Pêşnîyar ji M. Emîn Bozarslan

Siddik BOZARSLAN

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan jî, jibo yekîtîya zimanê Kurdî di pêşkêşîya Baxçê Ziman da weha dibêje:

”… ji ber ku zimanê Kurdî li Kurdistana Jorîn ji sala 1923´yan vir ve hatibû qedexekirin û demeka gelek dirêj qedexekirî hatibû hiştin, nedikarî wek zimanê nivîsînê, yekîtîya xwe pêkbîne û di nivîsînê da bibe zimanekî yekawa. Ji ber wî semedî, gelek peyvikên Kurdî herêmî mane; li her derê welêt belav  nebûne, tenê li hin  herêman bi kar tên anîn. Dîsa ji ber wî semedî, hin peyvik jî li herêmên cure cure bi awayên cuda cuda tên gotin. Gelek mixabin ku di nivîsînê da jî ev cudayî rû dide û peyvikên wisa hem di nivîsar û xeberên nûçename û kovaran da, hem jî di pirtûkan da gelek caran bi awayên cuda cuda tên nivîsîn û cî digrin. Eşkera ye ku ev cudayî, rê li yekbûna zimanê nivîsînê digre û ji yekbûna zimanê nivîsînê ra dibe rêgir.

Wek ku tê zanîn, di gelek zimanên dinyayê da hin zar û zarawa hene. Ew zar û zarawa di peyvîna mirovan da rû didin û hebûna xwe diparêzin; her yek ji wan di herêma xwe da bi kar tê anîn. Digel wê yekê jî, ji ber ku ew ziman ji berê ve azad bûne û azad mane, di wextê xwe da bûne zimanên nivîsînê, bi rîya nivîsînê bi ser sînorên zar û zarawayan ra derbas bûne û wek zimanên nivîsînê yekîtîya xwe pêkanîne, bi wî awayî di nivîsînê da bûne zimanên yekawa, zimanên neteweyî.

Yek ji numûneyên berçav jibo vê rastîyê, zimanê Erebî ye. Wek ku tê zanîn, di wî zimanî da gelek zar hene û her yek ji wan zaran di welatekî Ereban da di peyvînê da bi kar tê anîn. Erebên ku bi wan zaran dipeyivin, pir zêde ji hev fam jî nakin. Mesela Erebekî Sûrî û Erebekî Cezayîrî dema bi zarên xwe yên herêmî dipeyivin, yan qet ji hev fam nakin yan jî kêm fam dikin. Lê belê her yek ji wan ji neteweyê xwe ra  zimanekî Erebî yê nivîsînê di wextê xwe da pêkhatîye û di nivîsînê da bûye zimanekî yekbûyî, bûye zimanekî yekawa. Pirtûk û kovar û rojnameyên Erebî bi wî zimanî tên nivîsîn, xeberên radyo û televizyonên welatê  Ereban bi wî zimanî tên xwendin. Bi wî awayî, ji Sûrîyê heta Yemenê, ji Kuweytê heta Fasê, hemî Ereb wî zimanî fam dikin û dişên wî zimanî bixwînin.

Jibo me Kurdan jî yekîtîya ziman, bê guman şoleka gelek giring e û amanceka neteweyî ya pîroz e. Jibo ku em bigîjin vê amanca neteweyîya pîroz, divê em hemî, xasma rewşenbîrên Kurd, nivîskar û hozan û rojnamevanên Kurd hêz bidin xwe û li gora hêz û tawana xwe bixebitin.

Bi rastî ev şol şoleka mêjîn e û ji mêj ve, ji despêka sedsala 20´î ve ketîye karnameya rewşenbîrên Kurd. Wek ku tê zanîn, di despêka sala 1919´an da hin rewşenbîrên Kurd li Stanbolê, ku hingê serbajarê dewleta Osmanî bû, komeleyeka çandeyî saz kirine. Navê wê komelê bi Tirkîya Osmanî ”Kurd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti” bûye. Mana wî navî bi Kurdî weha ye: ”Komela Kurdan Jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan”. Xebata li ser zimanê Kurdî û amadekirina ferhengeka Kurdî jî di bernama wê komelê da cî girtîye. Ew bernama komelê di jimara 10´an a kovara ”Jîn”ê da hatîye weşandin.

Zimanzan û dîrokzanê Kurd ê hêja Xelîl Xîyalî, ku nivîsarên xwe di ”Jîn”ê da bi nasnavê ”Kurdîyê Bitlîsî” weşandine, di jimarên 14 û 15´an ên wê kovarê da di heqê xebata li ser zimanê Kurdî da du nivîsarên gelek giranbuha  nivîsîne. Naveroka wan nivîsaran gelek dagirtî û dewlemend e. Ew her du nivîsarên hêja, bi Tirkîya Osmanî hatine nivîsîn. Xwezî ku bi zimanê Kurdî bihatina nivîsîn û bihatina weşandin.

… Lê belê, ji ber ku zimanê Kurdî demeka kurt paşê, ji sala 1923´yan pê ve, ji alîyê rejima nejadperest ve hatîye qedexekirin, gelek mixabin ku zimanzanên Kurd ên wê demê, jibo gîhana wê daxwaz û amanca pîroz mecal û fersend nedîtine. Ev şol heta dema me jî di karnameya rewşenbîrên Kurd da maye; nuha jî li ber me ye û safîkirina xwe ji me dixwaze.

Ev, jibo me hem heq e, hem jî wezîfeyeka neteweyî ye; divê em vê wezîfa xwe ya giring a neteweyî bînin cî û bigîjin vê amanc û daxwaz a pîroz. Lê gelo jibo gîhana vê amancê çi pêwist e, divê em çi bikin, xebateka çawa bidin ber xwe û di kîjan rê da bimeşin?

Bi dîtina me, jibo gîhana vê amanca pîroz, jibo pêkanîna zimanekî Kurdî yê yekbûyî û yekawa yê nivîsînê, du şertên giring hene, ku her rewşenbîrekî Kurd, xasma her nivîskar û rojnamevanekî Kurd, divê wan her du şertan tim bide ber çavê xwe û bîne cî.

Şertê pêşîn ev e ku divê em tim û tim Kurdistanî bifikirin, qet û qet herêmî nefikirin; tim û tim Kurdistanî tevgerin, qet û qet herêmî tevnegerin. Eger em herêmî bifikirin û herêmî tevgerin, em´ê çu car negîjin vê amanc û daxwaza xwe ya pîroz. Eger her yek ji me bêje ”Li herêma me xelk weha dibêje, nexu awayê rast ev e” yan ”Li gundê me weha tê gotin, nexu divê ku weha bê nivîsîn”, hingê em´ê çu car nekarin di nivîsînê da bibin xwedîyê zimanekî standard ê giştî û yekbûyî û yekawa.

Zarawa û devokên herêmî, welew ku di peyvînê da hebûna xwe biparêzin jî, xem nake. Bi peyveka dî, her herêmek çawa dipeyive bila bipeyive. Lê belê divê em hemî hêz bidin xwe û bixebitin ku zimanê xwe yê nivîsînê bikin zimanekî yekawa.

Em îddîa dikin ku em Kurd neteweyek in. Nexu, wek hemî şolên dî, di şola ziman da jî divê em tim wek ferdên neteweyê Kurd bifikirin û tevgerin, ne wek ferdên vê herêmê yan wê herêmê. ..  jibo ku şol ji despêkê ve li ber çavên xwendevanên berrêz zelal bibe, em dikarin li vir du numûneyan nîşan bidin: Numûneya pêşîn ji herêma Badînan:

Kurdên herêma Badînan, di peyvînê da dengê ”û” hema hema qet dernaxin û bi piranî wî dengî bi awayê ”î” derdixin. Mesela, ji ”biçûk” ra dibêjin ”biçîk”, ji ”bûk”ê ra dibêjin ”bîk”, ji ”nû” ra dibêjin ”nî”, ji ”tûj” ra dibêjin ”tîj” û wd. Lê belê ew peyvik di edebîyata Kurdî ya klasik û folklora Kurdî da bi awayê ”biçûk”, ”bûk”, ”nû”, ”tûj” û wd bi kar hatine anîn; piranîya Kurdan jî wisa dibêjin. Nexu divê nivîskar û rewşenbîrên wê herêmê jî di nivîsînê da wî awayî bi kar bînin. …

Em numûneya 2´yan jî ji herêma Serhedê bidin:

Li hin hêlên herêma Serhedê peyvika ”siwar” bi awayê ”sîyar” bi kar tê anîn. Lê belê hem piranîya Kurdan dibêjin ”siwar”, hem jî di edebîyata Kurdî ya klasik û folklora Kurdî da ”siwar” e. Nexu divê ku nivîskar û rewşenbîrên wan hêlan jî wek piranîya Kurdan, wek edebîyata klasik û folklora Kurdî binivîsin. Nabe ku bêjin ”Madem ku li herêma me weha tê gotin, awayê rast ev e.” Welew ku di dema peyvînê da wisa bipeyivin jî, di nivîsînê da divê wek piranîya Kurdan binivîsin.

Şertê 2´yan jî ev e ku, divê em tim û tim bi Kurdî bifikirin, qet û qet bi Tirkî, bi Erebî, bi Farisî yan bi zimanekî dî nefikirin. Divê em tim bînin bîra xwe ku zimanekî me heye û ew zimanê me li welatê me ji alîyê gelê me ve di jîyanê da bi kar tê anîn. Bi peyveka dî, ew ziman di welatê me da zimanê jîyana gelê me ye. Nexu dema em dipeyivin, xasma dema em dinivîsin, divê ku em bînin bîra xwe ku gundîyên Kurdistanê çawa dipeyivin; em wî awayê peyvînê ji nivîsînên xwe ra jî bikin bingeh.

Dema em dibêjin ”çawa”, mexseda me ne ev e ku gundîyên Kurdistanê bi çend peyvikan dipeyivin, divê em jî bi ew qas peyvikan bipeyivin. Naxêr, mexseda me ne mîqdarê peyvikan e; lê belê mexseda me ”çawayî”ya karanîna peyv û peyvikan e. Yanî li vir mexseda me ne ”çawayî” ye, ne ”çiqasî” ye.

Eger em bi Tirkî, bi Farisî, bi Erebî yan bi zimanekî bîyanî yê dî bifikirin û bi Kurdî binivîsin, hingê zimanê me dê ji qalibê xwe yê orijinal, ji kirasê xwe yê eslî yê Kurdistanî derkeve, bibe wergerana wan zimanên bîyanî û bi wî awayî, dê bibe zimanekî çêkirî yê ecêb û xerîb ê bêbingeh.

… Di Kurdî da ”xwestina dil” heye û wek termek, wek îdyomek di ziman da cî girtîye. Mesela, kesek dibêje ”Dilê min naxwaze ez vî karî bikim” yan ”Eger dilê te bixwaze were em ji xwe ra qasek bipeyivin” û wd. Yanî gelê Kurd weha dibêje, weha dipeyive, vê peyvê wek termek, wek îdyomek weha bi kar tîne. Nexu dema mirov bi Kurdî binivîse jî, divê mirov bi Kurdî bifikire û vî awayî bi kar bîne.

Lê belê di Tirkî da bi eynê manayê ”xwestina can” heye û wek termek, wek îdyomek di wî zimanî da cî girtîye. Vêca em ferz bikin ku nivîskarekî Kurd yan rojnamevanekî Kurd bi Tirkî bifikire û wê peyvê ji wî zimanî wergerîne Kurdî, dê bêje ”Canê min naxwaze ez vî karî bikim” yan ”Eger canê te dixwaze, were em ji xwe ra qasek bipeyivin” û wd.

Wek ku dîyar e, ew awa qet û qet li Kurdî nayê; çu gundîyekî Kurdistanê wisa nafikire û tiştekî wisa nabêje. Di nivîsînê da divê mirov pir hay ji xwe hebe û nekeve şaşîyên wisa. Eger mirov di Kurdî da wisa bêje yan wisa binivîse, hingê ew peyv gelek beloq dibe û ji kirasê zimanê Kurdî derdikeve, dikeve kirasê zimanekî bîyanî.

Bi dîtina me, jibo pêkanîna zimanekî Kurdî yê yekawa û yekbûyî yê nivîsînê, ji bil van her du şertên li jor dîyarkirî, sê bingehên giring jî hene. Em dikarin ji wan her sê bingehan ra bêjin sê serçavî jî. Ew her sê serçavî ev in: 1- Awayê karanîna piranîya Kurdan. 2- Edebîyata Kurdî ya klasik. 3- Folklora Kurdî

Me divê em li vir bi kurtî, li ser van her sê bingehan yan her sê serçavîyan çend rêzan binivîsin:

Awayê peyvîn û karanîna piranîya Kurdan, bê guman jibo me bingehekî gelek giring e û serçavîyeka gelek dewlemend e. Lewra afirandoxê vî zimanî, yê ku ev ziman afirandîye û ji mêjedemê heta vê demê parastîye, gelê Kurd e. Bi peyveka dî, xwedîyê vî zimanî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, tiştekî pir siriştî ye ku awayê peyvîn û karanîna piranîya gelê Kurd ji me ra bibe bingeh û serçavî.

Edebîyata Kurdî ya klasik jî jibo me bingehekî gelek giring e û serçavîyeka gelek dewlemend û giranbuha ye. Ji ber vî semedî, xasma di nivîsînê da, divê ku em wê edebîyatê jî wek mînakek û pîvekeka giring qebûl bikin û zimanê Kurdî yê nivîsînê ji wê qut nekin. Dibe ku hin kes weha bifikirin û bêjin:

”Di edebîyata Kurdî ya klasik da gelek peyvikên Erebî û Farisî jî bi kar hatine anîn. Em´ê çawa bikarin wê edebîyatê, yek ji bingeh û serçavîyên yekkirina zimanê Kurdî qebûl bikin?”

Rast e ku hozanên me yên klasik ên qedirbilind ên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî û wd, di eserên xwe da gelek peyvikên Erebî û Farisî bi kar anîne. Lewra di dema wan da karanîna peyvikên Erebî û Farisî toreyek bû, adetek bû. Wê toreyê ne tenê di nava hozanên Kurd da cî girtibû. Hozanên Osmanî jî gelek peyvikên Erebî û Farisî, hozanên Faris jî gelek peyvikên Erebî bi kar danîyan. Lê belê em qala peyvikên Erebî û Farisî nakin; peyva me li ser peyvikên Kurdî ye, ku di edebîyata me ya klasik da cî girtine.

Em baxçeyekî sêvan bînin ber çavên xwe. Wek ku tê zanîn, di baxçeyekî  sêvan da bi darên sêvan ve sêv jî hene, pel jî hene. Dema ji me ra hin sêv pêwist bin û em biçin nava  baxçeyekî sêvan, em guh nadin pelên darên sêvan; em sêvan ji wan daran diçinin û pelan bi daran ve dihêlin.

Em dikarin di edebîyata Kurdî ya klasik da jî peyvikên Kurdî bişibînin sêvan, peyvikên Erebî û Farisî jî bişibînin pelên darên sêvan. Di wê edebîyatê da tiştê ku ji me ra pêwist e, peyvikên Kurdî ne, ku ji alîyê hozanên me yên mezin ve di wê edebîyatê da bi kar hatine anîn. Yanê peyvikên Kurdî yên ku di edebîyata klasik da cî girtine, divê em wan ji xwe ra mînak qebûl bikin. Mesela, peyvika ”nû” di wê edebîyatê da wisa cî girtîye. Nexu nabe ku em wê peyvikê li gora karanîna hin herêman bi awayê ”nî” yan bi awayê ”no” yan jî bi awayê ”nuh” binivîsin. Bi peyveka dî, divê em di karanîna peyvikên Kurdî da edebîyata xwe ya klasik red nekin, xwe jê qut nekin. Ew, mîraseka gelek rûmetbilind û giranbuha ye, ji mezinên me yên nemir ên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Sîyahpoş û wd ji me ra maye. Çawa em bi wan hozanên xwe yên qedirbilind û bi hebûna wan serbilind in, divê em bi eserên wan jî serbilind bin û ji mîrasa wan ra sadiq bin, sadiq bimînin.

Folklora Kurdî jî gelek dewlemend û fire ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku folklora Kurdî, dişibe deryayeka bêsînor û xizneyeka bêdûwayî. Dema mirov dikeve nava wê deryayê û bala xwe dide îdyom û peyvikên pêşîyan ên Kurdî, stranên civatan û govendê, meselokên lawiran û çîrokên efsaneyî, çîvanok û pêkenokên gelî, mirov dibîne ku ew hemî pêkve, bi rastî serweteka çandeyî ya neteweyî ne, ku bi sedsalan di civatên Kurdistanê da, di dawet û şênayîyên Kurdistanê da ji alîyê gel ve hatine gotin, bûne xeml û xêza jîyana gelê Kurd, di dev û zarên mirovên Kurd da hatine parastin û ji  neslan derbasê neslan bûne, bi wî awayî hatine gîhîştine dema me.

Divê em wan jî jibo yekkirina zimanê nivîsînê bingehekî hêja û serçavîyeka giranbuha qebûl bikin û peyvikên ku di wan da cî girtine, em wan di nivîsînê da ji xwe ra bikin mînak û wek wan binivîsin, zimanê xwe yê nivîsînê ji wan qut nekin û dûr nexin. Lewra ew hemî, mîrasa bav û bapîran, da û dapîran in. Nabe ku em wê mîrasa giranbuha red bikin.

Bi dîtina me, divê ku em van hersê bingeh û serçavîyên li jor dîyarkirî, ji xwe ra mînak û pîvek qebûl bikin; peyvikên Kurdî yên ku di wan da cî girtine, em wisa bi kar bînin û di wan da qet guhartin çênekin. Bi rastî, heqê me jî tune ku em wan peyvikan biguhêrin û bi awayekî dî bi kar bînin. Lewra ew peyvik malê gel in, malê giştî ne û beşek ji serweta neteweyî ne; heqê me tune ku em li gora daxwaza xwe wan biguhêrin. Eger em wan her sê bingehan û serçavîyan di nivîsînê da qet nedin ber çavê xwe û ji xwe ra pîvek qebûl nekin, hingê zimanê me dê bibe wek avayîyeka bêhîm.

Tenê tiştên ku navên wan di wan her sê bingehan da tunebin, em dikarin jibo wan tiştan peyvikên nû çêkin. Lê belê çêkirina peyvikên nû jî divê ku li gora awa û bingehokên ziman bin, ji awa û bingehokên rêzimanî ra û ji mentiqa ziman ra çewt nebin…” (M. Emîn Bozarslan, Baxçê Ziman. Cild I, W. Deng, tebax 2008, Amed)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir