Dorothea Keist: Xebata di geliyê kûr de

Dorothea Keist navekî girîng e û divê em wê binasin. Çima xatûna Dorothea ji bo me girîng e?

A ku Dorothea hevala min e û rêz û hezkirineke mezin di navbera me de heye mijareke taybet bi me ye. Ez bi nêrîneke hevaltî û dilvîniyê dabaşa Dorotheayê nakim. Her kes dikare mîna Dorotheayê dilovan û dilava be, lê ji bo me du xalên girîng hene, du xalên girîng hene dibin sedem ku divê em vê xanimê nas bikin;

1. Xebata li ser Kurd û Kurdistanê bi vîdeo.

2. Xebata di warê nehiştina nexwendewariyê de ji bo jinên Kurd.

Gelek kes di nav me de vê xatûnê nas nakin bê çawa têkildarî Kurdan û ji bo jinên Kurd kar kiriye. Berî her tiştî û da ku ji bo Kurdan û li ser Kurdan bixebite, Dorothea Keist hînî zimanê Kurdî dibe. Li bajarê Zurichê yê Swîsrayê û herwisa li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê baş fêrî zimanê Kurdî dibe, bi awayekî rewan pê diaxive û dinivîse û paşê jî pirtûkên rahênan û fêrbûnê pê dinivîse.

Tavilê piştî serhildanê rewşa Kurdistanê aloz bû. Welat ji gelek aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Di wê demê de û dawiya sala 1991ê Dorothea û xatûneke hevkara xwe [Christina Carer] tên Kurdistanê û belgefîlmekî li ser jinên Kurd çêdikin. (Jiyana me) navê belgefîlmê ye. Behsa çîroka çar jinên Kurd dike; jineke ji Bakurê Kurdistanê, jineke ji Barzanê, jineke ji Silêmaniyê û jineke ji Sineyê ye, di wê belgefîlmê de çîrokbêjên bûyerên girîng û balkêş, ew bi xwe ne û hem jinên Kurd in.

Ji nêrîna (Jiyana me) ve ne tenê jiyana van jinan, li şûnê, bi awayekî herî zelal jiyana jinên Kurdistanê tê nîşandan. Herwiha bi gelemperî jî bal bo ser rewşa welêt tê kişandin. Têkildarî rewşa Kurdistanê û jiyana jinên Kurd, xasma di wê heyamê de, ber çavê bîneran piştî temaşekirina wê belgefîlmê ronî dibe. Ber çavê temaşevan ronî dibe û di heman demê de bi nêrîna dîtina dîmenan Kurdistanê dibîne û bi hûrgulî jiyana rojane û beşdariya çalak a jinan di gelek qadên girîng û hestyar de dibîne. (Jiyana me) belgefîlmek e ku bi awayekî hûr û nazik çavê kamerayê tê de hatiye bikaranîn û girte û dîmenên herî girîng tê de hatine tomarkirin.

Min havîna sala 1992yan li Çemçemala Kurdistanê Dorothea nas kir. Dorothea ji bajarê Lucerne yê Swîsrayê ye, li wî bajarî hatiye dinyayê. Lucerne yek ji xweştirîn bajarên hemî cîhanê ye, lê belê Dorothea piştî serhildanê ji wî bajarê dilrevîn tê Kurdistanê û di rewşeke pir dijwar de, bê elektrîk, av û gelek zehmetiyên din bi demên dirêj dimîne. Wekî din jî li ser sînoran pirsgirêk jê re tên çêkirin, çimkî naxwazin kesên nola Dorotheayê berî bidin Kurdistanê.

Dorothea van hemû astengî û dijwariyan li ber çav digire, tanê da ku bigihe armanca xwe ango bi rêya dîmen û fîlman deng û rengê jinên Kurd ragihîne. Rojeke meha 7an a sala 1992yan bû. Ez li Komeleya Hunerên Bedew a Kurd li Çemçemalê rûniştibûm gava ku xatûna Dorothea Keist û hevkara xwe Christina Carrer tevî Arif Omer Gul hatin cem me. Hevalê hêja Arif Gul wan rojan bi wan her du xatûnên fîlmçêker re wekî wergêrê zimanên Îngilîzî-Kurdî kar dikir. Ew ber bi gundê Heşezînê li devera Çemçemalê ve diçûn, Arifê Gul pêşniyar kiribû ku ez jî beşdarî wê geşta wan bibim.

Dorothea xwedî çîroka hevaltiyeke dirêj bi ziman, çand û Doza Kurdî re ye. Çîrokek ew bi xwe dibêje divabû ez li wê dera hêja vehewiyama û min bi Kurdan re û têkildarî Kurdan kar bikira. Li Swîsrayê jî Dorothea bi dehsalan hevkariya mirovên Kurd dikir. Wê xatûnê li welatê xwe jî xizmeta çanda Kurd û jinên Kurd dikir. Mîna ku geliyekî kûr çavkaniya kar û berhemên wê be jî, ew kar û berhem bêyî dengvedan derbas dibûn. Di geliyekî kûr de seba rêgez û nirxên girîng ên mirovî dixebitî.

Di destpêka salên 1990î de Dorothea ji bo ku xwe bigihîne Kurdistanê û li ser fîlm û belgefîlman bixebite, carinan rastî gelek pirsgirêkan dihat, di wan salan de kesî nedikarî rasterast biçe Kurdistanê, divabû bi rêya welatên derdorê bigihe Kurdistanê. Loma di wan rojan de navê Dorothea Keist di sernavan de li ser xwesteka wê dihate nivîsandin: Derya Kwêstanî.

Dorothea Keist

Pirtûka fêrkirina xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî (şêwezarê kurmanciya jorîn) yek ji karên girîng ên Dorotheayê ye. Pirtûka wê ji bo jinên Kurd nexasim jinên ku ji Bakurê Kurdistanê ber bi welatên Ewropayê ve koç dikirin, materyala rahênan û fêrkirinê ye.

Dorothea bi xwe zimanzan û perwerdekar e, wê bi xwe ziman û wêjeya Almanî û Îngilîzî xwendiye, lewra dizanîbû ku ziman û hêza zimên çi ye. Dizanîbû bê standina ziman ji mirov çiqasî xofdar e, dizanîbû ku zimanê Kurdî li Tirkiyê û Sûriyê qedexe ye, loma digot; qet nebe bila li Ewropayê ji bo jinên Kurd bi taybetî jî dayikên Kurd derfetên fêrbûna zimên bên afirandin. Dorothea digot; ev jî beşdariya min a di rabûna miletekî û zimanê wî de ye, beşdariyeke kêm be jî, ji dil û ji prensîbeke mirovî tê.

Di warê hizirkirin û awirvedana li Kurdan de, ji bo geşbûna ziman û hunera wan, Dorothea yek ji pêşengan e. Heke li derdora Kurdan jî pêşengên wiha hebûna dê karê wan hêsantir bûya.

Navê Dorotheayê girîng e û hezkirî dimîne ji ber ku;

– Wê beşeke girîng a qonaxeke dijwar di jiyana jinên Kurd de di (Jiyana Me) de bi vîdyoyê tomar kir. Herwiha di hin karên din ên vîdyoyê de.

– Bi nivîskî jî; wê bingeha hînkirina jinên Kurd danî, jinên ku wiha li wan hatibû kirin ku bawer nekin zimanê Kurdî zimanê perwerde û fêrkirinê ye, lê dema li Swîsrayê û bi pêşengiya xatûneke Swîsrayî ya rewşenbîr û zimanzan ew kar didîtin, di proseyê de dijiyan, li ber diketin bê serdestên li derdora me çi zilm û neheqiyekê li hember Kurdan, çand û zimanê wan dikin.

Spas ji bo Dorothea Kaist û ji bo karên wê. Ji Kurdistanê ez hezkirinê pêşkêşî te dikim xanima hêja, ez hêviya saxlemiyê ji te re dixwazim hevala delal.

Sîrwan Rehîm

https://www.rudaw.net/kurmanci/opinion/21122023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *