Çîrokên bav û kalan ên Şirnexê bûn belgefîlm

 

Derhêner û rojnamevan Diyar Bayram, 25 çîrokên herêma Şirnexê bi dîmen tomar kirîn û belgefîlmek ji van çîrokan çêkir.

Çîrok û çîrokbêjî yek ji parçeyeke çanda qedîm a Kurdan e.

Ev çanda kevnare ya ku ji ber teknolojiyê ber bi wendabûnê ve diçe, gelek caran ji aliyê xemxurên çanda Kurdî ve hewl tên dayîn ku heta hetayê zindî bimînin.

Derhêner û rojnamevan Diyar Bayram ê ji bajarê Şirnexê jî yek ji wan xemxurê çanda Kurdî ye û dixwaze çîrokên Kurdî li hemberî vê serdama teknolojiyê zindî bibin.

25 çîrokên herêma Şirnexê wekî video tomar kirin

Diyar Bayram bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê û Saziya Cultur Civicê  25 çîrokên herêma Şirnexê bi video tomar kirin.

Derhênerê Kurd paşê jî ji wan çîrokan belgefîlmek bi navê “Carek Ji Caran” çêkir.

Nîşandana belgefîlma Carek Ji Caran li Şirnexê

Belgefîlma “Carek Ji Caran” li bajarê Şirnexê bi rêya çalakiyekê hat nişandan.

Xelkê Şirnexê eleqeyeke baş nîşanî belgefîlmê da û xwestev çanda kevnare bê parastin da ku wenda nebe.

“Berê girîngiya çîrok û çîrokbêjan gelekî zêde bû”

Çîrokbêj Safiya Osmanê Evdilkerîm

Derhênerê belgefîlmê Diyar Bayram jî ji Rûdawê re diyar kir ku beriya ku elektrîk, televîzyon û telefon di nav xelkê de belav bibe girîngiya çîrok û çîrokbêjan gelek zêde bû û got:

“Dema mirovan dixwest wexteke xweş derbas bikin diçûn civata çîrokbêjan û heta derengiya şevê çîrok guhdarî dikirin. Heta demeke ev çand li gund û bajarên Kurdistanê bi awayekî zindî berdewam bû lê mixabin niha hema bêje nemaye.”

“Ji bo vejîna çîrok û çîrokbejiyê em dikarin ji teknolijiyê sûdê wergirin”

Çîrokbêj Beşîrê Mamedê Elî Hesen

Diyar Bayram her wiha got ku pêşketina teknojiyê ev çand gelekî lawaz kiriye wiha domand:

“Lê em dikarin vê teknolojiyê ji bo çîrok û çîrokbejiyê ji nû ve vejînin bi kar bînin. Ez dixwazim li ser vî karê berdewam bikim.

Ez dê çi çîrokên ku berhev bikim dê li ser YouTubeyê parve bikin da ku herkes bikare lê guhdarî bike.”

Çîrokbêj Miryema Îsa

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *