Gelo PKK ji bona kuştina (mirina) sivîlan eciz dibe?

İbrahim GÜÇLÜ 

Wek tê zanîn Dewleta Kolonyalîst a Tirk girêdayî hebûna PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dehsalan e ku operasyona pêk tîne. Di wan operasyonan de gelek gundên Kurdistanê û gundîyê Kurdistanê zirar dibînin û gundîyên sivîl tên kûştin.

PKK vê xeterîyê nabîne û kurdan napêreze. Ji bona gund û gundîyên Kurdistanê zirar bibîne zêdetir ji bona wan xeterî çê dike.

Tu wext jî dilê PKKê bi gundîyên kurd, yên ji alîye dewleta Tirk ve hatine kûştin, neşewitîye. Ji bona wan daxuyanîyek diyar nekiriye. Heta kûştina sivîlan ew kêfxweş kirine. Ev mijara li hemberî berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê bikaranîye.

Lê çend roj berê PKK, cara yekem e ku piştî operasyona Dewleta Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona kûştina sivîlekî belavokek belav kir. Di belavokê de acizîya xwe ji bona mirina sivîlekî nişan da. Diyar kir ku dê ji bona wî sivîlî, ji Dewleta Tirk tol bigre.

Dema ku ev nûçeya di çapemenîya PKKê û çapemenîya kurdî de hat belav kirin, tu kesî bi vê yekê bawer nekir. Ev nûçeya  ji bona  her kurdekî gelek sosret û xerîb hat. Lewra ji bona PKKê kûştina sivîlan pir girîng nîne. Lewra wan bi xwe, bi hezaran sivîl kûştine.

Em binerin ku dîploma û ceribandina PKKê di vê mijara esasî de çi ye?

PKKê, li ser esasê ku dijminatîya kurdan bike ava bû. Dewleta kolonyalist ya Tirk ji bona kurdan tune bike, stratejiyeke nuh meşand. Di nav kurdan de, ji bona kurdan ji dewleta Kurdistanê dur bixe û Tevgera Neteweyî ya kurdistanê tasfiye bike, li ser navê kurdan PKKê ava kir.

Loma jî piştî ku PKKê ava bû, Kurdistanî û neteweya kurd bi tevayî dijmin îlan kir. Kurdistanî kî bûn? Serok eşîrên Kurdistanê bûn. Mîr û begên Kurdistanê bûn. Axayên Kurdistanê bûn. Şêxên Kurdistanê bûn. Meleyên Kurdistanê bûn. Gundîyên Kurdistanê bûn. Xwendevanên Kurdistanê bûn. Jin, kal û pîrên Kurdistanê bûn. Partî û rêxistinên Kurdistranê bûn. Kurdperwerên Kurdistanê bûn. Eşîretên Kurdistanê bûn. Ol û mezhebên cüda yên li Kurdistanê bûn.

HÎLVAN (Curnêreş): PKKê, bi teşwîka Dewleta Tirk, di destpêkê li Hîlvanê li hemberî gelê kurd û sivîlan dest bi şer kir. Ji eşîreta Tuysuzan re bû alîkar li hemberî Suleymanîyan şer kir. Di vî şerî de, bi dehan kesên sivîl, serokeşîr, berpirsên civatê, kurdperwer ji alîye PKKê ve hatin kûştin. Ew kesan bi tevayî sivîl bûn û ne çekdar bûn.

 

SÎWEREG (Girêsor): PKKê, li Sîweregê li hemberî Mehmed Bûcak suîkast li darxist. Mehmed Bûcak serokê eşîreta Bûcaxan bû û di hemandem de  parlamenterê Partiya Adaletê bû. Sîwereg bi awayekî otonom bû. Hêzên dewletê zede nedikarî Bûcaxan kontrol bikin.

PKKê, girêdayî daxwaza Dewleta Tirk, dixwest du tiştan bike armanc. Yek armanca PKKê ew bû ku hêzên herêmî yên kurd tasfiye bike. Bûcaxîyên otonom tasfiye bike. Armanca duyem jî, li Sîweregê Tevgera Neteweyî, partî û rêxistinên neteweyî yên li Kurdistanê xurt bûn, dixwest wan tasfîye bike.

Loma jî di nav gel û eşîretan de dijîtî û dijminatî derxist. Li dijî eşîreta Bûcaxan ji Eşîreta Kirwar  re piştgirî kir. Wî şerî di sala 1979an de dest pê kir, heta Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Di vî şerî de, ji 1000 sivîlî zêdetir kurd hatin kûştin. Gelek kurdperwer û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê hatin kûştin. Ew şer a, bi deste PKKê hat li darxistin.Ji bona Sîweregê felaketeke mezin çêkir. Di hûndirê salekê de 30.000 kurd Sîwereg terk kir û çûn di şertên gelek zehmet de li bajarên din yên wekî Diyarbekîrê û Edenê cîwar bûn. Sîwereg vala bû.

Li Sîweregê kesên hatin kûştin çekdar nebûn, sivîl bûn.

NISÊBÎN-SERÊKANIYÊ-GELEK DEVERÊN DIN YÊN KURDISTANÊ: PKKê li gelek bajarên din yên Kurdistanê jî bû sedem ku gelek sivîl bên kûştin û PKKê sivîl kuşt. Li Qoser, Nisêbîn û Serêkanîyê vê tabloyê rewşeke gelek trajedîk nişan da. PKK di hemandem de, li wan bajaran, li dijî KUKê jî şer û kûştin domand.

PKK li Qoser, Dêrik û Nisêbînê dijîtîya eşîretan jî kûr kir. Ji mala Hecî Sînan re bû hevalbend û neyarên wan yên Qoser û Dêrikê wek neyarê xwe îlan kir. Şêx Evilrahmanê Qoserî wek hildana tola mala Hecî Sînan li Qamişlo kuştin. Li Nisêbîn jî ji eşîreta Hemoyan re bû hevalbend, êrîşî eşîreta Omerîyan kir. Lewra di hemandem de eşîreta Omerîyan bi awayekî giştî piştgirê KUKê bû. PKKê ew şera di hemandem de li dijî KUKê kir şerekî. Bi dehan kurdperwer kûştin.

Di wan êrîşên PKKê de gelek kurdpewer û kurdên sivîl hatin kûştin. Bı hezaran kurdan jî bajarên xwe terk kirin, çûn bajarên Tirkan yên metropolan cîwar bûn..

Ew qetlîamên sivîl yên PKKê heta 12 Îlona 1980yî domand.

PKK, serokê Tevgera Kawayê Ferîd Ûzûn şehîd kir, ew kesekî çekdar nebû, sivîl bû.

PKKê endamê Riya Azadî )PSKT) Mistefa Çamlibel kûşt, ew kesekî çekdar nebû sivîl bû.

PKKê, zêditirî 50 endam û berpirsên KUKê kûşt, ew çekdar nebûn, sivîl bûn.

PKKê,endamên DDKDê kûşt, ew jî çekdar nebûn, sivîl bûn.

PKKê, endam û berpirsiyarên Tevgera Têkoşînê kûşt, ew jî ne çekdar bûn, sivîl bûn.

PKKê, tevayî endam û berpirsiyarên Tevgera Pênc Parçacîyan kûştin, ew jî sivîl bûn, ne çekdar bûn.

PKKê, axa, serok eşîr, muxtar kûştin, ew ne çekdar bûn, sivîl bûn.

PKKê ji gelek partî û rêxistinên şoreşger yên Tirkan endam û berpirsiyar kûşt,

ew jî ne çekdar bûn, sivîl bûn.

PKKê bi hezaran mixaliîfên xwe kûştin. Ew jî çekdar nebûn, sivîl bûn.

Hejmarên sivîl yên kûştiyê PKKê bê sînor e.

PKKê, piştî salên 1980yî jî dev ji kûştina sivîlan berneda, gelek kurdên sivîl kûşt.

Di Şerê xendekan de bi hezaran sivîl kûşt û da kûştin.

Gelek aşkere got ku “emê malbata parêzvanên gundan biqedînin!” Loma jî li hemberî wan qetlîameke sivîl pêk anî.

Piştî ku dest bi şerê çekdarî kir zarok, jin, pîr û kalên kurd kuştin. Qetlîamên mezin çêkirin.

Piştî salên 80yî PKKê li hemû beşên Kurdistanê sivîl kûşt.

Nûha sivîlan li Dewleta Federe ya kurdistanê dikûje. Gundîyan û zarokên wan direvîne dikûje.

Li Şengalê sivîlan dijkûje.Gor lêkolînekê zarokên Şengalî yên ji alÎye PKKê ve hatine revandin û bûne leşker, ji yên DAEŞê zêdetir e

PKKê bes sivîlan nakûje, di hemandem de li wan êşkence jî dike.

PKKê li Rojavayê Kurdistanê li sivîlan digre hepis dike û êşkence dike. Sivîlan dikuje.

Ev tabloya derdixe holê ku PKKê qetilê kurdan û însanan e. Rêxistineke faşîst, barbar, hov e.

Gelo PKKê bi ev qerekreta xwe ya barbar û hovane, heger kûştina sivîlekî protesto bike, ev bûyereke gelek sosret û xerîb e.

Ev protestoya li bejna PKKê nayê.

Ev  rîyakarîya PKKê diyar dike.

Ev yeka qetîlbûna PKKê û qetlîamaên PKKê venaşêrîne.

Lewra Wek min li rêzên jorîn diyar kir û bi salan e ku dinivîsînim bi deh hazaran kurdên ji alîyê PKKê ve hatine kûştin, tên zanîn û di nivîsan de cîh girtine.

Ênqere-Qoser: 20. 08. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *