Di çend rojên bê de PDK û YNK li ser astê bilind dicivin

PDK serdana YNKyê dike û li ser astê bilind dicivin, mektebên siyasî yên PDK û YNKyê berheviyên xwe ji bo civînê temam kirine û giringtirîn dozên civîna wan dê ev bin; rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pirsên ewlehiyê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û pêkanîna hikûmetên xwecihî yên deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Di çend rojên bê de PDK û YNK dicivin, mektebên siyasî yên her du aliyan ji bo vê meremê berheviyên xwe temam kirine, tenê maye ku roja civînê bê diyarkirin, çend doz hene ku PDK û YNK danûstandinan li ser bikin, xasma piştî ku di civîna dawiyê de biryar dabû bi rêya kesên taybetmend arêşeyan diyar bikin û çareseriyên guncayî jê re bibînin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Hîwa Geylanî ji K24ê re ragehand, “Me çend nakokî jî bi YNKyê re hebin, divê em li ser hindek mijaran li hev bikin, xasma ew mijarên ku girêdayî jiyana xelkî ne. Herwesa divê PDK, YNK û aliyên din jî ji bo edilandina qanûna budceyê piştevaniya nûnerên xwe li Bexdayê bikin, bi rengekî ku di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de be”.

Ev dê civîna duyê ya bilind a her du aliyan be, piştî kongireya pêncê ya YNKyê. Civîna yekê li Pîrmamê li 7ê Mijdara 2023ê hat kirin, ku zêdetirî pênc seetan vekêşa. Di wê civînê de, PDK û YNKyê xalên xwe yên hevpar û cuda xistin ser mêzeya danûstandinan.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Serkirdetiya YNKyê Rêbaz Bêrkotî ji K24ê re got, “Em dê di nêzîktirîn derfet de vê civînê bikin, çavê xelkê Kurdistanê jî li wê yekê ye ku her du alî bicivin û danûstandinan bikin, bi wê hêviyê ku berhemekê baş hebe, herwesa berpirsyariya mezin ji bo parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê li ser milên her du aliyan e”.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *