Li Dêrsimê di Kafeya Zembulê de tenê jin kar dikin

https://fb.watch/7tXswFbYlO/
Li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê jinên ku bêkar mane bêyî ku berhemên amade bikar bînîn hemû berhemên xwe bi xwe amade dikin û ji wan jî xwarinên bi tam pêşkêşî mêvanan dikin. Li Kafeya Zembûlê hemû jin xwedî biryar in û heman mûçeyî werdigrin. Armanca wan ew e ku hê zêdetir kar bikin daku zêdetir jin bibin xwedî kar.

Endama Rêverberiya Koperatifa Kafeya Zembulê Yildiz Gunduz dibêje “Zembûl ji aliyê 9 jinan ve hat avakirin. Ev de kooperatîfeke û ev jin hemû li vê derê kar dikin. Em li vê derê xwarinên kev çê dikin. Dayikên me, kal û pîrên me çewa pêjandibin em jî wisa dipêjînin.”

Jin li beşê kargehê nanê sêlê û xwarinên herêma Dêrsîmê yên taybet wek zerfet, şîresor, şîrekut, patila, nanê bi rûn û xwarinên din jî wek kûtilk, qelî, kade, manti û kofteyan jî çêdikin. Çend jinên li vê derê xwendekar in û bo bikaribin xwendina xwe temam bikin bi awayekî demkî li kafeyê dixebitin.

Xwarinpêj Kadriye Kasun got “Em hemû jin li vê derê kar dikin û pere kar dikin. Em hemû hatim cem hev û xwarinên herêmî çê dikin. Em bi awayekî qelebalix kar dikin.”

Xwendekar û Karmenda Kafeyê Berfîn Oral dibêje“ Ez Xwendekar im. Ev du meh in ku ez li vê derê kar dikim. Ev de cihê jinan e, em ji hev re pir baş in û ji hev hez dikin. Tev wek xwişk û diya min in.”

Welatiyên Dêrsimê yên tên Kafeya Zembûlê dibêjin, ji xizmet û paqijiya kafeyê razî ne û xwarinên ku li vir tên çêkirin jî gelekî bi tam in. Herwiha tenê karkirina jinan jî bandorê li xelkê dike ku gelek kes bo xwarinê bên vê derê.

Welatî Musa Oktay got “Heta ku ji destê me tê, em tên kafya Zembûlê, ji ber ku jin li vê derê kar dikin. Wek Dêrsimê divê piştgiryê bidin wan.14 jin ji sibehê heta êvarê ked didin û kar dikin, ev tiştek pir xweş e. ev jî ji me re nîşan dide ku eger jinên me bixwazin, dikarin pir tiştên xweş bikin.”

Kooperatîfa Jinê ya Zembûlê ku di sala 2019an bi 9 jinan dest pêkiriye her roj hejmara xwe zêde kiriye û bûne 14 jin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gor salên borî hejmara jinên bêkar zêde bûye û bi armanca debara xwe bikin gelek projeyên serkeftî yên jinan wek kafeya Zembûlê bûne mînak.

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1808202119

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *