Hejar Mukriyanî

Amadekirin û nivîsandin bi tîpên latînî: Ednan Bedreddin

Dîroka nivîsandina “Qewane Åžerre”, ango “Qawunê* Åžer”, ku helbesteka helbestvan û wergêrê kurd ê navdar Hejar Mukriyanî (1921 – 1991) ye, divegere 26 Hezîrana 1968 an, ango berî betir ji nîv sedsalê ji nuha, û tenê heyvek û neh rojan berî rûdana kûteda ya Al-Bekir û Seddam ku bee’sî wê weke “ÅžoreÅŸa Temmuzê ya Pîroz” bi nav dikin. Di vê helbesta dilgîr de, mamoste Hejar bi zimanekî pir sade û gelêrî, ku şêwazê Cegerwînê mezin têne bîra mirov, serpêhatiya xapandina kurdan ji bal dijminên wan ve tîne ziman, û vê serpêhatiyê bi awayekî gelek zîrekane dirêse.

Di vê lîstika xapînok de, dijmin dirûşmên bedew, lê vale dixe kar: “Kurd û ereb biran e”, “Du’a yê herduyan Amîne” û “du kurên yek bavî ne”. Ev propaganda bi hesanî kurdan nerim dike û mêrxasiya wan a bêhempa pûç dike! Bi xemgînî mamostayê mezin diyar dike ku kurd, di dîroka xwe ya dirêj de, bi “hezarên caran” bi heman “fak û fîkan” ango bi heman “fît û fûtan” mêjiyên wan hatine ÅŸuÅŸtin.

Helbest her weha gendelî û durûtiya oldarên ereban tîne pêş. Li gora “Fetwayên” wan her kurdekî ku ji bo xak û rûmeta xwe dest davêje çek “kafir” û “ji rê derketî” ye. Mamoste Hejar “Şêxên îslamê yên ereb, di nav wan de Şêxê Ezherê jî” weke xizmetkar û hevparên deshilatdaran nîşan dide.

Dibe hinek kes bêjin ku helbest hander kirina dijatiya ereban weke netewe dike û nîşana wekheviyê dixe navbera erban û rêberên wan ên despotîk, anjî ku ola îslamê bi gunehê hinek ji serkirdeyên wê dişewitîne! Bi rastî nerîneka weha hêjayê gengeşekirinê ye, bi taybetî di warê reşkirina ereban de weke reftar, lê di heman demê de, pêwîste rewş û dema nivîsandina helbestê bê li ber çav danîn, herweha hovîtiya erîşên Bexda ya wê demê li dijî Kurdistanê, û bêdengiya gelê ereb li hember van rêbazên hovane yên desthiladarên wan jî bête dîtin.

Lê, bi ser van têbîniyan de jî, ez bawerin, ku her kurdekî ku jibo Kurdistanê xebitiya, dixebite, anjî dilê wî heye xebat bike, gereke vê helbestê gelek caran bixwêne. Ev dê bibe alîkar jibo ku ew tu caran ji bîr neke ku sadebûna kurdan ew negandine tu derê û jibo ku dumahiyek ji xapandina wan re bi yek carê bête danîn.

Divê neyê ji bîr kirin ku, ne tenê Bee’siyan rêbaza xapandina kurdan jibo xwe kirine pîşe, dewletên Turkiye û ÃŽranê berî wan ev siyaset bi awayekî bêtir “pêşketî” û metirsîdar bi kar anîne û nuha jî bi kar tînin.

 

Bû be hezar û çwarsed sal

Le gel ereb bûyne yek mal

 

Xêwî qîble û kîtabêkîn

Wek delên bere babêkîn

 

Belam ew bira îslamem

Ew kake nêre zelamem

 

Herçî hembû birdî bo xo

Minî kuşt be herzin û co

 

Be fermûdey ew le jîna

Hawbeşîn le şayî û şîna

 

Şîn bo min şayî bo ew

Min ebê ler bim ew qelew!

 

Eger daway nan û awkem

Arazûyî berg û pêlawkem

 

Bilêm biray hawdînekem

Hawrêkey lem jînekem

 

Be naşkûrî nalêm birayîn

Naçariyan kirdim têk xirayîn

 

Le rêgey Xuwa û Qur’aneket

Xêrî dîn û îmaneket

 

Sed yekê le dahatekem

Çorê le şîrî welatekem

 

Hezar yekê le newtî xom

Pêm kerem ke bê nan û dom

 

Ba bes kwêr bim bê ronakî

Ba pêt bilêm piyawî çakî

 

Elê hey le dîn wergeraw

Kurd nan û berg û pêlaw?

 

Wa diyare bûye ÅŸie’ûbî

Ebê le rêge derçûbî

 

Her le şêxî ezherewe

Kê mêzerî be serewe

 

Mer dekrên le goşt û pilaw

Pir dekrên le pare û diraw

 

Wa tîj debin ser deken

Fitwaî kafirîm derdeken

 

PaÅŸ fitwa lem Kurdistan e

Firoke û bombe baran e

 

Top û debabe û şest tîr e

Xwênriştinî law û pîr e

 

Kuştinî jin û minal e

Bijîwman her xwênî ale

 

Mizgewtekem derûxênin

Qura’anekem desûtênin

 

Ser le nwê talanem deken

Herzin û co yekşem deben

 

Naçarim deken bême deng

Pelamar bikem bo tifeng

 

Ke eşçom tole bistênim

Wek pilingî çink be xwênim

 

Dujmin xo nagrin le berim

Xwîniyan ra demalê terim

 

Ebête qîrî qîrî yabe**

Yabe ke zanî dernabe

 

Emcareş wek çend hezar car

Qewane ÅŸer exate kar

 

Dîsan mela û ayet dênin

Le ser îzge bom dexwênin

 

Ereb û kurd biray dînin

Herdûk du’ay yek Amînin

 

Key rewaye îslamkuştin

Heram kirawe xwênriştin

 

Minîş beste ziman û feqîr

Dîsan le tepke ekem gîr

 

Be du diro emxaflênin

Heta derfet wedest dênin

 

Dîsan ew zurna û ew pîke

Dîsan heman fak û fîke

 

Axir nalêm carek û duan

Takey bibme merî bê şwan?

 

Takey be diro desxero bim

Heta key rencero bim

 

Boçî min bikujrêm rewa ye

Takey sema bew hewa ye?

 

Boç nebme xêlî nanî xom

Bo nexwênim be zimaî xom

 

Bo newtî xom dest xom nexem

Bo xom rizgar nekem le xem

 

Boç malî xom diyarî nebê

Boç beşim yekcarî nebê

 

Min çim heye ba le lam bê

Ereb birwa û her îslam bê

 

Le xakim derçê, le rêda

Qewane şerî xo lêda!

 

Ew rojey çare nebînim

Xawenî jiyan û dînim

 

Ta kengê birçî û le jêr bim

Be tawêk îslamî têr bim

 

Eger kurdîş bibin be piyaw

Wek gelanî Xuda pêdaw

 

Hîç ziyanî bo kes nabê

Qet lelay xuwa nahez nabê!

 

Gelale 26.6.1968

 

* Qawun, kereseteka ku berî hebûna kasêtan û CD an jibo tomarkirina deng dihate bi kar anîn, û di hebelstê de bi wateya “aşê derewan” e.

 

** “Yabe” ku bi wateya “bavo” tê, gotineka ku erebên Iraqê di axiftinê de gelekî bi kar tînin. Li ba kurdên Başûr bûye hevwateya mirovê ereb.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *