Îranê cezayê îdamê da çar ciwanên Kurd

Îranê bi hinceta ku “ew bi Îsraîlê re hevkariyê dikin” cezayê îdamê da çar ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê.

Dema ev ciwan hatibûn desteserkirin, bi alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatibûn tohmetbarkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê îdamê li çar girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Pijman Fatîhî, Muhsîn Mezlûm, Wefa Azerbar û Mehmûd (Hejîr) Feramerzî birî.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê dike hincet ku van ciwanan hevkarî bi Îsraîlê re kiriye û Dadgeha Temyîzê jî ev ceza pesend kiriye.

Pijman Fatîhî 28 salî ye û xelkê Kamêranê ye, Muhsîn Mezlûm 27 salî ye û xelkê Mehabadê ye, Wefa Azerbar 26 salî ye û xelkê Bokanê ye, Mehmûd (Hejîr) Feramerzî jî 28 salî ye û xelkê Diwêlanê ye.

Parêzer nikarin dosyayên wan bixwînin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn:

“Malbatên van girtiyan ji dema desteserkirina wan û heta ti agahî ji wan wernegertine, cihê ku lê tên girtin ne diyar e û tewr dosyayên wan nîşanî parêzerên wan jî nadane.”

Hengawê herwiha destnîşan kir ku ev çar ciwan, salek û pênc meh û 15 rojan li navendên ewlehiyê hatine girtin û şenceyên giran li wan hatine kirin.

Medyaya Îranê, Tîrmeha 2021ê îdia kiribû ku ev çar ciwanên Kurd endamên Komelê ne û gotibû:

“Her çar çekdar bûn, wan xwestiya Saziya Atomê ya Îsfehanê biteqînin.”

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hîn wê demê ev îdia red kir û da zanîn ku “Medyaya Îranê ji bo feşklêdana xwepêşandanan van tohmetan dike.”

Pijman Fatîhî, Muhsîn Mezlûm, Wefa Azerbar û Mehmûd (Hejîr) Feramerzî 23yê Tîrmeha 2021ê li gundê Yengîceyê yê herêma Biradostê ya Urmiyeyê hatibûn desteserkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *