Qirkirina Agirî

Siddik Bozarslan

Jenosida li Agrîyê

Rojnameya Cumhuriyetê di 16.07. 1930yan da nûçeyeka jenosidê jibo herêma Agrîyê weha nivîsîye:

“Qasî 1500 şakî mane ku wan xwe avêtibû ser girên Çîyayê Agrîyê. Firokeyên me, bi şidet bombebaranê li ser şakîyan dibarîne. Çîyayê Agrîyê bi daîmî di nav agir da dinale. Qertelên hesinî yên tirk, hesabên asîyan (serhildêran) paqij dikin. Gundên ku piştgirîya şakîyan qebûl kiribûn, bi tevayî tên şewitandin. Di hereketa Zîlanê da jimareya ku hatine îmhakirin, derdora 15.000 kes in. Newala Zîlanê, bi cesedan tije bûye…”  (Yê ev nûçe ji Cumhuriyetê veguhastîye: Baskın Oran, Atatürk Milliyetçiliği, Dost Kitabevi Yayınları, Ankara, 1988, s.174)

Bê guman gelek rojname, rojnamevan û nivîskarên tirk, bi nivîsên xwe, bi nîrxandinên xwe, rûyên xwe yên qirêj nîşan dane ku wan çawa dijminatîya kurdan kirine. Wek mîsal yek ji wan faşist û nejadperestê tirk jî Şadıllili Vedat e ku jibo jenosida Serhildana Agrîyê weha nivîsîye:

”Dema di 18yê îlonê da çek hatin bêdengkirin, encam weha bû: Hin ji serhildêran hatibûn kuştin, hin ji wan hatin surgûnkirin jibo bajarên rojava, hin jî revîyabûn Îranê. Lê gundên ku ji şeş eşîran mabûn, hemî hatibûn şewitandin.” (Şadıllili Vedat, Türkiye´de Kürtçülük Hareketleri ve İsyanlar, Cilt 1, s. 139, Kon Yayınları, Ankara 1980)

Li ser bûyerên komkujîyê û surgûnê di encamên Serhildana Agrîyê da nîşandana reqemên qethî ne mumkûn e. Jibo mîsaleka surgûnê Dr. Hikmet Kıvılcımlı ji rojnameya tirk ku di 18.11.1931an da wek nûçe cîh daye, weha nivîsîye:

”Trabzon, 17 bajarên Garbê, ji eşîra Halikanlîyê 1000 kes jibo surgûnkirinê îro bi vapora (keştî) Anafartayê hatine sewqkirin.” (Dr. Hikmet Kıvılcımlı, Yol İhtiyat Kuvvet: Şark (Milliyet), Arşiv Y. Stockholm 1980, s. 140)

”Li Dadgeha Giran a Adanayê, di nava vê hefteyê da, dê dadgehkirina 700 şakîyên Agrîyê  despêbike. Heta nuha 192 kes gihane bajarê me.” (Rojnama Cumhuriyet, 28.11.1931) Dr. H. Kıvılcımlı di derbarê vê nûçeya rojnameya Cumhuriyetê da weha gotîye:

”Hûn dizanin maneya wê çi ye? Ji bajarê Beyazîtê 700 kes birêdikin jibo dadgehkirinê, lê tenê 192yê wan bi sax û selamet digihîjin Adanayê… Di rêyan da çi bi yên dî hatin?.. Ne hûn wê bipirsin û ne em bibêjin, behs bikin.” (Dr. Hikmet Kıvılcımlı, age. S. 195)

Yanî li gora wê nûçeyê, 508 kes di rê da hatine kuştin. Ev jî bi awayeka dî jenosîdeka tirkan e ku anîne serê kurdan. Ji Bazidê 700 kes dixin rê jibo herin Adanayê û li wir mehkeme bibin, lê tenê 192yê wan gihane cîyê mehkemekirinê. Gotina ku Dr. Kıvılcımlı, nexwestîye bêje, ev qirkirin bi xwe ye. Garo Sasunî jî çend numûneyên weha di kitêba xwe da neqil kirîye ku tirk di kirinên hovîtîyê da çiqas zîrek in. Min di nivîsareka dî da behs kirîye, hûn dê wê bibînin.

Di derbarê bûyereka surgûna ku di 1926an da qewimîye, Haydar Süphandağlı weha dibêje:

”Dirêjîya qefîleya ku ji Wanê derxistin rê, bûbû qasî kilomîtroyek. Zarû- zîç, cuwan, salmezin, bi hezaran însan, suwarî, peyatî, erebeyî, bi wesîteyên cuda di nav rêwîtîya herbê (şer) da bi girîna çavan ji welatê xwe dûrdikevin. Destên Muftuyê Wanê Masum Efendî ji ber kelebçeyê werimîbû, xwîn li qevda destê wî suwar bûbû. Wî ji cendirme xwestibû ku piçek destên wî sist bikin. Vê ricaya xwe ji cendirman ra got. Lê Bediuzzeman, te digot qey di alemeke dî da ye, qet xema wî nebû. Li hemberî wê daxwaza masumane ya Masum Efendî, bi lêdaneke qondaxa tifingê bersiva wî da û wî di nava herîyê da gevizandin.”(N. Şahiner, age, s. 90-97)

Wek tê zanîn di vê surgûna ku ji herêmên Wanê- Bidlîsê di 1926an da çêbûye da ne tenê Said-i Nûrsî (Bediuzzeman) û Muftuyê Wanê Masum Efendî hebûne; digel wan gelek navdarên dî jî hebûne ku mirov dikare hin ji van navan li vir rêz bike: Kurê Muftuyê Wanê Abdulbaki Arvasi, Muftuyê Gewaşê Hasan Efendî, Şêx Abdulbaki Efendi, Ahmet Alpaslan ku ew di 1946-1950yan da di CHP da bû Gelwekilê Agriyê, bavê Ahmet Alpaslan û  xismên (eqrebayên) wan, Kor Huseyin Paşa û kurê wî Haydar Süphandağlı û xismên wan jî hebûn. Van surgûnan bi xeta Patnos- Erzurum- Trabzon- Stanbolê hatibûn şandin bo bajarên dî.

Li vir wek anekdotekê, ez dixwazim bi çend hevokan behsa Îbrahim Arvasî û malbata wî bikim. Î. Arvasî, bi navê ”Rastîyên Dîrokî” kitêbek nivîsîye û di 1964an da li Ankarayê wê daye çapkirin. Di beşeka kitêbê da Î. Avrasî, wek bîranîn behsa malbat û xismên xwe dike û weha dibêje: ”…Birayê minê rehmetî Abdullah Beg û mamê min miftîyê Wanê Şêx Masum Efendî, di dema Kongreya Erzurumê da beşdarî nav ”Rumeli ve Anadolu Müdafaa- i Hukuk Cemiyeti”yê bûne û ew bûne ´Temsîldarên Heyeta Bajarê Wanê.´ Digel wê jî Masum Efendi û çar birayên wî û du kurên wî û birayê min Abdullah Beg ketin nav qefîleya koçberên ewil yên Wanê.” Van gotinên Î. Arvasî, di kitêba N. F. Kısakürek da jî cî girtîye. ((N. F. Kısakürek, Son Devrin Din Mazlumları, Büyük  Doğu Y. İstanbul, 1989, s. 69-70)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir