Mesrûr Barzanî li Washingtonê ye: Dê bi çend rayêdarên Amerîkayê re bicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî çû Amerîkayê û biryar e bi gelek rayêdarên Amerîkayê re bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vexwandineke fermî, îro gihîşt Washingtona paytexta Amerîkayê.

Li gorî daxuyaniya Hikûmta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî dê li Koşka Spî, Wezareta Karên Derve û Kongresa wî welatî bi berpirsên payebilind ên re bicive.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mijarên sereke yên civînan têkildarî mijarên wekî pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û dawî guherîn û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq û herêmê bin.

Li gorî daxuyaniya şandeya bi Mesrûr Barzanî re ji Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve û çend berpirsên din pêk tê.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *