Siyasetmedarê kurd Resûl Qadirî li Père Lachaisê hate veşartin

Siyasetmedar û endamê PDK-Î Resûl Qadirî, di 30ê çileya pêşîna a 2023yê de, li Parîsê çû ser heqiya xwe. Resûl Qadirî, birayê biçûk ê şair û nivîskarê kurd Hejar Mukriyanî û Dr. Sadiq Şerfekendî, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ku li Berlînê ji alî rejima Îranê ve hate şehîd kirin bû.

Resûl Qadirî, 81 salî bû û li ser daxwaza malbata wî û PDKê li goristana bi nav û deng Père Lachaise, ku gora brayê wî Dr. Sadiq Şerefkendî, ya şehîd Dr Evdirehman Qasimlo, ya Yilmaz Guney, Ahmed Karli, Ahmed Kaya û hîn gelek kurdên naskirî jî lê ye, di 7ê çileya paşîn de, bi seremoniyeke mezin hate veşartin. Li ser gora birêz Qadirî kurê wî û kurê Hejar Mukriyanî, brêz Xanî Mukriyanî axivîn. Hêjayî gotinê ye ku nûnerê PWKê Feysel Taşkiran û nûnerên partiyên din jî çeleng danîn ser gora rahmetî.

Dîsa di 7ê çileya paşîn de, li Esntîtuya kudî ya Parîsê ji bo Resûl Qadirî taziye pêk hat, ku tê de li gel serokê Enstîtuya kurdî ya Parsî Kendal Nezan, gelek endamên malbatê, nûnerên partiyên siyasî û kurdên Parîsê amade bûn. Di taziyê de, birêz Joyce Blau, nûnerê PDK-Î Erdelan Ebdulahî, brêz Kendal Nezan, kurê Hejar Mukriyanî, brêz Xanî Mukriyanî û edamên malbatê axivîn: bahsa kesayetî, xebat û çalakiyên birêz Resûl Qadirî kirin.

Yakub Karademir

Rûpela Nû – Paris

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *