Sîma Semend: ‘Qîza kurde aza, binivîse…’


Rohat Alakom
Serpêhatiya nivîskariya Sîma Semend heta destpêka salên 1960î dirêj dibe. Zêdetir wek nivîskara serhatiyan hatiye nasîn.

Sîma Semend, nivîskareke kurd ya pêşîn e ku bi zaravayê kurmancî berhemên xwe yên edebî wek pirtûk weşandine, ango dixwazim bêjim ku emsal û hejmara jinên wiha li Yekitiya Sovyet zêde nînbûye! Peyvên jin, nivîs, serhatî (hîkaye), edebiyat, kurmancî û pirtûk wek peyvên anaxtar mora xwe li nivîskariya Sîma Semend xistine. Ev nivîs di derbarê jiyan û berhemên wê de wek xebateke biyografîk dikare bê hesibîn, di vî warî de alîkariyek e. Ji ber ku navê Sîma Semend di dîroka edebiyata kurdî de navekî yekane ye û kemala nivîskariya wê jî mezin e.

Sîma Semend dema dinivîse(Rya Teze,29-8-1963
Lêkolerekî ermenî G. Hakopyan dema di nivîseke xwe de li ser hin navên kurdî û koka wan sekiniye, navê Sîmê jî bala wî kişandiye: “Navê kulfetê kurdaye Sîmê navekî hewaskare. Wextekê ev nav cem ermeniya jî gelek belavbûyî bûye”. Di derbarê koka vî navî de jî ew du dîtinan pêşkêş dike, li gorî farisî tê wateya zîv û li gor erebî jî tê wateyê dêm, sifetê bedew.[1] Dema Rêya Teze di sala 1955an de ji nû ve derketiye hejmareke xwe, ji Roja Çapemeniyê re veqetandiye. Çend kesên kurd jî bi nivîsên xwe yên kurt alîkariya vê hejmarê kirine. Yek ji van Sîma Semend xwendekara Unîversîteya Rewanê ya bi navê V.M. Molotov e: “…Ez bi zmanê xwe dixûnim gazêta Rya Teze…”[2] Di wênekî van salan de em Sîma Semend ligel 5 xwendekarên hevalên xwe yên unîversîteyê li ber radyoke mezin dibînin ku mûzîka kurdî guhdar dikin.[3] Ev nûçe nîşan didin ku Sîma Semend dema salên xwendina xwe de (salên 1950) nasiya xwe daye dorberên kurd û tevî çalakiyên wan bûye. Nivîskar û rojnamevan Emerîkê Serdar, di nivîseke xwe de dema keçên kurd yên jêhatî û bi merîfet dide nasandin qala Sîma Semend jî dike:

“Sîma Semend qelem hilda, derheqa emrê kulfeta sovêtîêye kurde azada efrandinêd bedewtîê nivîse û radîoêda (li ku ew dixebite) hertim qse, maqale û oçêrkêd (reportaj, ceribandin) wêye derheqa pêştaçûyîn û gulvedena emrê rêspûblîka meda têne danînê”.

Emerîkê Serdar, di dawiya nivîsa xwe de wiha dibêje: “Heqe şaîr dema dinivîse: Nha Qaza min qelem girtiye destê xwe/Û bi fikra xwe dinê digere”.[4] Sîma Semend bala nivîskarê kurd yê navdar Erebê Şemo gelek zû kişandiye. Wî cîhê Sîma Semend di nav edebiyata kurdî de wiha nîşan daye: “Nava lîteratûra kurdada cara pêşin li Ermenîstana Sovêtîêda pêşta hat qîza kurda – nvîskar Sîma Semend ya ku van axiriya berevoka serhatîêd xwe ‘Xezal’ neşirkir”.[5]

MALBATA SÎMA SEMEND
Dîroka van kesên ku çûne Şerê Cîhanê yê Duwem beşeke edebiyata kurdî pêk aniye, gelek berhem di vî warî de hatine nivîsîn. Bavê Sîma Semend, Semend Elî Siyabendov (1909-1989) ji şer bi serfirazî vegeriyaye, bedena wî bi stêrka zêr û 35 nîşan û medalye ve dixemile. Ew ji ber tekoşîna xwe ya li hemberî nasîstan wek “Lehengê Yekitiya Sovyet” hatiye pejirandin. Ji ber ku bavê Sîma Semend bi xwe tevî vê şerî bûye û mêrxasîke mezin nîşan daye, vê mijarê hertim bala keça wî Sîma Semend jî kişandiye.

Sîma Semend bi kincên kurdî
Wek mînak di destpêka serhatiya xwe ya bi navê Rasthatin de dibêje ku ew vê serhatiyê “Pêşkêşî bavê xwe nivîskar Efatê Tifaqa Sovyetê Semend Sîabendov dikim”.[6] Semend Siyabendov çend pirtûk jî nivîsîne û navê wî derbasî dîroka edebiyata kurdî bûye. Keça wî Sîma Semend bi dîrokzan Karlênê Çaçanî re dizewice. Dewat û dîlana Karlênê Çaçanî û Sîma Semend li gundê Cercerîsê heft rojan ajotiye, hunermendê navdar Egîtê Cimo jî tevî vê şahiyê bûye. Paşê Sîma Semend di unîversîteyê de beşa ziman û edebiyata ermenî diqedîne (1958). Çar zarokên wan yên keçîn çêdibin: Aza, Gulbihar, Zerê, Zînê. Malbata kal û bavên Semend Siyabendov wek malbata Xelîlê Çaçan Mûradov ji Bitlîsê çûne gundê Hesencano (Dîgor/Qers). Semend Siyabendov di poemeke xwe ya bi navê “Rozgara Baş” de rêzeke pîrka xwe wiha bi bîr tîne: “Hesencano, Hesencano/Malxirabo, malwêrano! Pîrka min wa tim distra”.[7] Ew ji eşîra rojkanî bûne. Kesek bi navê Celîl Rojkanî dema Rêya Teze derketiye, dîtinên xwe di derbarê vê weşanê de wiha aniye zimên: “Gelek wê tiştekî qîmetlîbe, wekî gazêt hertim guhdarîê bide ser pirsêd ku girêdayîne zimanzanî, etnografîa û terîqa kurmancara”.[8]

SALA BÛYÎN Û VEFATBÛNA SÎMA SAMEND
Di warê nivîsîna biyografiya Sîma Semend de pirsgirêka herî mezin bêgûman sala bûyîn û wefatbûna wê ye. Di gelek çavkaniyên kurdî de salên 1933-2008 yan jî salên 1935-2009 cîh girtine. Kesên ku baweriya xwe bi van salan nayinin jî îjar herdu awayên van salan jî pêşkêş kirine, wek 1933-2008 û 1935-2009. Ev yek bêgûman tiştekî xweş nîne. Çawa dibe nivîskareke ku berî 15 salan wefat kiriye, sala bûyîn û wefatbûna wê baş nayê zanin û gelek kesan ev yeka tevlihev kiriye. Mêrê Sîma Semend, Karlênê Çaçanî di destpêka vê pirtûkê de (Keder, 2009) diyar dike ku Sîma Semend di sala 1935an de li gundê Sengerê hatiye dinê.[9] Karlênê Çaçanî di heman rûpelî de sala wefatbûna wê wiha vekirî û eşkere pêşkêş nake. Bi îfadeyeke neyekser xwendevanan bêgav dihêle. Ew heman cîhî û heman rûpelî de qala hin rojnameyan dike ku di derbarê mirin û hildana cenazê wê dikin. Ew dibêje ku Rojnama Zagrosê hejmara xwe ya yekê sala 2009an qala definkirina Sîma Semend kiriye. Mirov ji îfadeya “….Rojnema Zagrosê hejmara xwe ya yekê sala 2009” tam tişteki fam nake. Li gorî Karlênê Çaçanî bedena Sîma Semend li gundê Cercerîsê li rex dê û bavê wî hatiye binaxkirin.[10] Yek ji nivîskarên kurd Eskerê Boyik di pirtûkeke xwe de sala bûyîn û wefata Sîma Semend wek 1935-2009 nîşan dide.[11] Çend sal şunda jî mêrê Sîma Semend, dîrokzan Karlênê Çaçanî (1929-2012) wefat dike. Ew, yek ji wan pisporan bû ku têkiliyên kurd û ermeniyan ji xwe re kiribû mijareke lêkolînê. Hêvî dikim ku ji çar keçên Sîma Semend yan jî newiyek wê rojekê here gundê Cercerîsê bo wênekî gora Sîma Semend bigre û sala bûyîn û mirina wê derxe ronahiyê.

NIVÎSKARIYA SÎMA SEMEND
Serpêhatiya nivîskariya Sîma Semend heta destpêka salên 1960î dirêj dibe. Zêdetir wek nivîskara serhatiyan hatiye nasîn. Di navbera salên 1961-2009an de qasî 4 berevokên wê yên ku ji serhatiyan pêkhatî, di salên cihê de hatine weşandin.[12] Beşek serhatiyên wê jî di rojnameya Rêya Teze de, berevokên nivîskarên kurd[13] û pirtûkên dersê[14] de derketine. Ji der serpêhatiyan Sîma Semend hin danasînên nivîskar[15] û lêkolerên kurd[16], kesên ermenî[17] û wergerên ji zimanê ermenî jî weşandine. Sîma Semend di sala 1972an de wek mînak bona 75-saliya nivîskarê kurd Erebê Şemo nivîseke pîrozkirinê amade dike û diweşîne. Ew li vir bi heralî portreke Erebê Şemo pêşkêşî xwendevanên kurd dike.[18] Sîma Semend di sala 1962an de wê çawa dest bi nivîskariyê kiriye vedibêje û hin dîtinên balkêş pêşkêş dike:

“…Her car wextê ez qelemê hiltînime destê xwe û dixwazim tiştekî bedewtîê binivîsim, gilîêd kalik û pîrka mine rehmetî têne bîra min, êd ku êvarê kêleka min rûdiniştin û minra derheqa emrê berêyî zêrandî, derheqa cmaeta kurde belengazda şirovevedikirin. Ji gotinêd wan ez pê dihesiyam, wekî temamiya êla wanda qet merîkî xwendî tunebû. Lê qîzêd kurdda nava halekî dha grandabûn, wan roja xwe serê xwe nedidîtin, lê xwendin qet fikra wanara derbas nedibû”. Sîma Semend paşê besinê jiyana li Sovyeta dide û civata berî wê dide ber hev û wiha dibêje:”…Belê ew emrê şa û bextewar qewatê dide qelema min, min guhdar dike û te tirê qey minra dibêje:”Qîza kurde aza, binivîse derheqa emrê cmaeta xweye cinetîda, derheqa emrê xweyî gulvedayîda” û min jî hema usa kir, şabûn û fikrêd xwe rête ser kaxizê, kire deftereke piçûk, navê wê danî ”Xezal” û pêşkêşî cahilêd (ciwan) me kir”.[19]

Di sala 1963an de rojnama Rêya Teze bi nivîseke dirêj cîhekî fireh daye jinên kurd yên zîrek û navdar. Yek ji wan jî Sîma Semend e. Rojnamê di beşê wê de bi wêne û tekst ev nûçe weşandiye: “Tu jî derheqa bextewariya kulfeta kurdda dinivîsî”. Sîma Semend li vir di vî wêneyî de dema qelem di dêst de li ber masa xwe ya nivîsê rûniştiye, xuya dike.[20] Di sala 1971an de jî dema serhatîke Sîma Semend bi navê Pêşkêşî di Rêya Teze de hatiye weşandin, rojnamê noteke kurt jî pê ve kiriye. Li vir tê gotin ku keda Sîma Semend di warê pêşketina pexşana (nesîr, prosa)[21] kurdî de jî heye û ew niha xweyê çend berevokên serhatiyan e.[22] Dema 8 Adarê Roja Jinan ya Navnetewî[23] nêzîk bûye, Rêya Teze bi jinên kurd wek Sîma Semend û yên din re têkilî daniye, di vî warî de nûçe, danasîn û hevpeyvîn weşandine. Wek mînak qala van kesan tê kirin: Frîca Cewarî, Donara Nado, Sîma Semend, Emma Ûsiv, Şara Emîn, Naza Sehîd, Emma Biro.[24]

HEVKAREKE RADYOYA KURDÎ: SÎMA SAMEND
Sîma Semend di sala 1963an de, di Radyoya Kurdî de dest bi kar dike û qasî 40 salan li wir kar dixebite. Ew wek hevkareke vê radyoyê paşê dibe serekê beşa edebiyatê. Sîma Semend di derbarê edebiyata kurd û ermenî, li ser rewşa jinên kurd gelek bername ji bo radyoyê amade kirine. Lîsteka van nivîsan di dawiya berevoka wê ya bi navê Keder de cîh girtine (2009). Bernameyên wê gelek hatine hezkirin, bi taybetî reportajên wê yên derbarê jinên kurd de. Hejmara van berhemên ku wê ji bo Radyoya Kurdî amade kirine qasî 100 hebî ne, 26 heb li ser edebiyatê, 26 heb li ser têkiliyên edebiyata kurd û ermeniyan, 46 heb di derbarê jinan de ne. Hemû ev berhemên Sîma Semend yên radyoyê di pirtûka Keder de yek bi yek hatine rêzkirin. Mêrê wê Karlênê Çaçanî jî di van salan de di Rêya Teze de dibe serekê beşa edebiyat û nameyan. Mirov dikare bêje ku jin û mêr di warê weşangeriyê de, di warê çanda ermenî û kurdan de gelek aliyên wan yên hevbeş hebûne, yek bûye şêwirmenê yê din û hev temam kirine.


Bergên pirtûkên Sîma Semend: Xezal, Guman û Keder
XEZAL (1961)
Berevoka yekem

Berevoka pêşîn ya Sîma Semend ya serhatiyan wek pirtûk di sala 1961an de bi navê Xezal tê weşandin. Di vê pirtûkê de sê serhatiyan cîh girtiye; Xezal, Reva Rihanê û Mizgîn. Tiştekî balkêş salek berê, ango di sala 1960î de di Rêya Teze de dazanînek (elametî) derketiye, li wir tê gotin ku Beşa Nivîskarên Kurd di roja 29-12-1960î de ji bo nirxandina berevoka Sîma Semend ya bi navê Reva Rihanê dê civînekê çê bike. Lê belê paşê em dibînin ku ne di vê salê, ne jî bi vî navî tu pirtûkekê wê derketiye. Wisa xuya dibe ku di derbarê sal û navê pirtûkê de vê demê pirsgirêkek derketiye. Çapeke pirtûka wê ya yekem Xezal di sala 1986an de li Swêdê[25] û heman çap paşê ji aliyê Weşanxana Avestayê de li Stembolê hatiye weşandin. Bi saya van çapan navê nivîskar û pirtûka wê zêde hatiye bîhistin. Bergê orjînala pirtûkê (1961) gelek xweş hatiye çêkirin. Peyva Xezal bi destan bi tîpên mezin li ser bergê pirtûkê hatiye cîwarkirin. Ew xêzên peyvê wisa tenik hatinê nivîsîn ku tavilê bi awakî kalîgrafîk gerdan û lingên xezaleke tîne ber çavên xwendevanan.

Serhatiya dirêj Xezal ku Sîma Semend cara pêşîn bi wê hatiye nasîn cîh dide evîna du xwendekarên kurd Xezal û Ahmo, herdu jî li Rewanê di fakûlteya tipê de dixwînin û dixwazin bibin doxtor. Êdî aza ne, hev dibînin û nameyan ji hev re dişînin. Ew di dewraneke nû de dijîn. Herdu jî bi dilê xwe dizewicin û dilşa ne. Ev pênc salên evînî û xwendekariya wan salên here şirîn tên navandin, dilên wan hertim tirpetirp e. Dewat û dîlana wan li Elegezê çêdibe. Lê hin kesên din hene wek Xezalê bi şans nînin, bi taybetî bav hene ku nahêlin keçên wan herin cîhekî din bixwînin, wek Karê (hevala Xezalê). Ji bo Sîma Semend û berhemên wê raman û tevgera xwendin-nivîsîna keçan tezeke bingehîn e, di serhatiyên din de jî ev mijara derdikeve pêşberî me. Di serhatiya duwem Reva Rihanê de du ciwan keç û xortek heye, dilê wan ketiye hev, lê belê Hesen bavê Rihanê keça xwe nade wî xortê ku navê wî Mirad e. Bavê Rihanê keça xwe dide Casimê kurê Seydo Axa. Hindik wext maye wekî ew bûka xwe bibin. Mirad û dilketiya wî Rihan gotinên xwe dikin yek û amadebûna revê dikin. Rojekê nîvê şevê lehengê serhatiyê Mirad dilketiya xwe Rihanê direvîne, dibe Tiflîsê. Ew bi vî awayî dighêjin mirazê xwe, bi zimanekî din Rihan him digihije Miradê xwe û him jî mirazê xwe. Serhatiya Reva Rihanê, hin gotinên vê kilama “Rihana Heso” tîne bîra me ku ji aliyê dengbêj Mehmedê Mûsa de tê gotin. Belkî jî Sîma Semend dema ev serhatî nivîsiye, di bin bandûra vê kilama jêrîn de maye. Sîma Semend navekî lehengê xwe daniye Hesen (Heso), yek jî daniye Rihan:

Lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo, lo lo dilo,

Bejna Rihana Heso zirav e temam jin e,

Minê soz û qerarê şirîetê ji bavê xwesto, neda min e,

Minê digo ramîsanekê li min kerem ke,

Heft sala mala bavê te şivan bûm, ramûsanek heqê min e,

Digo kuro gede hetanî tu hatî, qelenê mi birîn, şîraniya mi xwarine…

Serhatiya sêwem ku di nav pirtûka Xezal de cîh girtiye serhatîke ji 3 rûpelan pêkhatî ye, navê wê Mizgîn e. Ji bo ku Bedîlê deh zarok aniye dinê, bona xweyîkirina van zarokan nîşana “Diya Mêrxasan” dane wê. Kurê vê yê bi navê Selîm hinekî zû ji leşkeriyê tê, zarokek direve mizgîniyê dide dayîka wî. Navê serhatiyê ji vê nûçeyê tê. Selîm hê teze hatiye, çawa em dibînin jê re keçek peyda kirine jî, ji devê serekê kolxozê Ûsivê Xeto ev gotin derdikevin: “Kawê te bibîne qet nas nake”. Nivîskar li vira diyar dike ku keç û xort di warê zewacê de zêde biryardar nînin.

DU ŞAHÎ (1967)
Berevoka duwem

Serhatiya duwem ku di sala 1967an de bi navê Du Şahî derketiye 65 rûpelan pêk hatiye. Min gelek hewl da bona xwe bighînim vê pirtûkê lê belê ez biserneketim. Ji ber ku me ev pirtûk nedîtiye em vê gavê nizanin kîjan û çend serhatiyan di vê berhemê cîh girtine. Navê wê di berevoka giştî ya bi navê Keder de ku piştî mirina Sîma Semend derketiye jî derbas nabe. Me di cîhekî din de diyar kiribû ku gelek serhatiyên Sîma Semend di vê berevokê de hatine weşandin.

GUMAN (1982)
Berevoka sêwem

Berevoka Sêwem ya Sîma Semend di sala 1982an de bi navê Guman hatiye weşandin. Di nav vê berevokê de ev pênc serhatî hene: Keder, Guman, Porsor, Kîjane Rêya Rast, Kî Dibê Tu Nebedewî.[26] Serhatiya Guman bûye navê pirtûkê jî. Ew keça bi navê Zerîfe dixwaze here dibistanê, lê nahêlin. Gelek tişt tên serê Zerîfê. Ew di çardeh saliya xwe de dizewice, jê re kurek çêdibe, navê wî datînin Sûto. Lê demekê şunda Şerê Cîhanê yê Duwem dest pê dike (1939-1945), wek hezaran kes mêrê wê jî dişînin şer. Bi mîlyonan mirov di vî şerî de can didin. Ji hin kesan jî qet deng dernakeve, dibêjin “ew winda bûne”. Lê dîsa jî kur û dayîka wî Zerîfe gumana xwe ji vegera mêrê xwe nabire. Ji ber vê yekê nivîskar navê vê serhatî û pirtûka xwe daniye Guman. Eger mirov gumana xwe winda bike, wê çaxê her tiştên xwe winda dike! Çavên endamên malbatê hertim li rê ne. Rojekê ji rojan xeber tê gund wekî Têmûrê mêrê Zerîfê hatiye! Zerîfe û kurê wê Sûto ji şabûnê nizanin çi bikin. Sûto wisa mezin bûye ku êdî bav kur nas nake. Ev yeka jî nîşan dide ku sal çawa zû hatine û bihûrîne.[27]

Ji çepê: Karlênê Çaçanî, nivîskarê ermenî Sarmên, Sîma Semend û Têr-Grigoryan (Ji kongreya nivîskarên Ermenîstanê 1976)
KEDER (2009)
Berevoka çarem

Berevoka Sîma Semend ya bi navê Keder jî di sala 2009an de piştî mirina wê li Rewanê bi tîpên latînî ji aliyê mêrê wê Karlênê Çaçanî de hatiye weşandin. Di rûpelê duwem de em dibînin ku Karlênê Çaçanî ev pirtûka diyarî hevjîna xwe nivîskar û rojnamevan Sîma Semend kiriye. Belê, wî ev berevoka ku ji 119 rûpelan pêk hatiye, amade kiriye û weşandiye. Mirov vê çavkaniyê wek “Pirtûka Bîranînê” jî dikare binirxîne û binavîne. Karlênê Çaçanî di beşeke dirêj ya vê pirtûkê de qala jiyan û berhemên jina xwe Sîma Semend kiriye, agahiyên kêrhatî û balkêş pêşkêş dike. Sernivîsa vê beşa ku ji 5-47 rûpelan pêk hatiye: “Digirî Dilê Min” e . Di dawiya vê beşa yekem de Karlênê Çaçanî ji bo beşa duwem ya nû jî wiha dibêje: “Ez dixwazim çend serhatiyên wê yên hewaskar ji we re diyar bikim”. Di rûpelên 47-115an de qasî 40 serhatî û hin perçeyên kurt yên pexşan cîh girtine. Gelek serhatiyên ku di berevokên kevin de hene di vê pirtûka nû de jî hene. Sîma Semend ji wan çend heb li ser zarokên xwe nivîsîne.

KEDER: SERHATÎKE OTOBIYOGRAFÎK
Serhatiya bi navê Keder ku berê di rojnama Rêya Teze de (1973)[28] û paşê di berevoka Guman de (1982) derketibû çawa em dibînin di sala 2009an de him dibe navê berevoka çarem û him jî bi heman navî di vê belevokê de wek serhatîkê cîh digre. Bi kurtî em dikarin bêjin ku ev serhatiya bi sê şaxên hinekî cuda di van sê çavkaniyên cihê de hatiye weşandin. Tiştekî din mezinahiya van hersê tekstan ji hev cihê ye. Lehengên serek yên çavkaniyan salên 1973 û 1982an kesine bi navê Sûto û Gûlperî ne. Lê di wê berevoka çarem de ku navê wê jî Keder e û piştî mirina Sîma Semend de derketiye (2009) navên van lehengan hatine guhartin û bûne Semend û Altun, ango navê bav û dayîka Sîma Semend. Ev yeka nîşan dide ku serhatiya Keder berhemeke otobiyografîk e. Nivîskar jiyana xwe ya malbatî, têkiliyên bav û dayîka dane ber çavan ku ji hin bûyerên bi “keder” pêk anîne. Karlênê Çaçanî di destpêka berevoka çarem de qala bûyereke ku hertim peyva kederê aniye rojevê, dike. Tê gotin ku bavê Sîmê, Semend dema piştî Şerê Cîhanê yê Duwem vedigere û bi jineke rûs re dizewice. Paşê jina xwe ya berê Altûnê bi du zarokan tenê dihêle. Altûn jî zarokan hildide diçe gundê Heko mala bavê xwe, li wir dimîne. Dema dinêre rêke xelasiyê tune, ew jî mêr dike. Êdî bîna wê teng dibe, herdu zarokan rojeke zivistanê hildide tîne bal bav û diya Semend û diçe. Mezinkirina van herdu zarokên piçûk dikeve ser milê Sîma ku wê demê deh salî bûye. Pîrka Sîmê ya bi navê Rihan û apê wê Şako carina ji gundê Sengerê tên Elegezê bona teseliya Sîmê bikin.[29] Tiştekî balkêş jî him berevoka sêwem Guman û him jî beşa serhatiyan ya berevoka çarem Keder bi serhatiya Kederê dest pê kiriye.

SÎMA SEMEND Û 8-ADARÊ
Sîma Semend gelek caran rewşa jinên kurd ya duh û îro kiriye mijara berhemên xwe û ew dane ber hev. Ew zordestiyên ku jin bûne hedefa wan di van serhatiyan de tên rûreşkirin. Serhildan, rabûn, hewldan û tekoşîna jinan di van berheman de her berdewam e. Yek ji wan mijarên ku Sîma Semend di serhatiyên xwe yên edebî dexistiye pêş di nav kurdan de pîrozkirina mijara Cejna 8 Adarê ye. Ev roja, maf û azadiyên jinan ji bo Sîma Semend jî mijareke giring bûye. Wê du serhatiyên xwe ji vê mijarê re veqetandiye: Pêşkêşî û Xwedêda. Serhatiya ku mirov bi hewaskarî dixwîne bêgûman berhema bi navê Pêşkêşî ye. Zarokê malê Seîd roja 8-Adarê sibê zû radibe, dixwaze tevî bavê ji dayîka xwe Seyran re surprîzekê çêbike, gelek bi kelecan e. Lê belê mêze dike ku bavê wî Memê yê doxtor ne li malê. Seyran dibêje ku ji nexweşxanê telefonê xistin, bavê te mecbûr ma here nexweşeke xwe qenc bike. Seîdê piçûk kulîlkan dide dayîka û cejna wê pîroz dike. Bavê wî yê doxtor tê malê, cejna jina xwe Seyranê pîroz dike. Ew sedemê derengmayîna xwe jî ji wan re vedibêje.

Emeliyata jinekê qasî saetekê ajotiye. Pênc zarokên vê malbatê jî hatine nexweşxanê bona çavnêhiriyê û cejna dayîka xwe pîroz bikin. Keça piçûk bi baqe kulîk hatiye bal diya xwe û wan dide diya xwe. Ev pêşkêşî (diyarî) ji dayîkê re dibe dilşahî û sebreke mezin. Di dawiya serhatiyê de mirov gelek kelogirî dibe: “Lê qîza wan piçûk baqe kulîlk dest wêda hatibû ku eyda dîa xwe bimbarekke…Opêrasîaê sehetekê kişand, lê min emrê wê xelas kir. Du sehetê dinê şûnda kulîlkê, ku qîzê anîbû dê danîbûn ser sîngê xweyî brîndar û ji çevê wê hêsirê şabûnê dibarîn”.[30] Di çavên reş yê zarokê malê Seîd de şabûnek hebûye. Nivîskar di roja jinan de bi destê doxorekî, jinekê li vê nexweşxanê dide xelas kirinê. Navê serhatiyê Pêşkêşî ji dayîna van diyariyan tê. Di serhatiya bi navê Xwedêda de jî mijara pîrozkirina 8-Adarê heye.[31] Ev herdu berhemên Sîma Semend di derbarê pîrozkirina Cejna 8-Adarê de wek du çavkaniyên edebî me gelekî ronî dikin. Bi dîtina Karlênê Çaçanî gelek serhatiyên Sîma Semend qala van mijaran dikin: “Derheqa emrêd kulfeta kurde berê û nihadanin, dostî û pizmamtiya cimaeta ermenî û kurdandanin”[32] Serhatîke Sîma Semend ya ku di Rêya Teze de bi navê Gundê Me derketiye qala têkilî û dubendiyên navbera keç û xortekî bi navê Cênî û Sebrî de dike. Sebrî dixwaze di gund de bijî, lê Cênî jiyana bajaran diecibîne. Di dawiya serhatiyê de em dibînin ku her yek ya xwe dike.[33]

Perçek ji serhatiya bi navê Pêşkêşî (Rya Teze, 24-3-1971)
DAWÎ
Biyografî û nivîskariya Sîma Semend hêjayî têzên akademîk û xebatên berfireh e. Ez bawer dikim ku ev mijara pêşerojê dê bala gelek lêkoleran bikşîne. Mêrê wê Karlênê Çaçanî piştî wefata jina xwe Sîma Semend dibêje ku wê arşîvekî dewlemend bona edebiyat û şaristaniya kurdî wek mîrate li paş xwe hîştiye. Çi bi vê arşîvê hat? Bi rêya arşîva Sîma Semend gelek pirgirêk û mijarên ku nezelal dikarin bi rehetî ronî bibin û ji nû ve bên nirxandin.

Binêre:

[1] G. Hakopyan, Pirseke Kurdzanîê Nava Fîlologiya Ermenîstanêda, Rya Teze, 14-6-1972.
[2] Sîma Semend, Teşkîldara Kolektîv, Rya Teze, 5-5-1955.
[3] Komek Xwendekarêd Kurmanca, Rya Teze, 27-2-1955.
[4] Emerîkê Serdar, Dotêd Dewrana Aza, Rya Teze, 28-11-1965.
[5] Ereb Şamîlov, Elîfba Hîmê Literatûrayêye, Rya Teze, 1-5-1962.
[6] Sîma Semend, Keser, Yêrêvan, 2009, (bi tîpên latînî), rûp.50.
[7] Efrandinêd Nivîskarêd Kurdê Sovetîê, 1961, rûp.126-139.
[8] C. Rojkanî, Neşîreta Xweyîkirina Edlayê, Rya Teze, 5-5-1955.
[9] Sîma Semend, Keder, 2009, rûp.38.
[10] Sîma Semend, Keder, rûp.38.
[11] Eskerê Boyîk, Çanda Kurdên Sovêtê, Peywend, 2019, rûp.392-373.
[12] Berevokên Sîma Semend ev in: Xezal (1961), Du şayî (1967), Guman (1982), Keder (2009).
[13] Sîma Semend, Temiya Esker: Berevok-Bahar 8, Êrêvan, 1989, rûp.105-108.
[14] Maksîmê Xemoî, Zmanê Kurdî-Lîtêratûra, 1990, rûp.179-181.
[15] Sîma Semend, Nivîskar Û Şuxulvanê Mexluqetîê (Bona 75-saliya bûyîna Ereb Şamîlov, Rya Teze, 29-1-1972.
[16] Sîma Semend, Îskustvana Kurd, Rya Teze, 8-7-1972. Îskustvan: hunermend (Di derbarê Nûra Cewarî de ye).
[17] Sîma Semend, Hraçya Koçar, Rya Teze, 10-4-1960. Sîma Semend, Nivîskarê Emekdar: Sermen, Rya Teze, 10-11-1966.
[18] Sîma Semend, Nivîskar Û Şuxulvanê Mexluqetîê (Bona 75-saliya bûyîna Ereb Şamîlov, Rya Teze, 29-1-1972.
[19] Sîma Semend, Xeyalêd min, Rya Teze, 24-6-1962.
[20] Tu jî derheqa bextewariya kulfeta kurdda dinivîsî, Rya Teze, 29-8-1963.
[21] Kurdên Sovyeta berê ji pexşan re dibêjin: nivîsên vekirî.
[22] Pêşkêşî, Rya Teze, 24-3-1971.
[23] Di devoka kurdên Sovyeta berê ev cejna jinan wiha hatiye navandin:”8-Martê Roja Jinaye Ortemiletiê”.
[24] Nûrê Polatova, Jinên Sovêtîê, Rya Teze, 6-3-1955.
[25] Sîma Semend, Xezal, Şefîk Kaya ji kîrîlî kiriye latînî, Nûdem, 1996. Heman çap piştî 20 salan li Stembolê jî hatiye weşandin, Avesta, 2015.
[26] Divê kê bibûye kî.
[27] Sîma Semend, Guman, 1982, rûp.17-24.
[28] Sîma Semend, Keser, Rya Teze, 15-8-1973.
[29] Sîma Semend, Keder, rûp.7-8.
[30] Sîma Semend, Pêşkêşî, Rya Teze, 24-3-1971.
[31] Sîma Semend, Xwedêda, Rya Teze, 27-3-1966.
[32] Karlênê Çaçanî, Pizmamtiya Cimeta Ermeniya û Kurda, Êrêvan, 1977, rûp.164.
[33] Sîma Semend, Gundê Me, Rya Teze, 26-11-1964.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *