Koma Şanoyê ya Arêyaqayê ji bo zindîkirina Kirmanckî gund bi gund digere

Li gorî amarên UNESCOyê, 18 zimanên cîhanî ku di xetereya jinavçûnê de ne li Tirkiyeyê ne, di nav wan de zaravayê Kirmanckî (Zazakî/Kirdkî) yê Kurdî jî heye.

Ev jî ji ber ku di salên 1993 û 1994an de hikûmeta Tirkiyeyê piraniya gundên Kirmanckîaxêv ên Dêrsimê bi darê zorê vala kirin.

Niha ciwan hino hino zimanê xwe ji bîr dikin û nikarin pê biaxivin.

Yilmaz Can di sala 2009an de bi 5 hevalên xwe yên din re Koma Şanoyê ya Aşê Nimandinê ku bi Kirmanckî jê re dibêjin “Arêyaqa” ava kir.

Armanca avakirina wê komê ew e ku zaravayê Kirmanckî zindî bihêle.

Ev kom li seranserê Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û tewra Ewropayê jî çalakiyên şanoyê bi şêwezarê Kirmanckî nîşan dide.

Koma şanoyê di şert û mercên dijwar de hat damezrandin

Serokê Koma Şanoyê ya Aşê Nimandinê Yilmaz Can got:

“Her çend me di şert û mercên pir dijwar de koma xwe ya şanoyê damezrand jî lê di demeke kin de mezin bû.”

Kirmanckî rastî qirkirineke dijwar hat

Dêrsima ku bi piranî Kirmanckîaxêv e, di salên 1993-1994an de ji ber valakirina bi zorê ya gundan, Kirmanckî rastî qirkirineke dijwar hat û metirsiya jinavçûnê ket ser.

Gava Yilmaz Can dîtiye ku xeter li ser Kirmanckiyê heye û rastî nemanê hatiye, komeke şanoyê ya taybet bi Kirmanckiyê ava kir û li bajarên cuda xasma li Dêrsimê dest bi nimayişkirina şanoyan kir.

Yilmaz Can da zanîn ku Koma Şanoyê ya Arêyaqayê li Stenbolê hat avakirin û wiha domand:

“Me pêşî bi sê temaşevanan dest pê kir. Piştre me xebata xwe berfirehtir kir û me li gelek parêzgehên wekî Dêrsim û Enqereyê nimayiş kirin.

Herwiha li Almanya, Swîsre, Brîtanya û Awisturyayê jî me nimayiş kirin.

Piştî pêşkêşkirina berhemên me yên şanoyê, xelkê fêhm kir ku şano dikare bi vî zimanî jî were pêşkêşkirin.”

Niha Koma Şanoyê ya Arêyaqayê di bin sîwana Şaredariya Dêrsimê de karên xwe berdewam dike.

Kesên ku ji şanoya Kirmanckî hez dikin perwerde dike.

“Zimanê me bi rêya şanoyê zindî dibe”

Şanoger Yildiz Denîz jî got:

“Zimanê me di tengasiyê de ye, zimanê me dike bimire, loma me fikirî ka em dikarin çi bikin û di dawiyê de me dest bi vê lîstika şanoyê kir.

Zimanê me bi rêya şanoyê zindî dibe û dibe ku em wî xilas bikin.

Ji bo vê armancê jî em gund bi gund, bajar bi bajar û dever bi dever digerin. Ji bo ku dest bi axaftina bi zimanê xwe bikin.”

Koma Şanoyê ya Arêyaqayê gava alîgirên wê zêde bûn, liq û şaxên wê gihîştin Ewropayê û li wir jî nimayiş kir û girîngî pê hat dayîn.

Ew tîm, ciwanên ku dixwazin fêrî Kirmanckî bibin wan perwerde dike.

“Mirov bi şanoya me kêfxweş dibin”

Şanoger Senem Tucayê jî got:

“Em vê şanoyê pêşkêş dikin, mirov kêfxweş dibin û dikenin.

Em diçin derveyî welêt, em li gundan digerin û ji bo ku em zimanê me ji bîr nekin, em şanoyê pêşkêş dikin, herwiha ji bo ku em ciwanan han bidin ku hînî zimanê xwe bibin.

Ciwan dibêjin, em fêm dikin lê em nikarin  biaxivin. Em jî dibêjin ev zimanê me ye û bila neyê tunekirin.”

Yilmaz Can herwiha da zanîn ku ew li Dêrsim û Vartoyê jî nimayişê dikin û got:

“Carinan em dekor û sehneyê li ber qehwexaneyekê bi cih dikin û carinan jî li ber malan datînin, îcar salmezinên wir piştî ku karên xwe diqedînin tên û bi kêfxweşî li nimayişa me temaşe dikin.”

“Dema gund hatin valakirin zimanê me ket nav nivîna mirinê

Şanoger Yusif Guven jî wiha behsa sedama avakirina Koma Şanoyê ya Arêyaqayê kir:

“Berê gundên me tije bûn û gelê me xwedî heman ziman, edet û çandê bû ku ji dê, bav û kalên xwe werdigirtin.

Bi heman awayî jî dipeyivîn ku dêûbavên wan pê dipeyivîn lê piştî ku sala 1994an gundên me hatin valakirin, wê demê zimanê me ket nav nivîna mirinê.

Ji bo vê sedemê jî Koma Şanoyê ya Arêyaqayê hat avakirin.”

“Divê li vî zimanê xwedî were derketin”

Xwendekara Beşa Şanoyê li Dêrsimê Roziye Gîrgîn jî got:

“Ez li beşa şanoyê ya şaredariya Dêrsimê, xwendekara Yilmaz Can im, ez ji Edirneyê me. 

Yekem tişta ku ez fêr bûm gotina ‘Mara niye’ bû, ango ‘Ne ji me ye’. Çimkî kesên li derdora min bûn, ev hevok ji bo min pir dubare dikir. 

Zimanekî we yê bêhempa heye. Mîna tevliheviyeke cuda ya Fransî yan Romanî ye, zaf xweş e!

Lewra min got ez jî dixwazim bi we re hîn bibim, herwisa bi we re bigirîm jî.

Tew ez bi Zazakî stranan jî dibêjim. Bi rastî jî zimanek e ku divê lê xwedî bê derketin.”

Ew koma şanoyê gund bi gund û bajar bi bajar digere ji bo zindîkirina şêwezarê Kirmanckî di zimanê Kurdî de.

Roj bi roj ciwanên nû tevlî koma wan dibin û tîma şanoyê berfirehtir dibe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *