Divê em kurd armanca xwe baş û rast tespît bikin; jê re xwedî derkevin…

Îbrahîm GUÇLU  

Piştî şerê neteweyî yê 200 salî bê nivîsandin ku “divê em kurd armanca xwe baş û rast tespît bikin”, rewşeke qadestrof e. Lewra wek neteweyeke bindest û kolonî,  armanca neteweya kurd jî diyar e. Têkoşîna neteweya kurd bi xwe jî him ji aliyê bernameyê de û him jî ji aliyê ceribandin û pratîkê de diyar kiriye û dike.

Ev mijara bi taybetî jî, ji bona Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê girîng e. Lewra serê kurdên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tevlihev e. Lê, li Bakurê Kurdistanê rewş hîn trajîk e.

Li Bakurê Kurdistanê di armancê de tevlihevî û şêlûbûyin û ji armanca neteweyî dûr bûn, bê sedem nîne.Çend sedemên vê pirsgirêkê hene.

1-Dewleta Tirk ji bona ku kurdan bike Tirk, ji destpêkê de di felsefeya damezrandina dewletê ya fermî Kemalîzmê, “neteweya kurd tune ye. Neteweya Kurd Tirk in” wek tezekê û nerîneke fermî ya dewletê qebûl kir. Hemû mafên neteweyî yên kurdan xesip kir. Li Kurdistanê bi gelek hêsanî îşgal, ilxak meşand û sîstema kolonyalîst ya barbar ava kir. Ji bona kurdan bike Tirk, kurd perwerde kirin û asîmîlasyoneke gelek xurt û bi şiddet û qetlîama dewletê meşand. Ew bû sedem ku kurd ji xwe re biyanî bin, ji kurdbûnê dûr bikevin, hêjayiyên xwe yên neteweyî bi kar nînin. Îdeolojiya biyanî ya Tirkçitî Kemalîzm di serê xwendevan û rewşenbîrên Kurd de çand. Ew jî bû sedem ku di nav kurdan de şiûra neteweyî û nasyonalîzmeke kurdî çê nebe. Kurd ji mafên xwe yên neteweyî re xwedî dernekevin, ji bona dewletbûna xwe û ji bona mafên xwe yên neteweyî qezenç bike, xebat nekin û têkoşînekê nemeşînin.

2- Beşekî mezin yên rewşenbîr û xwendevan û siyasetvanên kurd, ji bona ku îdeolojiya Kemalîzmê, sosyalîzmê, şerîatîzmê ecibandin û pejirandin; îdeoloji ji bona xwe kirin armanca yekem, ji bona wan îdeolojiyan jî xebat kirin û têkoşîn meşandin, ji armanca neteweya kurd dûr ketin. Berjewendiya neteweyî ya kurd neparastin. Armanca neteweya kurd ya dewletbûnê, ji kolonyalîzmê, işgal, ilxakê xelas bibe şêlû bikin xebat kirin. Di vê merheleyê de jî ev xîret û xebata wan ya negatîf dom dike.

3- PKKê, ji bona rihê nasyonalîzmê bikûje, nirxên neteweyî yên kurd bê qiymet bike, kurdan ji armanca serxwebûn û dewletbûnê dûr bixe; Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê û rêxistinên siyasî û sivîl yên Kurdistanê tasfiye bike xebat dike, kurdpeweran û kurdan wek projeyeke dewletan û wek rêxistineke operasyonal dikûje. Nûha gelek bi rehetî dibêje ku dewleta neteweyî ya kurdan îflas kiriye û parastina dewleta neteweyî ya Kurd kevneperestî ye û cûdaxwazî ye. Tê zanîn ku kurd naxwazin ku erdê neteweyekî din bigrin, dixwazin welat û axa xwe ji îgal û îlxakê û kolonyalîzmê xelas bikin.

ARMANCA NETEWEYA KURD, SERXWEBÛN Û DEWLETBÛNA KURDİSTSANÊ, BÊ QEYD Û ŞERT QEZENÇKIRINA MAFÊN NETEWEYÎ YE…

Neteweya kurd, kevne neteweyek e. Li Rojhilata Navîn, jiyana xwe di dirêjiya dîrokekê de hezar sal in ku didomîne. Neteweya Kurd, her dem li ser axa xwe xweser û otonom û jiyaneke azad domandiye. Gelek dewlet ava kir. Hezar mixabin welatê me Kurdistan di sala 1639-an de bû du parçe. Di sala 1923-an de jî encama Peymana Lozanê bû çar parçe, ket bin bandor û desthilatdariya çar dewletên nîjadperes, dagirker, kolonyalîst.

Loma armanca neteweya kurd, serxwebûn û dewletbûna kurdistanê, bê qeyid şert qezençkirina mafên neteweyî ye.

Divê her kurdek ji vê armancê re xwedî derkeve, ji bona vê armancê, xebat bike û têkoşînê bimeşîne.

AŞITÎ, LÎBERALÎZM, SOSYALÎZM, ŞERÎATÎZM JI BONA KURDAN NABE STRATEJÎYÊN NETEWEYÎ…

Aşitî nabe staretjiya esasî ya neteweya kurd. Kurd dikarin di nav xwe de û di nav rêxistinên Kurdistanê de aşitî pêk bînin. Lê bi neteweyên serdest re, bi dewletên kolonyalîst re peymana aşitî, encama armanca neteweya  me ya stratejîk  pêk hat, cî bi cî dibe. Yanî aşitî encam e.

Demokrasî, sîstema rêvebirina dewletê ye. Loma heta dewleta Kurdistanê ava nebe, demokrasî ji bona neteweya kurd nabe armanc . Lê demokrasiyê, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin di nav xwe de pêk bînin û demokrasiyê cî bi cî bikin. Demokrasiyê ji bona hiqûqa nav xwe bi kar bînin.Ji bona hiqûqa nav çar parçeyan û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin.

Lîberalîzm, sosyalîzm, şerîatîzm dikare bibe îdeolojiya rêxistinan û kesan. Lê nabe armanc û îdeolojiya neteweya kurd. Dema ku ev îdeolojiyan bibin armanc û stratejî, yekîtiya neteweya kurd pêk nayê. Kurd li derûdora strateiya hevbeş ya neteweyî nikarin bicivin. Têkoşîneke hevbeş ya neteweyî nikarin bimeşînin.

Diyarbekîr,28. 10. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *