Derengketina Fikrên Ehmedê Xanî

Siddik BOZARSLAN

”… Hemzeyê Muksî ji çapa ”Mem û Zîn”ê ya pêşîn a Stanbolê ra pêşepeyvek bi sernivîsara ”Dîbace” nivîsîye. Hemze di wê pêşepeyva xwe da Xanî şibandîye Fîrdewsîyê Îranî û daye zanîn ku Xanî jî wek Fîrdewsî jibo netewetîya xwe xebitîye û temamê hebûna xwe di wê rê da serf kirîye. Hemze, li ser wî babetî weha nivîsîye:

”Lê belê di dereca te´sîrê da negîhaye Fîrdewsî. Lewra Fîrdewsî bi qelema xwe Îran vejand. Ehmedê Xanî nehîşt ku Kurdistan bi temamî bimire; ew ji mirina ebedî rizgar kir, lê belê temamî venejand. Lewra dema Fîrdewsî jibo fikra wî bikeys bû û dest dida; dema Ehmedê Xanî pirr û pirr berbat bû û dijwar bû. Dewleta Osmanî digel hukumeta Îranê bi peyman û hevalbendî, Kurdistan di navbera xwe da parve kiribûn; dest û pîyên Kurdan wisa girêdabûn ku, nedikarîn xwe bihejînin! Lewra maddeten çawa esker dişandin ser wan, bi hemî tewirên dek û dolaban jî dubendî û parçebûn xistibûn nava wan.”

Celadet Alî Bedirxan jî di kovara ”Hawar” da tilîya xwe danîye ser vê nuqteyê û daye zanîn ku Xanî xebitîye ku miletê xwe hişyar bike û bigîhîne azadî û serxwebûnê, lê miletê wî bîr bi peyvên wî nebirîye û digel wî neçûye. Celadet Alî Bedirxan weha nivîsîye:

”Xanî jî berîya wextê xwe hatibû; wextê wî ew seh nekiribû. Gava Xanî berevanîya milet, nijad û welatê xwe dikir; welatîyên wî li ber tiştne din sekinîbûn.”

  1. A. Bedirxan, paşê salix daye ku mirovên gewre di demên xwe da tovên xwe li erdê wer dikin, ew tov heta ku şîn bibe demeka dirêj di binê erdê da dimîne. Bedirxan, paşê weha gotîye:

”Tovê Xanî, ev sêsed sal in li bin erdê ye. Ma hêj dema şînbûna wî nehatîye? Ev çend sal in zevîya Xanî di hin cîyan de dest bi şînbûnê kirîye.” (Hawar, hejmar 45, r.7, 20 hezîran 1942)

”Yek ji semedên ku fikrên Xanî di sedsalên berîn da di nava kîtleyên gelê Kurd da belav nebûn jî, bê guman rewşa Kurdistanê ya paşvemayî bû. Divê mirov bîne bîra xwe ku li Kurdistanê heta sedsala XX. çapxaneyek jî tunebû; ji ber vî semedî ”Mem û Zîn” nehatibû çapkirin; tenê hin nusxeyên wê yên desnivîsar li vî alî û wî alî di destên hin mela û hin rewşenbîrên Kurdan da hebûn. Pirtûkeka weha giring, ku neyê çapkirin û bi hezaran di nava kîtleyên gel da neyê belavkirin, çawa dê te´sîr li wan kîtleyan bike û ew kîtle çawa dê ji naveroka wê, ji fikrên têda haydar bibin.” (M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîn, r. 45- 46, 1995)

Mîrasa Xanî

”… Ji ber vê mîrasa ku rûmet û qedrê wê nayê pîvan û nayê wezinandin, hêja ye ku Kurd tim û tim bi Xanî bipesinin û îftîxar bikin; ne tenê ji ber ku Xanî esereka wek ”Mem û Zîn” afirandîye û ji neteweyê Kurd ra dîyarî kirîye, lê her weha jî ji ber ku wî di sedsala XVII. da fikra neteweevînî û welatevînîya Kurd avêtîye meydanê û bîr-bawerîya Kurdîtîyê belav kirîye. Xanî, neteweyê Kurd layîqê bindestîyê nedîtîye û weha gotîye:

”Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmanc-i di dewleta dinê da 

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!”

(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 56, wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî M. Emîn Bozarslan, Stanbol 1968, çapa duduyan Stanbol 1975, çapa sisîyan û kurdîya xwerû, Swed 1995)

Kurdîya xwerû ya malikên jorîn di ”Mem û Zîn”ê çapa sisîyan da weha ye:

”Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da

Kurd di hebûn û dewleta dinê da 

gelo çima û ji ber çi mane bêpar

hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!”   

Xanî, kan û serçavîya derd û kulên Kurdan di bindestîyê da, çare û havila xilasîya wan ji wan derd û kulan jî di rizgarîyê da dîtîye:

”Ger dê hebûya me padîşahek

layîq bidîya Xwedê kulahek  

Tayîn bibûya jibo wî textek

zahir vedibû jibo me bextek  

Hasil bibûya jibo wî tacek

elbette dibû me jî rewacek  

Xemxwarî dikir li me yetîman

tînane derê ji dest leîman 

Xalib nedibû li ser me ev Rûm

Nedibûne xirabeyê di dest bûm.” (Eynê eser, r. 54)

Kurdîya xwerû ya malikên jorîn jî weha ye:

”Eger hebûya jibo me padîşahek

Xwedê lîyaq (layiq) bidîya jibo wî kulahek (tacek)

Û bihata dîyarkirin jibo wî textek

eşkera dê vebibûya jibo me jî bextek

Bi dest biketa jibo wî tacek

bê guman ji me ra jî dê çêbibûya rewacek

Wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan

dê em derxistina ji destê bêesl û liştok (menfeet) û çavbirçîyan

Dê xalib nebûya li ser me ev Rom (dewleta Osmanî)

em´ê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom”

”Ji ber wê demê li her derê cîhanê kargêrîya welatan û gelan di destê şah û padîşah û mîran da bûye û rejimên komarî û demokratik hêj nehatibûne sazkirin, Xanî jî li gora rewşa wê demê ji Kurdan ra padîşahek daxwaz kirîye û xweserîya gelê Kurd di binê kargêrîya padîşahek da fikirîye. Ew fikir li gora rewşa wê demê normal û adetî bûye. Mirov nikare wê fikrê ji wî zana û bîrbirê nemir ra bike kêmayî.

”Xanî, bi nivîsîn û belavkirina fikra Kurdîtîyê û serxwebûnê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye, bi peyveka dî awa û şîweyê rizgarîyê jî dîtîye û nîşan daye:

”Herçî bire şûrî destê himmet

zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet.” (Eynê eser, r. 54)

Kurdîya xwerû ya van malikan jî weha ye:

”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret 

wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet”   

”Lê belê, jibo destbirina şûr, yekîtî divê. Divê ku gelê Kurd bi tevayî û yekîtî dest bibe şûr. Xanî li ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:

”Ger dê hebûya me îttîfaqek 

vêkra bikira me înqîyadek 

Rom û Ereb û Ecem temamî

hemîyan ji me ra dikir xulamî 

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet

tehsîl-i dikir me îlm û hîkmet”. (Eynê eser, r. 58)

Kurdîya xwerû ya van malikên jorîn weha ye:

”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger

û em hemî li pey hev biçûna eger 

Rom û Ereb û Ecem bi temamî

hemîyan dê ji me ra bikira xulamî 

Me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe

me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe”

”Ger mirov bîne bîra xwe ku fikra welatevînî û neteweevînîyê bi Şorişa Fransiz ra hatîye cîhanê û Şorişa Fransiz jî sala 1789´an, yanî nêzîkê sed salî piştê nivîsîna ”Mem û Zîn”ê teqîyaye, hingê mezinayîya Xanî bi awayekî zelaltir derdikeve meydanê û tê ber çavan.

Em bi hêsanî dikarin bêjin ku, bavê fikra Kurdîtîyê û neteweevînîya Kurd Xanî ye.                      Li pêşberê xatira wî ya bilind û li pêşberê navê wî yê gewre, em serê xwe bi rêzdarîyeka bêsînor ditewînin.” (Jîn, Cild I, r. 16-17, wergêr M. Emîn Bozarslan)

”Li vir, divê em li ser nuqteyek çend rêz binivîsin û wê nuqteyê zelal bikin. Ew jî, ew her du malik in ku Xanî di wan da gotîye ”Rom û Ereb û Ecem bi temamî/ hemîyan dê ji me ra bikira xulamî”. Dibe ku ev peyv ji alîyê hin kesan ve şaş bê famkirin û bi wê şaşfamîyê bê gotin qey Xanî bi wê peyva xwe nejadperestî û rehkarî kirîye yan jî xwestîye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin.

Lê belê daxwaz û xwezîya Xanî ne ew bûye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamî bikin. Wî li vir awayê mubalaxayê bi kar anîye û bi wî awayî xwestîye ku giringîya yekîtîyê bide zanîn; xwestîye bide famkirin ku mirov dişê bi yekîtîyê bigîje amanca xwe, tewr tiştên bêmikun jî bi destê xwe bixe. Wek ku kesek bêje ´eger ev qas diravên min hebin, ez´ê bikarim welatek bikirim´, mana wê peyvê ne ew e ku bi rastî welat bi diravan tên kirîn û firotin; her kes dizane ku çu welatek bi diravan nayê kirîn û firotin. Lê belê mana wê peyvê ew e ku ´mirov bi diravan dikare gelek tişt bike û gelek tişt bi destê xwe bixe´.

Ev awa, awayê mubalexeyê ye û ji alîyê gelek hozanan ve hatîye karanîn. Mesela, hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da di heqê bêînsafîya yara xwe da weha gotîye:

”Bêmirwetê dil herişand

şîşên di sor tê da kişand

kêr kir ceger, xwey lê reşand

ateş (agir) li ser danî, Mela” (Melayê Cizîrî, Dîwan, r. 67)

Wek ku dixuye, Melayê Cizîrî bi van malikan xwestîye zulm û bêînsafîya yara xwe bîne ber çavan û salixê dijwarîya wê bide; ne ku yara wî bi rastî wisa anîye serê wî.

Xanî jî bi wan malikên jorîn xwestîye bêje ku ´eger yekîtîya me Kurdan hebûya, em´ê di hemî daxwazên xwe da serketî bûna´.

Xanî di hin beşên dî da jî ev awayê mubalexeyê bi kar anîye. Mesela, di beşê 8´an da dema qala Mîrê Botan kirîye û pesnê wî daye û gewretîya wî nîşan daye, weha gotîye:

”Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman

Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”.

Her kes dizane ku Rom û Ereb û Ecem ne di binê fermana Mîrê Botan da bûne. Lê belê Xanî bi wê peyvê xwestîye hêz û gewretî û xurtîya wî bîne ber çavan…) (Mem û Zîn, r. 23-26)

Pêwistîya jêrenotek:

Wek min di nivîsara ”Danasîna Mem û Zîn”ê da dabû zanîn; ”Seydayê hêja Mehmed Emîn Bozarslan sê sal li ser ”Mem û Zîn”ê xebitî û ew hem ji tîpên erebî wergerand tîpên latinî, hem jî wergerand kurdîya xwerû (sade) û kurdîya wê ya orîjînal digel kurdîya wê ya xwerû li Swêdê di adara 1995an da çap kir û gîhand destê xwendevanê kurd. Bi vî awayî, cara pêşîn ji xwendevanê kurd ra îmkan çêbû ku dastana xwe ya neteweyî bi kurdîya xwerû bixwîne û fam bike.

Mamoste Bozarslan li ser ”Mem û Zîn”ê ji 1000î zêde jêrenot jî nivîsîn û hin bûyer, hin tarîx, hin nav, hin babet û wd. yên ku di pirtûkê da cî girtine, bi wan jêrenotan zelal kirin û gîhandin ronayîyê. Bi tabîreka dî Bozarslan, adeta ”Mem û Zîn”ê ji nûve afirand. Loma divê em bi wêrekî bikaribin bêjin ku M. Emîn Bozarslan, Ehmedê Xanî yê sedsala me ye, yanî Ehmedê Xanî yê nû ye.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *