Amadekirin û nivîsandin bi tîpên latînî: Ednan Bedreddin
Dîroka nivîsandina “Qewane Şerre”, ango “Qawunê* Şer”, ku helbesteka helbestvan û wergêrê kurd ê navdar Hejar Mukriyanî (1921 – 1991) ye, divegere 26 Hezîrana 1968 an, ango berî betir ji nîv sedsalê ji nuha, û tenê heyvek û neh rojan berî rûdana kûteda ya Al-Bekir û Seddam ku bee’sî wê weke “Şoreşa Temmuzê ya Pîroz” bi nav dikin. Di vê helbesta dilgîr de, mamoste Hejar bi zimanekî pir sade û gelêrî, ku şêwazê Cegerwînê mezin têne bîra mirov, serpêhatiya xapandina kurdan ji bal dijminên wan ve tîne ziman, û vê serpêhatiyê bi awayekî gelek zîrekane dirêse.
Di vê lîstika xapînok de, dijmin dirûşmên bedew, lê vale dixe kar: “Kurd û ereb biran e”, “Du’a yê herduyan Amîne” û “du kurên yek bavî ne”. Ev propaganda bi hesanî kurdan nerim dike û mêrxasiya wan a bêhempa pûç dike! Bi xemgînî mamostayê mezin diyar dike ku kurd, di dîroka xwe ya dirêj de, bi “hezarên caran” bi heman “fak û fîkan” ango bi heman “fît û fûtan” mêjiyên wan hatine şuştin.
Helbest her weha gendelî û durûtiya oldarên ereban tîne pêş. Li gora “Fetwayên” wan her kurdekî ku ji bo xak û rûmeta xwe dest davêje çek “kafir” û “ji rê derketî” ye. Mamoste Hejar “Şêxên îslamê yên ereb, di nav wan de Şêxê Ezherê jî” weke xizmetkar û hevparên deshilatdaran nîşan dide.
Dibe hinek kes bêjin ku helbest hander kirina dijatiya ereban weke netewe dike û nîşana wekheviyê dixe navbera erban û rêberên wan ên despotîk, anjî ku ola îslamê bi gunehê hinek ji serkirdeyên wê dişewitîne! Bi rastî nerîneka weha hêjayê gengeşekirinê ye, bi taybetî di warê reşkirina ereban de weke reftar, lê di heman demê de, pêwîste rewş û dema nivîsandina helbestê bê li ber çav danîn, herweha hovîtiya erîşên Bexda ya wê demê li dijî Kurdistanê, û bêdengiya gelê ereb li hember van rêbazên hovane yên desthiladarên wan jî bête dîtin.
Lê, bi ser van têbîniyan de jî, ez bawerin, ku her kurdekî ku jibo Kurdistanê xebitiya, dixebite, anjî dilê wî heye xebat bike, gereke vê helbestê gelek caran bixwêne. Ev dê bibe alîkar jibo ku ew tu caran ji bîr neke ku sadebûna kurdan ew negandine tu derê û jibo ku dumahiyek ji xapandina wan re bi yek carê bête danîn.
Divê neyê ji bîr kirin ku, ne tenê Bee’siyan rêbaza xapandina kurdan jibo xwe kirine pîşe, dewletên Turkiye û Îranê berî wan ev siyaset bi awayekî bêtir “pêşketî” û metirsîdar bi kar anîne û nuha jî bi kar tînin.
Bû be hezar û çwarsed sal
Le gel ereb bûyne yek mal
Xêwî qîble û kîtabêkîn
Wek delên bere babêkîn
Belam ew bira îslamem
Ew kake nêre zelamem
Herçî hembû birdî bo xo
Minî kuşt be herzin û co
Be fermûdey ew le jîna
Hawbeşîn le şayî û şîna
Şîn bo min şayî bo ew
Min ebê ler bim ew qelew!
Eger daway nan û awkem
Arazûyî berg û pêlawkem
Bilêm biray hawdînekem
Hawrêkey lem jînekem
Be naşkûrî nalêm birayîn
Naçariyan kirdim têk xirayîn
Le rêgey Xuwa û Qur’aneket
Xêrî dîn û îmaneket
Sed yekê le dahatekem
Çorê le şîrî welatekem
Hezar yekê le newtî xom
Pêm kerem ke bê nan û dom
Ba bes kwêr bim bê ronakî
Ba pêt bilêm piyawî çakî
Elê hey le dîn wergeraw
Kurd nan û berg û pêlaw?
Wa diyare bûye şie’ûbî
Ebê le rêge derçûbî
Her le şêxî ezherewe
Kê mêzerî be serewe
Mer dekrên le goşt û pilaw
Pir dekrên le pare û diraw
Wa tîj debin ser deken
Fitwaî kafirîm derdeken
Paş fitwa lem Kurdistan e
Firoke û bombe baran e
Top û debabe û şest tîr e
Xwênriştinî law û pîr e
Kuştinî jin û minal e
Bijîwman her xwênî ale
Mizgewtekem derûxênin
Qura’anekem desûtênin
Ser le nwê talanem deken
Herzin û co yekşem deben
Naçarim deken bême deng
Pelamar bikem bo tifeng
Ke eşçom tole bistênim
Wek pilingî çink be xwênim
Dujmin xo nagrin le berim
Xwîniyan ra demalê terim
Ebête qîrî qîrî yabe**
Yabe ke zanî dernabe
Emcareş wek çend hezar car
Qewane şer exate kar
Dîsan mela û ayet dênin
Le ser îzge bom dexwênin
Ereb û kurd biray dînin
Herdûk du’ay yek Amînin
Key rewaye îslamkuştin
Heram kirawe xwênriştin
Minîş beste ziman û feqîr
Dîsan le tepke ekem gîr
Be du diro emxaflênin
Heta derfet wedest dênin
Dîsan ew zurna û ew pîke
Dîsan heman fak û fîke
Axir nalêm carek û duan
Takey bibme merî bê şwan?
Takey be diro desxero bim
Heta key rencero bim
Boçî min bikujrêm rewa ye
Takey sema bew hewa ye?
Boç nebme xêlî nanî xom
Bo nexwênim be zimaî xom
Bo newtî xom dest xom nexem
Bo xom rizgar nekem le xem
Boç malî xom diyarî nebê
Boç beşim yekcarî nebê
Min çim heye ba le lam bê
Ereb birwa û her îslam bê
Le xakim derçê, le rêda
Qewane şerî xo lêda!
Ew rojey çare nebînim
Xawenî jiyan û dînim
Ta kengê birçî û le jêr bim
Be tawêk îslamî têr bim
Eger kurdîş bibin be piyaw
Wek gelanî Xuda pêdaw
Hîç ziyanî bo kes nabê
Qet lelay xuwa nahez nabê!
Gelale 26.6.1968
* Qawun, kereseteka ku berî hebûna kasêtan û CD an jibo tomarkirina deng dihate bi kar anîn, û di hebelstê de bi wateya “aşê derewan” e.
** “Yabe” ku bi wateya “bavo” tê, gotineka ku erebên Iraqê di axiftinê de gelekî bi kar tînin. Li ba kurdên Başûr bûye hevwateya mirovê ereb.