kirinên me yên Licê da ez li xwe mikur bêm. Tu hê xort î, tiştên ku ez ji te ra dibêjim, qet ji bîr meke. Ez dizanim ku van tiştên ez bêjim, te ji bapîr û dapîrên xwe û ji gelek salmezinan bihîstîye. Lê ez dixwazim ku tu rastîyê ji devê min jî bibihîzî. Ez dixwazim ku tu bizanibî, jibo tiştên ku me kirîye, ez hê jî ezabê wijdanê xwe dikşînim… Binêr, kurê min, ez dema van tiştan dibêjim, ew wehşeta ku Dewleta Tirk pêkanîye, tên ber çavên min û loma ez bi girî, ezabê wijdanê dikişim. Di wê kiryara hovîtîyê da ez jî wek ”emirqûlekî” beşdar bûme û min jî gelek kurdên masûm kuştîye. Vê nuqteyê tu car ji aqilê xwe dermexe: 

Heta ku kurd di nav xwe da yetîtîya xwe çênekin û xayînên nav xwe dernexînin meydanê, ew dê nikaribin  li hemberî dewleta tirk, bi serkevin. Ji kurdan ra tifaqek û rêxistineke gelek qewî hewce ye.  Mafên wan heq e. Ez, dê sibê ango dusibê ji vê dinyayê koç bikim û herim, inşallah ew jî mafên xwe ji tirkan bistînin…

”Ez dixwazim piçek jî behsa Yadîn Paşa (Yadoyê Dimilî) bikim. Wek te jî bihîstîye Yadîn Paşa, bi salan wek mehkumekî adî li çîyan maye û dema Qîyama Şêx Seîd Efendî, ew jî çûye nav sefên wan û bûye çekdar û fermandarekî siyasî. Tiştên ku hatibûn ber guhên me, ew zilamekî sondxwarî bûye ku gulleyek jî badilhewa nediavêt û dema gulleyek biteqanda, dê îlla kesekî bikuşta, loma em gelek jê ditirsîyan. Dema îxbarên li ser Yadîn Paşa digîhan me; ji tirsan em nizanibûn çi bikin û cîyê ku em lê bûn, hema em diketin gozikan û li bendê diman û em tu car newêribûn herin ser wî. Lê di dawîyê da tu dizanî çer bû. Ordîya tirk nikaribû Yadîn Paşa bikuje, lê ew zazayên ku wî nas dikirin û ji qewmê wî bûn, li pêşîya wî kemîn danîn û bi bêbextî ew kuştin. Ev jî mîsala îxanetê ye ku di nav we da heye…” 

Di derbarê jenosida ku dewleta tirk li Licê, Dêrqamê, Serdê, Hênê pêkanîbûn; Hasan Hişyar Serdî jî hin haydarîyên li ser wê herêmê di kitêba xwe da nivîsîye. Li vir ez dixwazim çend numûneyên hovîtîyê ku ordîya tirk li herêmê pêkanîye, ji devê Hasan Hişyar neqil bikim ku wî wan pêşkêşî me kirîye.

”Mufetişîya Giştî (umumî), wek fermandarekî serbixwe, li herêmê (Dîyarbekrê) cîwar bûbû û ew rasterast girêdayî M. Kemal bû ku ji Ankarê ferman rêdikir. Mufettişê ku hemî fermandarên mintîqeyan kontrol dikir û ew bi xwe li Dîyarbekrê bû û bi navê Îbrahim Telli Erebekî ji Şamê bû. Wî fermandarîya 16 bajarên Kurdistanê dikir û tenê ferman ji Ankarê digirt. Li herêma Licê û Hênê du fermandar hebûn. Fermandarê Licê, Pasurê, Farqîn û Hazroyê Binbaşi Ali Haydar bû. Binbaşi Ali Barut jî fermandarîya ji Hênê heta Dîjleyê dikir.

Rojek ji rojan fermandar Ali Haydar, digel eskerên xwe li qeza Pasurê davêjin ser malbata Telli Axa û hemî endamên malbatê (kal û pîr, jin û mêr û zarûk) hemîyan gullebaran dikin. Bedena dayîkekê, dema rastê gulleyên eskeran tê, bebika ku di hembêza wê da bûye, divirvire rexekî dî û dayîk jî dikeve rexêkî dî û her du jî dikevin erdê. Ali Haydar ferman dide eskerekî da ku bebikê bide ber qesetureya (xencera) xwe û bikuje. Lê esker wê fermanê bi cî nayne û dema dizivire ser fermandarê xwe û dibêje: ”Fermandarê min, ew hê bebikek e, ez nikarim bebikek bidim ber xenceran!” Fermandar bi teqandina demançeya xwe, serê bebikê ku li erdê digirîya, belawela dike û ji esker ra dibêje: ”ker kurê kerê, tu nafikirî ku dema ev bebik sibê mezin bibe, dê bibe bela serê me!”.

Rojtira dî piştî wê hovîtîyê, Ali Haydar û eskerên xwe dikevin rê, ber bi rojava ve diçin ku herin Licê. Dema ew tên herêma gundê Zimaqê, ew dikevin kemîna çekdarên kurd. 60 ji eskerên tirk tên kuştin û gelek jî birîndar dibin. Ali Haydar digel çar eskerên xwe, bi zor u bela xwe digihînin Licê, bêyî ku kuştî û birîndarên xwe bi xwe ra bibin. Lê fermandar tolhildana wê bûyerê ji girtîyên sivîl distîne ku ew li qereqola cendirme ya Licê girtî bûne. Balkêş e 17 kesên sivîl ku ji alîyê Mehkemeya Îstiklalê ve hatibûne berdan, lê desthilatdarîya Licê hê wan serbest bernedabûn û loma ew li nik eskeran girtî bûn.  Binbaşî Ali Haydar wan 17 girtîyên Licî digire û diçe li rojavayê Licê li newala Qijê, wan bi gullebaranê dikuje. Di nav wan 17 kesan da Hecî Hesenê Eyşo yê Hemê jî hebûye ku 83 salî bûye.

Hasan Hişyar Serdî ku yek ji wan fermandarên hêzên kurd bûye; ew digel hevalên xwe wan kuştîyên (17 kes) Licî binerd (defin) dikin û paşê derbasî Dêrqamê dibin. Li wir jî rastê 57 kuştîyên ku hemî bi hev ra girêdayî bûne, cesedên wan ji alîyê guran ve hatine parçekirin, bermayîyên wan li wir defin dikin. Di nav wan kuştîyan da kurmamê H. Hişyar, Abdulah Emerê Qeya jî hebûye ku diranên wî yên zêr ji devî wî derxistine.

Dîsa li gora nivîsên H. Hişyar, ji Eşîra Sivan ya Zaza Kasim Axa, bi saxî dikeve destê Binbaşi Ali Haydar. Cureyên îşkenceyê lê tê kirin. Ava kelandî lê dikin. Bi şîşên sorkirî yên hesin li bedena wî û rûyê wî dixin û dişewitînin, diran û neynûkên wî bi kelpetenan dikşînin û ji halê mirinê xirabtir tînin serê wî. Bi wî halî jî cinawirê Ali Haydar; ”Qaso tu halê xwe baş dibînî?” dipirse û pê tinazê xwe dike. Lê bersiva Qaso (Kasim Axa) gelek gelek balkêş bûye: ”Heydo, ev halê min, halê mêrxasan e. Lê pêkanîna îşkenceyê wek sen´et hilbijartin, qehpetî ye!” Li ser wê bersiva Qaso Axa, Alî Haydarê hov gelek hêrs dibe û ”Huşbe ulan” dibêje. Qaso Axa; ”Ji mirinê wê da çi heye ku?” dibêje.

Ali Haydarê cinawir, bi wan kirinên xwe yên hovîtîyê jî qîma xwe nayne. Jibo sosretê Kasim Axa li hespê siwar dikin, girêdidin û li çend gundan wî digerînin. Dema ew fêhm dike ku êdî Kasim Axa wê bimre, li herêma Nêriba Axa, wî ji hespê davêjin erdê û esker, heta nefesa dawîyê wî didin ber keviran, yanê bi keviran wî dikujin.

Ali Haydar, li Amedê ji hevalên xwe yên zabit ra pesnê hovîtîya xwe dide û dibêje:

”Di nav vî sê salî da gelek zarûk, kal û pîr, jin û mêr ku hejmara wan ez nizanim; min wan di axur û kadînên heywanan da şewitand. Jibo van kirinên xwe, dilê min qet neêşa û ez qet poşman jî nînim. Ji ber ku ew xismên wan kesan bûn ku derketibûn serê çîyan û li dijî me şer dikirin. Ez pê bawer dikim ku van zarûkên ku me kuşt, dê siberojê da wek yên îroyîn li dijî me şer bikirana. Lê divê ez li vir behsa bûyerek jî bikim. Rojek me di xanîyeke duqatî da dîsa xelkê xist nav agir. Di nav wê şewata xênî da du xortên 13-14 salî, di nav pêxêrîya êgir da bazdan jorê û li ser banî wenda bûn. Ez hem pir qeherîm û hem jî jibo qehremanîya wan heyîrî mayî mam, divê ez li xwe mikur bibim.” (Hasan Hişyar Serdî, Görüş ve Anılarım, Med Yayınları İstanbul, 1994, (çapa ewil 1993 Lübnan) s. 254 – 259)

Encamên Bizava Şêx Seîd

Dr. Blatch Chirguh, bi navê ”La Questin Kurde (Kürt Meselesi) Kahire 1930, r.52 da encamên qetlîamên Hewildana Şêx Seîd  weha nivîsîye:

Li gora vê tabloyê, bi tevayî digel 206 gundan ve 8758 mal hatine xirabkirin û 15.206 kes jî hatine kuştin (şehîd bûne). Tenê li Licê li 30 gund û navçeyan 1284 mal hatine xirabkirin û 6370 kes hatine kuştin (Lucian Rambout, Çağdaş Kürdistan Tarihi, Fırat Dicle Y. 1992 İstanbul, Birinci Baskı, Ronahi Y. 1975 Almanya)

Ewil deh sal cezayê hepsê, paşê deh sal dibe cezayê îdamkirinê!

Wek numûne, li İzmirê piştî bûyera ”Suiqesta İzmirê”, bi navên Halis Turgut û Canpolat Bey du kes, deh sal cezayê hepsê didin wan. Piştî ku ew cezayê xwe zêde dibînin û serî li dadgehê dixin da ku ji nû ve werin dadgehkirin; bi wê îtîrazê, ji nû ve ew tên dadgehkirin. Lê pir pir balkêş e û sosretek e ku cara diduyan, cezayê mirinê didine wan û di heman rojê da înfaza cezayên wan pêk tînin. (Mahmut Akyürekli, Şark İstiklal Mahkemesi 1925- 1927, Kitap Yayinevi İstanbul, Nisan 2013)

Nuqteyeka balkêş jî ev e ku di mahkemeyê da delîl an tiştekî li doza wan zêde bike ango kêm bike, tunebûye. Heyeta mahkemeyê, tenê jibo prestîja xwe, biryara xwe ya berê ya deh sal cezayê xirab kirine û di dewsa wê da, cezayê îdamê dane wan. Çawa bibe qîmeta însên tune û ew jî di bin fermanên serokê xwe da (yanê M. Kemal) ”prensibên şoreşa xwe” bi rêya wê mahkemeya awarte xistine jîyanê. (Prof. Hamit Bozarslan, Kemalizm Üzerine Tezler, Teksira neçapkirî) / Nivîsar Didome / Siddîq Bozarslan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *