Hevalên dengbêj Mihemedê Nenyasî li ser wî û erdhejê kilam amade kirin

Nîşan Dengbêj Mihemedê Nenyasî Erdhej Kilam

Hevalên dengbêj Mihemedê Nenyasî yê ku di erdhejê de canê xwe ji dest da kilam amade kir.

Xwediyê dengê zîz û dilşewat dengbêjê navdar ê Ameda Bakurê Kurdistanê Mihemedê Nenyasî di erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de tevî hevjîn û 3 zarokên xwe xatir ji vê cîhanê xwest.

Caran Nenyasî ligel heval û dostên xwe yên dengbêj li Mala Dengbêjan a Amedê civat û şevbihêrkên coş û kêfxweşiyê girê didan lê niha hevalên wî li heman cihî civata şînê girê dane.

Wan di salvegera yekem a erdhejê de kilam û zêmar li ser hevalê xwe lorandin.

“Em qet wî ji bîr nakin”

Dengbêj Îbrahîm Almas got:

“Xalê Mihemed bi rastî li sernavê dengbêjiyê valahiyek li pey xwe hişt. Ji ber ku ji nav me bar kiriye em gelek xemgîn in. Em qet wî ji bîr nakin.”

Cenazeyê Mihemedê Nenyasî, hevjîn û zarokên wî zêdetirî hefteyekê piştî erdhejê ji bin kavilên sîteya Galeriayê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê hatin derxistin.

Koça wî kul û kesereke mezin di dilê hevalên wî yên dengbêj de hiştiye.

Ji ber vê yekê li ser roja reş a 6ê Sibatê, bandorên erdhejê, jiyana Mihemedê Nenyasî û mayîna wî ya di bin kavilan de bi hostatiyeke mezin a dengbêjiyê kilam hûnandine.

Dengbêj Ramazan Demîr jî anî ziman:

“Xalê Mihemed kesekî pir baş bû. Dengê wî gelekî bilind bû. Dema ligel me kilam digotin digot ka dengê we digihije min? Digot ka biqîrin. Me çiqas qîr kiriba jî dengê me nedigihişt ê wî.”

Dengbêjên Amedê dibêjin erkê dengbêjan veguhastina çand û dîrokê ye û dixwazin bi van berhemên xwe karesata 6ê Sibata 2023yan her dem di bîra nifşên nû de bihêlin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *