Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîqrarîya İraqê!

Seyhmus OZZENGIN

Di 21.08.2021 an de min bi sernivîsek „Afganîstan û metodên Emerîka“ nivîsek derxistibû. Min di nivîsê de bal dikişand ser metodên Emerîka û eşkere dikir ku:

„Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir, ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hîşt ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî İraqê bibe. Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka İraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?“ (https://www.nerinaazad1.com/kr/columnists/seyhmus-ozzengin/afganistan-u-metoden-emerika)

Di pêvajoka mudaxaleya welatan de du qonax hene. Qonaxek jê leşkerî ye. Hûn dîrekt mudaxaleyî wî welatî dikin û ji hêla leşkerî de serkevtî dibin. Lê qonaxa duyem avakirin e. Li dewsa sîstema hilweşîyayî divê hûn sistemek ji ya berê baştir ava bikin, ku di hewlên we de serkevtin hebin. Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Afganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Afganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşên Talîban! Li Afganîstanê Emerîka û NATO serkevtî nebûn. Bi mejîyê leşkerî civatên medenî nayên avakirin. Emerîka bi rewşek leşkerî li pirsan dinêre, lê hêla civakî nade berçavan. Di vî warî de xeteyên stratejîk kirin. Eynî tişt li İraqê jî qewimî!

Emerîka di qonaxa yekem de sîstema BAASê û dîktatorîya Sadam Huseyîn hilweşand. Di vê qonaxê de serkevtî bû. Yanî ji hêla leşkerî de Emerîka li İraq mudaxaleyek serkevtî pêkanî. Ji hêla şer de serkevtin bidest xist. Lê di qonaxa avakirina „İraqek nû de“ ne serkevtî bû. Ji ber xeteyên stratejîk Emerîka İraq, radestî Îranê kir. Pêşî li berfirehkirina Tehranê negirt û hişt ku Tehran li İraq bibe desthilatdar. Ev jî bû sebebê ku ji ber bandora êrîşên terorî li İraq, Emerîka İraq terk bike. Piştî vekişîna Emerîka ji İraq, İran bi bandorek berbiçav İraq îdare kir. Vê jî nehişt ku İraq wek dewlet biser bikeve û destkevtinên kurdan jî bên garantî kirin.

Emerîka piştî vekişînê jî li alternatîfên din negerîya û fatora vê ji kurdan re pir giran bû. Emerîka gefên Îranê û tehlûka Îranê nedît.

Emerîka ne tenê ji ber piştgirîya Îranê ji Hamas, Hizbullah û Hûsiyan û beşek ji Şîeyên İraqê re, lê belê destêwerdana wê di têkbirina avakirina hikûmeteke Iraqî ya bi bandor de jî hebû. Berpirsîyarê îro yê rewşa İraqê Emerîka bi xwe ye. Emerîka, li henber helwesta Bexda ku a li dij Herêma Kurdistanê jî bêdeng ma.

Li henber referandûma serxwebûna Kurdistanê helwest girt.

Emerîka şaşitî kir.

Dema piştevanîya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nekir.

Dema Kurdan dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê gelek pirs ji Emerîka nehatin kirin.

Hinekan digotin „ne wextê referandûmê ye û nerast e, biryarek şaş e“ Lê kesek ji Emerîka ne dipirsî ku; İraqek nû nehat avakirin û İraq her ku diçe dibe bingeha şerê taîfî û mezhebî. Hûn nikarin kurdan ji vê sîyasetê re bikin qurban! Alozî û ewlehîya Kurdistanê dikeve bin metirsîyê. Emerîka çawa dikare di vî warî de bêdeng bimîne?

Emerîka, çawa îradeya miletekî û biryara qedera miletekî piştguh dike, nabîne û hurmetê jê re nagire?

27.08.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published.