Nirxandinên Kazım Paşa (Karabekir) balkêş in!

Siddik BOZARSLAN

Li jor bi xetên qalind behsa hewildanên M. Kemal hat kirin ku li Stanbolê çêbûbûn. Li vir jî hewcedarî pê heye ku mirov behsa hewildan û nirxandinên Kazım Paşa (Karabekir) bike ku gelek balkêş in û wek di pratika M. Kemal da jî em dê li xwarê bibînin, yê ku rê nîşanê M. Kemal dide, K. Karabekir bi xwe ye. Loma van nirxandinan dirêj bin jî, divê em jibo pêşeroja xwe wan bi sebir bixwînin û dersên hînbûnê ji wan derxin. Kazım Paşa, di 29.11.1918an da digel İsmet paşa (İnönü) nirxandina rewşê dike. Kazım Paşa di bîranînên xwe da dibêje ku İsmet Paşa bêhêvî bûye û jê ra gotîye ku ”Em cotkarîyê bikin, tu Kazım Axa û ez jî bibim İsmet Axa.” Paşê Kazım Paşa di despêka 1919an da di derbarê wê rewşê da weha dibêje:

”Xeterîya rewşê li ortê bû. Tewqîfkirinên tevlîhev, sondxwarina ermen û ruman li kilîseyan ku ew digel hev xebat bikin. Dagirkirina fransiz û ingilizan jibo gelek deran, heta derên taybetî (xususî) digel alavên wan dikirin malên xwe û xwedanên wan diqewirandin, despêkirin ku hemî alavên ordîya me wek top, tifing, xencer kom kirin. Êdî di mejîyê her kesî da bû mijara fikirandinê ku neteweyê tirk li hemberî xetereke çawa ye. Çêkirina cemîyetên (rêxistin) cuda pêk dihatin. Hin jibo tiştek bi dest bixin, hin jibo bê gotin ku ew tiştek dikin. Mesela, despêkirina hewildanên Hürriyet û Îtîlafê, Firkeya Selamet-i Umumîye, Kürt Tealî Cemîyetî û wd. hatin çêkirin.

Di vê navberê da hewildanên kesên neteweevîn (neteweperwer) jî ´Vilayet-i Şarkîye Mudafaa- i Hukuk Cemîyeti´ çêkirin. Lê amanca wan jî ew bû ku li gora Prensibên Wilson parçeya welat ku di dest da mabû, wek tirk û îslamê bi cîhanê bidin naskirin. Hürriyet û Îtîlaf, cuwanên welat, wek ´Îttîhatvan´ îmha bikin û çi qas kesên kêrnehatî (ango nebaş) hene, bikin bela serê welatê me. Kürt Tealî Cemîyetî jî jibo pêkanîna Serxwebûna Kurdistanê, dibûn semedê ku wîlayetên şerqê bibin Ermenistan. Di rêbirîya orduyan da fermandarên jêbawer nemabûn, hin hatibûn û hin jî li ser daxwazê hatibûn, hemî li Stanbolê kom bûbûn. Paşayên wek Mustafa Kemal, Vehip, Fevzi, Cevat, Cemal, Ali Fuat, Ali Îhsan, İsmet û ez. Gelek zapitên di ritbeyên cuda da, bi destûr û bêdestûr hemî dihatin Stanbolê.” (Kazım Karabekir, İstiklal Harbimiz, Türkiye Y. 1960)

Fikrên Kazım Paşa ew bûye ku zana û zapitên tirk terka Stanbolê bikin û herin Anadoluyê û li wir têkevin nav xebatê. Fermandarîya Orduya 9.yan ku li Erzurumê bû tê hilweşandin (fesihkirin) û dibe Fermandarîya Kolorduya 15. emîn û Kazim Paşa jî dibe fermandarê wê. Berîya ku ew ji Stanbolê here Erzurumê, zîyaretên xatirxwestinê pêktîne û di 11ê nîsana 1919an da weha dibêje:

”… Îro fransizan misafirxaneya Beyazîdê jî xistin bin dagirkerîya xwe. Êdî Nezareta Herbîyeyê jî ketîye bin xeterê (tehdîdê). Di 11yê nîsanê da min zîyareta xwe ya xatirxwestinê pêkanî. Bi taybetî min ji M. Kemal Paşa û Îsmet ra cara dawîyê rewşê îzah kir. Mustafa Kemal Paşa amelîyat bûye. Di îkametgaha xwe ya li Şişliyê dima. Li nik wî ahbabekî wî hebû. Min got, ´ez dixwazim tenê bibînim.´ Li ser wê, wî zatî bi min da nasîn. Ez hîn bûm ku ew Ruşen Eşref Beg e, ew derket derve. Min weha got: ´Paşam, ez sibê ber bi Erzurumê ve diherim. Bi çi halî tu li Stanbolê dimînî, bimîne, ne mumkun e ku li vir tiştek bibe. Eger em bêdeng bin, tunekirina me muqadder e. Divê tu hema werî Anadolê jibo rêbirîya orduyê. Hem jî li Şarqê: Mifteyê (kilîdê) rizgarîya neteweyî şarq e. Li wir her tişt mumkun e. Min biryara xwe ya qethî daye. Pilana min basit e (rehet e, hêsa ye). Çêkirina hukumeteka neteweyî û amadekirina îstîlaya Ermenistanê bo wîlayetên şarqê, ji me ra dibe rehîneyeke baş jibo sulhê ku em di destê xwe da bigrin, paşê li gora rewşê, em dê wê bikin xerb. Li Stanbolê ne hûn û ne hevalên hêja demeke dirêj nemînin. Bi awayeke dî îmkanên nîşandana yekîtîya neteweyî û hebûna neteweyî tune ye. Ehda (sonda) min heta serê çîyayek ji min ra bibe goristan, ez dê hewil bidim. Encax ev biryar e ku serxwebûna me û eger qet nebe namûsa me ya neteweyî rizgar dike.´(min binê wê çixêz kir)

  1. Kemal Paşa vê bersivê da: ´Ev jî fikrek e, rewş roj bi roj heq dide we. Ez ji we ra serkeftinê dixwazim.´ Min îzah kir ku ev ne fikrek e, biryareke qethî ye. Ordu û gel miheqeq dê li derdora vî fikrê kom bibe. Piştî ku li şarqê hukumeteka neteweyî çêbe hûn dê wê jibo xerbê teveccuh bikin.(yanî berê xwe bidin xerbê) Wezîfeyê şerqê ez dê çareser bikim. Eger hûn neyên, ez dê li gora wê, hewildanê xwe tenzîm bikim.´ min jê ra got. Piçek fikirî û ´ez baş bibim, dê hewil bidim ku bi we ra bim´ got. Dema min li şarqê esasê çêkirina hukumeteka neteweyî çêkir, îhtîmala ku M. Kemal Paşa di hukumeteka padîşah da karek bigire ser xwe û hevalên herî baş jî li dora xwe bicivîne, min dixist nava gelek fikaran… Berê bi Îsmet ra jî dûrudirêj em axifîbûn.” (K. Karabekir, end)

Dema K. Karabekir van tespîtan û nirxandinan kirîye, li Anadolê hin hewildanên berxwedanê çêbûne, hin rêxistinên tirkperest avabûne. Wek mîsal avakirina hêzên Kuva-yi Milliye ku dişibin rêxistina Teşkilat- i Mahsusa ya Cemîyeta Îttihat- Terakkiyê ku di esasê xwe da ew çeteyên çekdar bûn ku li dijî hêzên bîyanî dest bi hewildan û şerkirina gerillayî pêkanîne. Bi taybetî van hêzên çekdar ku li dijî fransizan bi taktikên ”lêxe- bireve” ketine nav hin hewildanan û ev jî bal kişandine ser xwe. Li herêmên Antep û Rihayê rêxistinên Kuva- yi Milliye û li Erzurum û Trabzonê jî rêxistinên Mudafaa- i Hukukê hatine çêkirin. Kazim Paşa jî xwestibû ku fermandarên tirk ku li Stanbolê bûne, divê bihatana wan herêman û rêxistinkirina wan hewildanan bi seruber bikirana û loma divê wan terka Stanbolê bikirana.

Hem hevalên M. Kemal yên herî nêzîk İsmet Paşa (İnönü), K. Karabekir, Fethi Okyar, Ali Fuat, Hüseyin Rauf û çavkanîyên cuda jibo wê pêvajoyê di heman dîtinê da bûne ku M. Kemal xwestîye bibe wezîrê herbîyê û bi hukumeteka baş ew dikaribûne şolên heyî çareser bikin ku wek me li jor dît M. Kemal bi xwe di wê qeneetê da bûye. Bi tabîreka dî heta despêka 1919an M. Kemal bawerî pê neanîye ku here Anadolê. Lê ew di bîranînên xwe da dibêje ku pilaneka wî ya demdirêj hebûye û ew di wê çarçoweyê da bi zanatî xebitîye. Nuqteyeka balkêş e ku dema zanayên tirk ji alîyê ingilizan ve jibo Maltayê tên surgûnkirin, lê M. Kemal bi hêsayî li Stanbolê dimîne û tu tişt pê nabe. Loma bi destûra ingilizan jî Padişah Vahdettin û hukumeta wî berpirsîyarî didin M. Kemal ku here herêma Deryasor û çeteyên ku li herêmê di nava hewildanan da ne, belav bike.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *