Siltanê Mezin Siltan Selaheddînê Eyyûbî

Şakir Epozdemîr

Siltanê Mezin Serfirazî û Şehnazîya hemî Kurdan û hemî Kurdistaniyan e 

Ne hewceye ku ez bêjim, File û Misilman, xelq û alem, dost û dijmin; hemî kes, ji bona wî şêrê Çîyayên Kurdistanê dibêjin: ‘Siltanê Mezin, Hikimdarê Adil, Qralê Dilovan, Şervanê Pispor, Neyarê Aqilmend, Dostê Bi Qîmê, Mînaka Merdemêrî û Bawermendî û Ciwamêrî yê, Şûrê Edaletê, bawermendê ji dil, lehengê bê tirs, serbilindîya Kurdan. Siltan Selaheddînê Kurdî.’ Eva 800 sal zêdetir di ser dewra wî da derbas bû, lê hêjajî bala hemî dinyayê dikişînê û miletê wî, nijada wî, hê teze wî nas dikin.

Divê em Kurd bişikrînin ku Yezdanê bê şirîk û bê henpa piştî Zengîyan, parastin û berevanîya welatê Misilmanan ango dewleta Ebbasiyan danî ser milê malbatek ji malbatên Kurd ya Eyyûbîyan. Di dîroka İslamê da Kurd, di binê serwerîya malbateke payebilind da, bûne berevanên heq û hiqûq û rûmet û şerefa miletên Misilman û dersên dadmendî û merivayîtîyê dane hemî alema wê gerdûna bê bext û bê wefa. Ev berevanî bi Siltan Selaheddîn dest pê kir û heya ku afeta Moxilan da ser welatên Misilmanan domand.

Sebebê ku nivisandina dîrokan tim di destê rojavayîyan da ye, navê barbarîyê li xwe nekirine û kêmanî nanîne ser xwe. Belê di rastiya xwe da, gava ku meriv li ‘êrîşên Xaçperestan’ kûr dibî bi hêsanî dibînê ku ji Moxil û Tatar û Ozbekan ne kêmtirin, belkî ku ji wan zalimtir û xeddartirin. Tu eleqeyên wan bi Hz. Îsa va nîne. Barbarên rohilatê weke yên roavayîyan hemî bi hevra bend girê nedidan û bi keştîyên herbê êrîş nedikirane ser gund û bajaran. Lê Qralîyetên İnglis, Fransiz, Elman, İtalî, Bilxar, Norman û hemî prens û ruhbanên Dêr û Manastiran yên Ewropa bi Richard ê Dilşêr, Fhilippe August, Frederik Barbaros va hatibûn ku yek Misilman tenê li ser ruyê dinê nehêlin û bibine hakimê vê gerdûnê.

Piştî Kurdan İslamîyetê pejirand û virda, hê di nîveka sedsala VIII’an da, bi mînaka Eba Mislimê Xoresanî pêşkêş, aqilmend, şervan, dîplomat û wezîr ji wan çêbûn û hêdû hêdû dewlet û mîrekîyên xwe li ser axa bab û kalên xwe ava kirin. Feodalîteya Kurdan jî weka ya hemî miletan di vê demê da xuliqî û rûnişt. Derfeta ku rê li pêşîya dewlet avakirinên Kurdan vekir İslam û perwerda medreseyên İslamê bû. Xweşdîtin û hiqûqê İslamê bû. Mîrekên Kurdan ango dewletên Kurdan hemî di çerçewa İslamê da û di rîayeta Xelîfe yê Ebbasiyan da hikim dikiran. Dewletsaz, teknoqrat, brokrat, serdar û wezîrên navdar ji Kurdan radibuyan û ilimdarên Kurdan li gor zemanê xwe ji ilimdarên Tirk û Ereb û farisan ne kêmtir bûn.

Wezîrê Dewleta Merwanîyan diço Bexdayê îş û karê dewleta Ebbasîyan bi serhev va tanîya. Ev Wezîr hewçend navdar û namdar bû ku Siltanê Selçûqîyan Siltan Mesûd wî ji Xelîfe distanda dibira ba xwe. Ewê ku rê û benda şanî Selçoqîyan da û dewleta Kurd ya Merwanîyan ji holê rakir ev Wezîr Cuheyrê Dewletsaz û leyzbaz bû. Heznewî, Şedadî û bi dehan dewlet û qralîyetên Kurdan dane peyî hev û li hemî derê Kurdistanê sazîyên Kurdan yên rewadar û hemdem hatin avakirin di wan dem û zemanan da.

Di sedsala XII yê da qadroyên dewletsaz û broqrat û ilimdarên Kurdan hê dewlmendtir û xwurttirin. Di nîveka vê sedsalê da malbateke Kurd ji malbata Rewadîyan li ser navê Eyyûbîyan Misir, Yemen, Libya, Sûdan, Sûrîye, Lûbnan, Diyarbekir, Mosil, Erbil û piranîya Kurdistanê ji dagirkeran rizgar kir xiste binê hikmê xwe yê adil. Li pêşberê Xaçperestan bi Tirkan û hemî Misilmanan ra tifaqan girêdan û bûne Melîkên rast û dirist û rewadar yên welatên İslamê û Rohêlata Navarast.

Siltan Selaheddîn Serdareke di binê hikmê Atabegî û Artoxîyan da bû. Qumandareke Zengîyan bû. Lê, hê di saxîya wî da Zengî û Artoxî ketine binê hikmê wî. Ewî weka Selçoqîyan bi şer û ceng û bêbextîyan hikmê xwe biser nexist, hikmê Siltan Selaheddîn wisa adil bû ku gava Mosilê dapêç dikira jêra digotan bûka hikimdar bi hemle ye, Ji bo ku prensesa ciwan hemla xwe bi selamet danê û netirse, Selaheddînê Kurdî şerî radiwestan da.

Selaheddîn Misir û Sûrî ji Fransizan stand, dawî li qralîyeta Frengan ya Filistînê anî û bi dîwarên Qudsê va remz û nîşana Eyyûbîyan ya ‘Qral û Qertal’ daçikand. Kurdan di wan deman da şerê çend heb qaçaxçîyan û nijdevanan nedikiran. Ev şerên giran şerê cîhanê yê wê rojê bû. Li meydana şer dewletên wê demê yên herê mezin û super ciyên xwe girtibûn. Welatên Roava bi hemî mecalan hewl dabûne xwe ku careke din hikmê İskenderê Makedon bi ser van welatan bixin û careke din hikmê xwe yê bê fesal û bê awe li ser axa Mezopotamya yê rast bikin. Lê “hisaba mal û sûkê li hev derneket”, keştîyên wan yên şer li zinaran ketin û şermezar û şerpeze dageriyane welatên xwe û wan Camêran çewan dîtibûn çon ji miletên xwe ra wisa qiset kirin. Û heya serê sedsala 20’an îdî hew wêrîn carek jî bi van aqaran bikevin. Divê ku em vê jî qeyd bikin ku artêşên Eyyûbîyan – bi taybet di dewra Siltan Selaheddîn da – ji ‘Kurd û Tirkan’ hatibûne ristin. (mêzekin: İsmet Şeriv Wanli –Batili Seyyahlarin Gözüyle Kürtler ve Kürdistan sayfa 10/11 – Weşanên Awesta)

Siltan Selaheddîn ne bi tenê şerê Xaçperestan kir û zordestîya wan ji ser axa miletên Misilman rakir; Ewî hikmê Fatimîyan rakir, Şerê Selçoqîyan, Ereban, Sûdanîyan, Zengîyan û gelekan kir û micadela wî ya herê mezin û çetîn bi malbata wî va bû. Hisab bikin ku malbatek ji prensan û lehengan dagirtî û dinya ketîye nava lepê vê malbatê. Malbat, malbateke diltenik û bi urf û adet û qerekterê xwe va girêdayî. Kur û bira, mam û pismam, xal û xarz. Çewan ku Yusifê Kananî hemi malbata xwe li dora xwe komkir, her waha Selaheddîn Yusifê Diwînî jî bu Melîkê Misrê û malbata xwe li dora xwe komkir. Lê pirsgirêkên Yusifê Kenanî yek bî, yê Yûsifê Diwînî sed û yek in.

Merditi û Mal belavkirina wî:

Hema di destpêkê de ev malê ku ji apê wî Esadeddîn Şêrgo mayî li xelqê belav dike. Her wiha ji Hikimdarê Misrê Edîd jî alîkarîyan digrê û wan jî li xelkê belav dike. Wê demê Misir jî dewlet e. Dewleta Ubeydiyan e. Di navbera salên 912-1171 ê da 260 salan 14 kes ji vê malbata Ubeydîyan hikim li vê dewletê kirin e. Selaheddîn gava ku dibe Wezîr dest datînê ser malê Şawir û wan bertîlxwer û talanbirên hevalên wî. Bi van jî razî nabî, xezîneyên bajaran, xenîmetên ku ketine dest, hemî bi carek li serdar û leşkeran belav dik e. Selaheddîn xwe hewçend zêde bi serdar û leşker û miletê Misrê û feqîr û fiqaran dide hezkirin ku Nureddîn Zengî lê dikevê şikê û jê disilikê. Di sala 1170 yê da erdhêjaneke dijwar li Misrê çêbû ye. Helwesta vî serdarê bê henpa di vê felaketê da pir bi rêkûpêk meşîya ye. Ew her mal belav dik e. Ew her delîlê bêçar û bê kesa ye. Ew merdemêr û camêr e. Şêrgoyê Mamê wî jî weka wî kirî ye. Di hemî şeran da, di hemî wextan da gava bajarek standîye û dest danîye ser xezîna wan, wî malî di cî da li şervanan belav kirî ye. Ji ber vê yekê ye ku gava wefat kir, kefenê wî bi deyn standin anîn vî Siltanê Mezin kefen kirin.

Siltan Malbata xwe dixwazê Misrê:

Selaheddîn Cîgirê Nûreddîn Mehmûd e. Ew gava pîyên wî erd digirê birayê xwe Tûranşah ji Zengî dixwazê ku bişînê cem. Ewî her xwestîye ku malbata xwe bide pêş. Qîma wî bi malbata wî û bi Kurdan hatî ye. Piştî kurdan bawerîya wî bi Tirkan jî heye, lê Siltan hîç baweriya xwe bi Ereban nanî ye. Ereb jê ra ne rastin û Ereb li meydanê naxwuyên. Dibe ku Bexda jî jê disilikê. Lîder ji Kurdan dereng dertên, lê gava dertên, li ber meznayîya wan çavên dijminan venabin. 450 sal beriya Selaheddîn Eba Muslimê Xoresanî dawî li dewleta Emewîyan anî û dewleta Ebbasîyan ava kir. Ebbasîyan Eba Muslim bi kuştinê perû kirin. Îro jî Selaheddînê Eyyûbî bûye Melîkê Misrê. Hikmê Fatimîyan rakirîye û careke din li ser navê Xelîfeyê Beğdayê, Xelîfeyê Ebbasîyan Xutbe dide xwendin, lê carek din dîsa xelîfe ji Siltanê Kurd disilikê. Ji bêbextan weye ka hemî kes wekî wan in.

Nûreddîn Zengî newêrê malbata wî bişeynê cem. Dilê wî jî di wesweseyê da ye. Mafê wî jî hey e. Malbateke wek şêr û plingan ku Xwedê bereketa xwe xistîye yê. Hemî Melîk in, hemî serdar û serwer in. Ev keremeke ku Xweda di sedsala XII yê da bi Kurdan ra kirî ye.

Hevalbendên wî yên Kurd:

Eyazê Tewîlî, İzedîn Çurdîk, Mîrê Banyazê, Mîrê Telbagirê, Bahaddîn, Mîrê Cizîrê, Teqyedîn ê Birayê Siltan, Seyfeddîn Elî û hemî Mîr û Prensên Hekkarî û Xweşavî û Mîrên Kurdan yên din. Şarezayê herê qenc û şêwirmendê Siltanê Gewre, Diyaeddîn İsayê Hekkarî ye. Qadroyên sereke Kurd in û Diwana Bilind a Siltan ji şareza û pisporên Kurdan dagirtî ye. Kurd bi hêjmara xwe ji Tirkan û wan qewmên din zehftir in û di cengê da jî ji wan wêrektir û pisportir in. Ji 16 serfermandaran 13 yê wan Kurd in.

Wezîrtiya Şêrgo û ya Selaheddîn:    

Wezîrê Dewleta Ubeydiyan ya Misrê ku navê wî Şawir e, dikeve tengîyê, xwe davê Nûreddîn Mehmûdê Zengî, Nûreddîn Zengî, Esadeddîn Şêrgo û Selaheddînê birazyê wî rê dike hewara Şawir ê Wezîrê Misrê (1163).

Gava ku Şêrgo sala 1164 ê di heyva Gulanê da diçe Misrê û probleman hel dike çavên Şawir ji wê zîrekîya Şêrgo ditirsê, Misrîyan li ber wî radike, Şêrgo Şawir û hevalbendên wî ji Misrê diqewirînê û dadigerê Şamê. Sala 1166ê Şawir bi Frengan ra têkilî danî ku Misrê bispêrê Xaçperestan. Şêrgo nahêlê ku bêbextîya Şawir herê serî. Gava sala 1168ê Şawir tê kuştin Şêrgo dibe Wezîr. Şêrgo sala 1169 yê dimrê û Siltan Selaheddîn dikeve ciyê wî. Şêrgo 2 heyv û 5 rojan wezîrtî dik e. Gava ku Şêrgo dimrê bawerîya Edîd tenê li Selaheddîn tê. Selaheddîn nexwestîye bikevê binê barê wezîrtîyê. Serdarên ji wî zeximtir hebûne.  Lê Edîd emir dike ku bibe wezîr û serfermandar.

Wê demê talibên wezîrtîyê gelek bûne. Ji van Taliban ku Serdarên Nurîyeya Misrê bûn, Yarûqî, Qudebeddîn Erbilî, Seyfeddîn Elî yê Hekkarî û Şahabeddînê Xalê Siltanê Mezin jî berendamin. Lê gava ku biryar li ser Selaheddîn Yusif Necmeddîn Eyyûb hatîye dan, Diyaeddînê zana û pispor yê Hekkarî xwe dide rexê Selaheddîn û wan reqîbên din jî bere bere tîne cem û benda wî xwurt, prestîja wî bi rêkûpêk dik e.

Dawî lê anîna Dewleta Fatimîyan û avakirina dewleta Eyyûbîyan:

Dewleta Ubeydiyan (Fatimîyan) ji sala 912 yê heya sala 1172 yê 260 sal jiyaye. Paytextê vê dewletê 208 salin ku li Misrê ye. Misir di destê Fatimî û Rafizîyan da di warê xwendin û tedrîsatê da bi paş ketîye. Fatimî guh nadine xwendin û tedrîsatê. İnsîyatîf di destê malbata Qralîyetê da gelek qels e. Selaheddîn cara pêşîn sala 1171 yê Xudbeyê ji ser navê El-Edîd daye birîn û li ser navê İmam El-Mesûdî ku Xelîfeyê Ebbasiyan yê Bexdayê bû daye xwendin.

Şervanî û Qabilîyeta wî ya Leşkerî    

Heya sala 1172 yê bi merdîtî û camêrîyê qîma hemî kesî bi xwe anîye û arteşeke xwurtê şerker tenzîm kirîye û berê xwe daye ser Kerek û Şewbekê.

Siltan sala 1175 ê şerê Kenzê Eswanî dik e. Nûreddîn Zengî sala 1174ê dimirê û gelşa navbera wan û Zengiyan dest pê dik e.

Siltan sala 1174ê, hema piştî Mirina Zengî bajarê Şamê dixe destê xwe. Di vê salê da Hums û Helebê jî vedigirê. Sala 1175 ê Berê xwe dide Hema yê. Hêzên giranên Zengiyan û Kurdan li bajarê Mosilê rûbarên hev dibin. Şerêkê giran di navbera wan da diqewimê, Eyyûbî bi ser dikevin û Siltan rehmê li êsîran dik e, qencîyê bi wan ra dik e û wan serbest berdid e.

Di vî şerê dijwar da Melîkê Erbilê Mizafereddîn li milê çepê, Seyfeddînê serwerê Helebê li milê rastê Siltanin di qada şer da. Siltan her bajarek ku digrê bin hikmê xwe, xwedîyek datînê ser. Xwedîyên wan bajaran bi giranî Eyyûbî ne ango Kurdin û Zengî û Artûxî e.

Xwedîyê Erbilê Mizafereddîn, yê Helebê Seyfeddîn e. Feruxşah xwedîyê Bablekê ye. Xwedîyê Hema yê İzeddîn e. Ew xezînan digrê û teslîmî serdaran dik e. Sala 1176  Menbec û Xezayê digrê dide ser Helebê. Li vêderê keçeka Nûreddînê Zengî, keçikeka biçûk tînin ku vêderê bide yê, Siltan daxaza wan dipejirînê û Xezayê dide vê keçikê.

Siltan Şamê daye Tûranşah yê birayê xwe. Sala 1183 yê diçe ser Helebê, bajarê helebê ji İmadeddîn Zengî digrê û ji ber Helebê va Xabûr û Nisêbîn û Sirûcê dide yê.

Hisameddîn Tuman di vê salê da Sencarê digrê dide birazyê xwe Teqyeddîn, paşî sala 1183 yê Heleb bi Sencarê va diguhêre û dide kurê xwe Melîk Zahir. Melîk Zahir ji ber ku biçûk buye Seyfeddîn Esedî xwedîtî li Helebê kirî ye. Siltan di wê salê da heleb daye birayê xwe Melîk Adil. Piştra dîsa Melîk Adil anîye Misrê û Helebê daye Melîk Zahir.

Himûs û Rehbe meraxeyên kurapê wî Nesreddîn Mehmûd in. Piştî ku Mosil vedigirê Walîyê vî bajarî li ser navê Siltan Selaheddîn Xutbe dixwînê. Di vê navê da Şarezor, Xelat û Mûşê dixe destê xwe. Herdû pîyên Selçoqiyan dike ferek sol û hikmê Eyyûbîyan dighînê ber lêva bajarê Erziromê û Tuxrul Şah Balabanê Selçoqî rê dike dinya wîyalî.

Serdarên Misilmanan û bi Gurcîyan va heya Qafqasya hemî kes serên xwe ji Siltanê Mezin ra ditewînin. Li Xelatê Ewhed tengezar e, Erdîş û bajarê Wanê ketine xetere yê. Piştgirî ji Sûrî û Cizîra Botan ji Siltan ra tê. Melîk Adil bi wesîta kurê xwe Melîk Eşref ji Herran û farqînê alîkarî dişînê. Pîyê Eyyûbîyan ketîye Kurdistanê. Roja Kurdan bilind buye û morala wan gelek geş e.

Şerê Hitînê gelek navdar e. Sala 1187ê di heyva Hezîranê da şereke giran di navbera Xaçperest û Misilmanan da diqewimê. Hêzên Misilmanan bi ser dikevin. Di nava êsîran da Mîrza Ermûtê Xwedîyê Kerek û Şewbekê, Xewdîyê Teberîyê İbn. Hanfri, Xwedîyê Cibeylê (Cibail), Serekê Esbeteran Dawayê jî hebûn e. Mîrza Ermût (Prens Reynald karwaneke Misilmanan di wan rojan da şelandîye, kesî  ji karwanîyan sax nehiştîye û zimanê xwe dirêjî Cenabê Pêxenber (A.S.) kirî ye. Siltan Selaheddîn sondika wî xwarîye ku gava destê wî jê bigrê wê bi destê xwe wî ceza bik e. Xweda bi destê wî va tînê û Prens Ermût cezayê xwe dixwe.

Piştî ku Hittîn û Teberîyê digrin, wan serdaran jî berdest dikin, şer germ dibî, di nava vê sala 1187 da Ekayê, Tibnînê, Seydayê, Beyrûtê, Esqelanê, Sûrê, Reml û Darûmê, Xeza, Beyt Cibrîl û Netrûnê vedigirin.

Dîsa di vê salê da Tilsiltan, Hema, Menbez, kerek, Sefûrî, Trablûs, Yafa, Ekbater, Dawa, Eqqa, Quds, Humeyn, Cebele, Lazikîye, Sihyun, Belatunus, Kas, Suxar, Burzanhê, Bexraş, Sefede, Kewkeb, Xurê Mexîmê ji binê hikmê Xaçperestan rizgar dikin.

Hevçend der û beled ji Hezîrana 1187 ê heya Nîsana 1189 yê ji bindestiya Xaçperestan hatine rizgarkirin. Di 22 heyvan da dijmin mecbûrê lihevhatinê (silhê=aştîyê) bûne. Siltanê Mezin di şer da jî xweşmêr e, di silhê da jî zor camêr e. (*)

Mînakek ji Êrîşa Siltan Selaheddîn ya ser Ekayê :

Ceng roja 21ê Şebana 1189 yê ye.

  1. Nawend ji alê Selaheddîn va hatibû girtin. Ew li ser xeta bergehi (cepheyi) doço û dihat û nav li şerkeran dida.

Şerekê nîvekê yê rastî. ( di nîzama cepheyê da li milê rastê ) :

1- Zana Diyaeddîn Îsa el-Hekarî di gel koma xwe bû.

  1. Li milê rastê 2 Mîrzayên kurên Selaheddîn bûn.

2- Melîk Efdel û

3- Melîk Zafir

4- Fermandarîya leşkerê Mûsilê , Serdar Zahireddînê Belenkerî ye.

5- Fermandariya leşkerê Diyarbekir, Fermandar Qutbedînê Mîrê Hesenkêf ye.

6- Hisameddîn ibn. Laçîn Mîrê Nablûsê.

7- El-Tewasê Qiymez el-Necmî bi hêzeke mezin xwe daye baksa rastê.

8- Melik el- muzaffer Teqyedîn ê pismamê Siltan

9- Seyfedîn Elî el- Meştûb yê Hekarî

10- Mîr Mucellî bi hindek grubên Kurdên Mêhranî û Hekkarî va.

11- Serdarê leşkerê Sincarê Micahid Brûnqaş û di gel komek memlukan va.

12- Ji Erbilê Mizafereddîn ê Ziyaeddîn bi leşker û mahiyeta xwe va.

13- Seyfedîn Yazkiç (Yaz-keç) û

14- Arslan Buxa bi koma esediyan ve.

Min vê tabloyê ji bona ku Kurd bizanin ka kî li dora Siltanê navdar henin danî vir (**)

Lê ku ne waha be em ji ku dizanin ka giranîya hêz û serfermandarên şer Kurdin, piştra Tirkin û di binê fermandarîyên Kurdan da jî Erebin. Êzîdîyên Şengalê jî hatine hewara Siltan. Ji xwe ev Kurdên qedîm tû wextî xîreta xwe bernedan e,

Xizmetên Siltan Selaheddîn di warên îmaratê da: 

Jiyana Selahaddîn Eyubî di şerên dijwar û giran da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî dane avakirinê.

Gava ku Siltan Misir girt li vêderê tû Medrese tinebûn e. Lewra mezhebê dewletê li gor Îmamê (şi’e) bû. Ji ber vê siyaseta dewleta Fatimî hewcedarîya medresan nedidîtan.

Siltan Medreseyek nêzî gora Îmamê Şafi’î ava dike.

Dîsa li Meşheda Hz. Hiseyn xwendegehek ava dik e.

Xwendegehek ya Henîfîyan dixe xizmetê,

her waha Xwendegeheka Misrê ya navdar bi Medresa Zeynel Ticar ava dike.

Dîsa li Qahîreyê nexweşxaneyek di nav qesrê da ava dik e.

Li bajarê Qutsê jî Xwendegaheke ku bi weqfan pir dewlemende dike xizmeta xelkê wî bajarî.

Li Misrê xwendegayek bo Malikîyan jî dixe xizmetê.

Ji bo aborîya van medresan û nexweşxanan weqfên ku gelek dewlemendin dixe xizmetê. Wan tesîsan bi hatinên wekfan dide parastin û qaîmkirin.

İbn. Xelikan waha dibêje : “- Ez di dilê xwe da li ser karên vî camêrî sekinîm û min ji xwe ra got: ‘ Bê guman ew li dinya û axretê hemî şad e. Lewra wî li cîhanê ev karên bi nav û deng û evqas vegirtinên mezin û hêja û yên din kirin û bi vê re ewqas weqfên giranbaha jî saz kirin lê berbiçav tiştek ji wan jî ne li ser navê wî ne. Xendegaha Qerefatê tenê bi navê ‘Medreseya Şafi’î’ tê ziman. Navê yekî ‘Meşhed’ e. Ji Xanegehêkra tenê dibêjin ‘Xanegeha Seîd el-Su’eda’. Ji xwendegeha Henîfî ra ‘Siyûfî’ dibêjin. Ji xwendegeha Misrê ra ‘Zeyn el-Ticcar ‘ dibêjin. Xwendegayeke din ya Misrê ra dibêjin ‘Xendegeha Malikîyan’. Li Şamê jî Xwendegehek li ser navê ‘Malikîyan’ ava kirîye. Medresa Şamê ya ‘Salihî’ ye tenê li ser navê wî ye lê ew jî bê weqf e.

Di gel vî welatê berfireh û wê desthilatdarîya xurt ew pir nefsbiçûk, Xêrxaz, nêzî xelkê, diltenik, dilovan, xwedî misyon û vizyon bû. Ji xwendevanan pir hez dikir. Guh dida wan û piştgirîya ilimdaran dikir a.” (Mêzeke: İbn. Xelikan-Selaheddînê Eyyûbî – Wergera ji Erebî Emîn Narozî –Avesta 2009 İstanbul)

Qencîyên Eyyûbîyan ku li Kurdan Kirin e:

Ji bona ku em bikaribin qencîyên Siltan Selaheddîn û hikmê Eyyûbîyan tesbît bikin, gelek û gelêk rê û rêbaz û mînak û delîl henin. Di vê mijarê da Şerefnama Şeref Xanê Hikimdarê Hikûmeta Rojkan û Bajarê Bedlîsê çavkanîyeke gelek giring e. Ezê çend berjewendîyên Kurd û Kurdistanê yên ku bi avabûna hikmê Eyyûbîyan bi dest ketine binim ziman. Bila qîz û xortên Kurdan jî bizanên Siltan û Hakim û Qralên Kurdan hene û mezinên Kurdan, ji mezinên xelqê ne kêmtir ne jî zêde ne.

Şeref Xan dibêjê : “- Vêga (1597) ku ez vê bernama xwe ya ha dinivsînim, ji berîya vê saetê 760 salin ku Bajarê Bedlîsê bi ‘mulhakatên xwe va’ (ku ev girêdanên pêva, Bedlîs û Xelat û Mûş û Xinûs û Motkan û Bayikan û Sîmek û Kavar û –carcaran- Kawaş’in Ş.Ep) tenê 110 salan ji destê Malbata Diyaeddîn (Malbata Diyaeddîn malbata Şeref Xan ne Ş.Ep.) derketî ye. Weke din zincîra rêvabirina vê hikimdarîyê hîç qut nebuye û ji destê vê xanedanîyê derneketî ye.”(1)

1- Li gora ku dîroknasê hêja Şeref Xan dibêjê cara pêşîn Selçûkîyan sala 1140ê Bajarê Bedlîsê Zeft kirine. Hikmê wan heya sala 1180 yê (40 salan) domandî ye. Gava ku li Misrê Melîkên Eyyûbîyan nav û deng dane û siyaneta wan li cîhanê bilind buye. Morala Rojkîyan jî her wisa bilind buye û cesaret hatîye wan û lehengên Rojkan ji ber bend û newalan, ji binê devî û daran derketine şerê dijminên dagirkerên zalim û zordest kirine û welatê xwe ji binê pîyên wanên gemar rizgar kirine.(2)

Ji bona ku em 110 salên wan dagirkeran temam bikin divê ku em behsa 29 salên Aqqoyînîyan(1466 – 2495 ) û 41 salên Osmaniyan ( 1538 – 1579 ) bikin, lê ev yek ne mijara vê babetê ye. Mijara me ewe ka Eyyûbîyan çî qeder ronayî dane Kurd û Kurdistanê.

Dîrokvanên Kurd û yên biyanî qet xwe reht nakin û behsa zemanê Eyyûbîyan û girêdanên vê dewletê bi bajarê Bedlîsê va nakin, hema di ser Bedlîsê da gav didin diçin Xelatê. Behsa Mûşê, Erdîş û Wan û Elcewazê heye. Heya Gurcistanê ev behs tê dirêjkirin. Bedlîs di gewrîya dîroknivîsan da asê dibî. Lê Şeref Xanê Gorbehîşt vê valayîyê dagirtî ye.

2-Şerefname, ‘Behsa Mîrên Bedlîsê, Beşa Yekan – Di Derheqê Melîk Eşref de ye. Wegera Zîya Avci- Çapa yekemîn pera 386 ‘ waha qeyd dik e:

3 – “ – Li gor edebiyatzanên mezin, zanayên bi fazîlet ên dîrokê û rawîyên bi bîr û bawer, bi aweyeke zelal tê zanîn ku, dema Melik Eşref mîrektîya Bedlîsê girte destê xwe, di destpêkê de li ser navê Siltanên Misir û Şamê hukum meşandîye û bi xwe hevdemê Melîk El-Eşref buye. Wan Sultanan gelek wî teqdîr kirine, rêz û siyanet jê ra girtine û jê ra (yanê ji Melîk Eşrefê Fermanrewanê Bajarê Bedlîsê ra Ş.EP.)  heyran man e.”  (divê em jibîr nekin ku Melîk El-Eşref kurê birayê Siltan Selaheddîn kurê Melîk Adilê Melîkê berpirsyarê Misrê ye. Melîk Eşref jî ji malbata Xanedanîya Kisra ya hakimên Bedlîsê malbata Diyaeddîn e.)

Di vê mijarê da, Şeref Xanê gorbehişt qala Sultan Celaleddînê Herzemşah dike ku hatîye ser Xelatê, bajarê Xelatê bindest kirîye û Melîk Eşref ê Melîkê Bedlîsê hawara xwe gihandîye Siltanên Misir û Şamê û rîya xeberdanê dide Dîroknaseke ku xwedîyê Rewdetu’l Sefayê ye :

“- Sultan pêşîyê ji Îraqê berê xwe da Xelatê. Wê çaxê mîrê Bedlîsê Melik Eşref bû, Lê birayê wî Melik Mecdeddîn ser navê wî li Xelatê dima û parêzgerî û parastina wir dikir.

Di esnayê van buyerên xwînavî de, (Vegirtina bajarê Xelatê û zîndankirina Mecdeddîn Ş.Ep.) Melîk Eşref ji FermanrewayênEyyûbîyan ra peyamêr û name şandibû û daxwaza alikarîyê ji wan kiribû. Di vê navê da ji Fermanrewayên Misir û Şamê alîkarî jê ra hat. Melîk Eşref; di cî de bi leşkerên Kurdistanê yên tagirên xwe re hereket kir û çû pêşwazîya wan û li Deşta Mûşê ew dît.  (gihîştin hev. Ş.Ep.) Piştre bi hevre çûne şerê Sultan Celaleddîn.

Bi vî aweyî dem hat û şerî dest pê kir û di navbera herdû milan de, di wê deşta fireh de şer hat daxistin. Piştî sê şev û sê rojan, şer bi netîceya şikestina leşkerên Siltan Celaleddîn dawî lê hat.  piştî vê şikestinê neketine pê leşkerên wî û hukumdaran bi awekî hevdengî dev ji pê ketina Sultan berdan û vegeriyan welatên xwe.(3)

 Şeref Xanê Gorbehîşt di derheqê Hikimdarîya Kilîsê da waha dibêje :

4 – … “yekê bi navê ‘Mend’ Kurdên dora Antaqya, Kilîs, Cûn û wan rexan anî ser benda xwe û çû cem Milûkên Misir û Şamê alîkarî ji wan xwest.

Hikimdarên payebilindên Eyyûbîyan piştgirîya wî kirin û ji Şam û Helebê bigrê heya Cûn û Kilîsê hemî Kurdan spartine Mend û hikimdariya Mendan pejirandin. Her waha di delavê leşkerî û îdareyê da makam û selahîyeta wî xwurt kirin.” ( Divê em bizanin ku ev Hikimdarîya Mend’an  ya malbata Canpolatan in. Heya sala 1616 yê xanedanîya wan dom kir. Ketine peyî xeyalên boş û betal, serî li ber Osmanîyan rakirin û mala xwe xira kirin. Ne tenê Mala xwe lê vê herêma Kilîsê anîne sewîyeyeke wisa ku partîyên Kurdan ji vî bajarî ji sedê 2 dengan digirin. Kurdîtîya bê mîr û desthilatdarî û wezîr hew dikarî li ber xwe bid e. Ş.Ep..)

5 – Eyyûbîyan dewletên xwe li ser navên Misrê, Şamê, Helebê, Hema yê, Humus ê, Balbekê, Yemenê, Kerê û Kerkê -li nav Ereban- ava kirin. Lê li Kurdistanê jî Dewletên Eyyûbîyan weka Farqîn û Hesenkêfê ava kirin. Hikimdarîya Melîkan a Eskîfê heya serê sedsala 16 yê domand û piştî hingê weka “Yurtluk ve Ocaklik Sancaxî” kete Qanunnameyên Osmanîyan û heya 1850 yê ev statu dom kir. Mîrekîya Şêrwan jî Eyyûbî nin. Hesenkêf, Sêrt û Şêrwan ji 600 salan bêhtir di binê fermanrewayîtîya Melîkên vê xanedanîyê da hikim kirine û Heskîf û Sêrt û Ristaqa ku bi Erebî dijtexilin esera Artuxîyan û dewama Eyyûbîyan e. Ez waha dizanim, lê divê Kurd bizanin ka bo çî Mêrdîn, Hesenkêf, Sêrt û Ristaq bi Erebî dijtexilin, ango bo çî li Sewrê, Rişmil û Mihelmiyan kurd bi Erebî diştexilin. Ez dibêm ku ev ne asimila Ereban e û ev yek ne ewe ku Ereb hatine li çîyayên kurdistanê bi cih bûn e.

7 –  Li gora ku Mamoste Ebdillah Warli di Pirtûka ‘Dîroka Dûgelê Kurdan’ da işaret dike, Mîrên Çemîşgezekê (Dêrsimê) bi dewleta Eyyûbîyan ya Farqînê ra tifaqê girê da ye. Rola Eyyûbîyan ku belayê Serçoqên Anedolê ji pîsera Hikimdarên Çemîşgezekê hatê vekirin heye û di weqatê ku Eyyûbî li ser hikjmin navên Mîrên vêderê hemî bi ‘Melîkîtî’ tê bi nav kirin.

8 – Hikmê Eyyûbîyan li Xabûr û Nisêbîn û heya Sirûcê heye û bajarê Ruhayê, bajarê Mêrdînê di binê destê Artuxiyan da bin jî dîsa bandora wan li vê herêmê xwurt e. Bi Mîrên Mosil, cizîr, Amêdî û Hekarî ra têkilîyên wan nayê inkarkirin. Mizafereddîn ji vê malbatê ye û hikim li bajarê Hewlêrê dik e. Piştî Tifaqa Kurd û Osmaniyan a 1514 yê ku li Bajarê Amasyayê li dar ket, sewq û îdara berîyê, ya Ruha, Wêranşehir, Serêkanîyê û sînorê Kurd û Ereban bi sedsalan spartine melîkên hesenkêfê û Xanedanîya Eyyûbîyan. İbrahîm Paşayê Millî jî ji vê xanedanî yê ye.(4)

9 – Şewket Beysanoğlu di ‘Diyarbakir Tarihi cilt 1 Sayfa 293-351’ ê da û perên 352-381 ê da dûr û dirêj qala Eyyûbî, Artûkî û bajarên Amed û Farqînê dik e. Ez dixwazim çend tiştên balkêş di derheqê Eyyûbîyan û Siltanê Mezin da ji vê berhema hêja bînime ziman:

Sal 1183 ye. Hesenkêf di binê hikmê Artûqîyan da ye. Hikimdarê wê Nûreddîn Mehmûdê kurê Kara –Arslan e. Nûreddîn dostê Siltan e. Nîreddîn ji Siltan daxaz dike ku bajarê Amedê ji Nisanoğlu bistînê bide wî. Siltan jî soz didê û roja 13 yê Nîsana 1183 yê tê ser Diyarbekir. Nîsanoğlu gelek li ber xwe dide. Di dawîyê da bi şertê ku heyata wî û malbata wî bikeve garantîyê û mal û eyalên xwe derxe dervayê sûrê û serbest ji vî diyarî biqeştê herê li hev tên. Ev Nîsanoğluyê çavbirçî tam sê rojan bar û barxanan ji Amedê dikişînê dervayê sûrê. Siltan soz daye yê. Ew dengê xwe nak e. Dibêjin ku xezîna Diyarbekir gelek zengîn buye tenê bi milyonan pirtûk di kitapxana Amedê da mewcûd bûne, Siltan 40 barên devan kitêb ji vir bar kirîye şandîye kutupxana İskenderî ye yê. Lê ya giring ewe ku dostêkê Siltan jêra dibêje “- Te soz daye Nûreddîn ku tû Amedê bidî wî, ma te soz daye wî ku xezîneyê jî bidî yê?” Siltan Silhedîn dibêje “- Gava meriv qencîyek bi dostêkê xwe ra kir, divê wê qencîyê nîvişkan mek e. Ku min Amedeke vingû vala da Nûreddîn, dostanîya me ma li kû?”

10 – Piştî Siltan Selaheddîn sala 1232 yê Melîk Kamilê Eyyûbî bajarê Amedê ji Artuxîyan distînê dike binê hikmê xwe. Bajarê Amedê ji zemanê İmparatorîya medan heya niha çend sal di wextê Dewleta Merwaniyana Farqînê û çend sal jî bi himet û bereketa Eyyûbîyan hikmê Kurdan pejirandî ye. Tû dêbê ka Amed ji Kurdan xeyîdî ye. Wê demê Melîk Kamil, Melîkê Dewleta Eyyûbîyan ya Farqînê ye . Gava ku bajarê Amedê dikevê destê Eyyûbîyan Selçoqî û Herzemî dîn û har dibin. Ew naxwezin ku bajarê Diyarbekir bibe bajareke Kurdan. Bi hemî fêlbaziyan heşt salan şerê standina vî bajarî dikin û sala 1240 ê bajar dikevê binê hikmê Selçoqîyên Konya yê. Çîrok dirêj e. Derdê me ne tenê çar perçebûn e. Neyarên me 40 rovîyan di nava mixê xwe da xwedî dikin. Dûvê rovîyek li yê din nakevê. Em jî dev ji soz û peyman û sedaqeta xwe bernadin. Amed 8 salan bi şerên dijwar ma di binê hikmê Kurdan da û hew.

Min 10 mînakên qencîyên Eyyûbîyan anî ziman. Qencîyên wan bê hed û hesabin. Ew remz û nîşan û serbilindiya Kurdan in. Em Kurd minetdarên Selaheddînin heya  axirê zeman.

Ev Şîreta Selaheddînê Kurdî jî ji Qîz û Xortên Kurdan ra Diyarî:

 „- Ez hatibûm ber zewacê, dayka min ya hêja 3 keçên narîn û dîlber teklîfê min kir. Yek jê dilbereka Ereb weke kihêlêka Berîya Şengalê û horîyên Ceneta Firdews delal û bi hisn û cemal bû, ya duyemîn a zerîn û narîn, ji Atabegîyan, ji nijada Serçoqiyan bû ku av dixwara di gerdena wê ya nazik û ciwan da diberiqîya te digo ava zêra ye di gewrîya wê da berjêr dibî, ya sêyemîna esmera xwînşîrîn Kurd bû. Ji nijada min bû. Min ji dîya xwe ra go: «- Ez ya Kurd divêm. İrf û adetên me baştir hev digirin. … Ez bawerim ku min wê rojê biryareke rast da.“

Siltanê Mezin Selaheddînê Eyûbî (1138 – 1193)

Ev Meqale Bîranîna Siltan Selaheddînê Kurdî ya 870 salvegerê ye

Siltan Selaheddîn sala 1138 ê li Kurdistana Başûr nêzîkî Nehya Mesîf ku vêgav navê Selaheddîn li vê nehyeyê kirine hatîye dinê. Ev gundê ku bi navê Kela Duwîn tê binavkirin derêk stratejîke û di dema ku Siltanê Mezin ji dayîk buye, evder Qel’eyek ji keleyên Atabegîyan buye û Necmeddîn Eyûbê babê Wî, li vêderê Dîzdarê vî meqerî ye. Malbata wan ji Diwîn a Aranê, ji Kurdistana mintîqa Azerbeycanê bi Başûr va hatine, raste ku li Tikrîtê man e, raste ku li Bablekê jî Şêrgo û Necmeddîn serdarîtîyê kirine, lê xeberek heye ku dibêjin “ şar dûr e, ma mişar jî dûr e.” İro Kurdistanek azad heye, rêka Selaheddîn (Mesîf) li ber we ye, herin, li vêderê, ango li Hewlêra Paytext pirs bikin, di nava çend deqîqe de wê we bibine ber Kela Diwînê. Ku ez ne xeletbim sala 2005ê Wezareta Rewşenbîrî Kela Necmeddîn Eyûb ê Şadî da ihaleyê û da restorekirin.

Selaheddîn gava ku 4 ê meha Adarê sala 1193 yê di 55 salîya xwe da li bajarê Şamê wefat kir pereyê kefenê di cêba wî da tinebû.

Siltanê Mezin li kurê xwe Melîk Zahir van şîretan kirî ye :
“- Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilmê li xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu heta ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e”

Berî ku biçe cîhadê ji derdora xwe ra digot;

“- Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidîyê bike.”

Çend Gotinên ji bo wî hatine gotin:

(Ev xebat ya Rêzdar Îkram Oğuz e. Min ji Navkurd ê ji meqaleyeka wî girt.)

Imparatorê Alman, piştî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; “- Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweşim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû.”

Berî şerê navbera wî û Xaçperestan, Qumandarê ordîya Xaçlîya Richard (Richardê dilşêr ango Qralê İngliz Arslan Yürekli Richard), ji eskerê xwe ra dibêje;  ” – Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e.”

Dîrokvan Dr. Stanley; “- Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.”

Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje;

“- Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û tehemûla wî bû”.

SİLTANÊ MEZİN

Siltanê min şêr e,

Li ser textê zêr e,

Şehnazi ji me ra,

Keda wî j’xelkê re…

Wî Ereban nas kir,

Ewî wan xilaskir,

Dît ku pir bêbextin,

Serê wana tas kir.

Ew tarê reş tarî,

Ewî kir diyarî, Go:”-

Ev remza we ye,

Nîşana barbarî..

Hun hîç ne hêja ne,

Ya min bo Xwuda ne,

Bo Şerefa Ahmed,

Qenc û Çaryara ne.

Ezim şêrê çîyan,

Serdarê ewlîyan,

 Kurdê Kurdistan im,

 Şûnwarê Nebî’yan..

Qewmê İbrahîmin,

Em Kurdên qedîmin,

 Ji Zerdeşt ta Ahmed,

 Xwedan ol û dînin.

Xald, Urart û Med’in,

 Merwanî û Şed’in,

Emjî xwedan erdin,

 Bajar û Beledin..

Şar û şaristan’in,

Bi deşt û zozan’in,

Ewladên Ristem’in,

Nesla Noşîrwan’in..

Ka bêjin hun kî ne,

Bê şal û derpî ne,

Ne j’bo Pêxenber bî,

Kes li we nameyzîn e.”

(Diyarîyekê minê feqîr bona Siltanê hêja û Kebîr,

Ji bo zarokên Kurmancan, ne ji bo zanayên xebîr)

Şakir Epözdemir

 T ê b i n î

(*) Çavkanîya van melûmatên ku heya niha min dane, ji berhema İbn. Xelikan ya bi navê Siltan Selaheddîn Eyyûbî ku rêzdar Emîn Narozî ji Erebî yê wergerandîye Kurdî yê hatine girtin. Avesya /Jiyan – Çapa 1 ê – 2009 – Stenbol

 (**)- Mêzeke Pêşdîroka Selaheddîn – Minorsky- wergera ji ingilîzî Mamoste  Emîn Narozû û Emîne Onatli – Avesta/Jiyan- çapa 1ê pera 59 û 60 ê)

(1) -Şerefname- Wergera Tirkî ya M.E.Bozarslan –Üçüncü Baski sayfa 281/282)

 (2) – Şerefname- Wergera Tirkî ya Mamoste  M. Emin. Bozarslan –Üçüncü Baski sayfa 284)

 (3) – Dîroknasê xwedîyê Rewdetu’l Sefayê ji artêşa Rojkiyan ra dibêje ‘Leşkerên Kurdistanê’. Ev balkêşî di erznama Mewlana İdrîsê Bedlîsî da ya ku ji Siltan Selîm ra sala 1516 yê rê kirîye da jî eşkere xwe nîşan da ye. ‘Artêşên Kurdistanê, Leşkerên Kurdistanê, Qral û Hakimên Kurdistanê’ divê bêne ser zimanê xwendevan û rewşenbîrên me yên wî zemanî jî.

 (4 ) – Ev rastî di Şerefnameyê da, di fesla Kilîsê û ya Hesenkêfê da bi eşkerayî tê pêşçavan. Qîma Osmanîyan bi prensên Hesenkêfê hatî ye. Evan prensan j îli kêdera welat perpirsyarîyan girtibin, bê qisûr û bê kêmanî rêvebirî kirin e.

  

 

 

 

 

 

 

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir